شرمولا
Kovareke Wêjeyî, çandî, Werzane ye

ALFABEYA QURBANÎYÊ- Hind Ebdelo

0 239

 

 

Nameyek di devê kevokeke spî de bû dema ew hat li ser dara zeytûnê ya ku kalê Şemo li nava mala xwe çandibû venişt. Kalê Şemo di bin wê darê de rûniştibû û wî temenê xwe bi mezinahîya wê darê dipîve. Ew 15 salî bû dema ew dar çand lê niha ew 70 salî ye. Hertim ew ji darê re dibêje ez û tu hevaline dilsoz in bi hev re mezin dibin bê ku Payîz temenê me zer bike. Kevokê dema nas kir ev kalê Şemo ye wê name ji devê xwe gêre nav destê wî kir û firî. Kalê Şemo name di nav destê xwe de gerand, di vê gerandinê de dît li ser nameyê bi Kurdî hatîye nivîsîn: Nevîya te Dilsoz pir bêrîya te kirîye. Dema wî ev hevok  xwend ramûsanek li ser navê Dilsozê nîgar kir, bi şahîyekê rûyê xwe şûşt, berkenî bû û name vekir. Bi dilekî ku bi bêrîkirinê mişt bû name xwend:

Kalê min ji her kesekî re alfabeyeke taybat bi wî heye ev alfabe ne girêdayî netewekê, miletekî yan welatekî ye, lê ev alfabe bi hestên her kesekî ve girêdayî ye, lewma nav li vê alfabeyê bûye alfabeya hestan. Her hestek di kesayetîya mirov de alfabeyek e. Alfabeya bav û dîyan alfabeya dilovanîyê ye. Alfabeya dildar û evîndaran alfabeya evînê ye. Lê alfabeya qurbanîyê alfabeyeke bi xwînê li ser gîyan hatîye nivîsîn. Ji bilî şervanan tu kes vê alfabeyê nizane bi lêv bike yan binivisîne. Bi vê navnîşanê nevîya te Dilsoz ya niha şervan e nameyekê ji te re dinivîse û ew ê wê ji te re bi kevokekê re bi rê bike.

  Kalê min berbang xweş e çimkî ew mizgînîyê dide ezmên ku dê roj tarîyê ji ser wê hilqetîne û balindeyan di hembêza wê de bifirîne. Her weha her şervanek bi qurbanîya xwe mizgînîyê dide welat û gelê xwe ku rîya rizgarbûn û azadîyê nêz bûye. Kevokeke spî li vir bûye hevala min mîna hevaltîya te û dara zeytûnê. Kevoka min hertim di cengan de bi min re ye û ew tev lêdana çeka min hertim sirûda azadîyê bi dengê xwe lê dide. Nizanim çima di her cengekê de yekemîn rojên min ên di dibistana seretayî de li bîra min tê. Dema ku dîya min ez birim dibistanê û ez bi tenê li wir hîştim, lê da ku ez bi tena xwe netirsim wê lîstoka min a ku min pir jê hez dikir li ba min hişt. Hingê dîya min ez radestî rêvebera dibistanê kirim û herduyan li pêş min bi zimanekî ku min jê tênedigihîşt bi hev re axivîn. Piştî wê axaftinê dîya min li ser çokên xwe rûnişt da ku dirêjahîya xwe bi qasî ya min bike û ji min re bi zimanê min ê Kurdî yê ku ez jê têdigihêjim got: Keça min delala dilê min destê min berde, bi destê vê rêvebera xwe bigire û bi wê re biçe pola xwe. Min bala xwe da, di dema ku dîya min bi min re bi zimanê min ê Kurdî daxivî ku li ser rûyê rêveberê cureyek ji hêrsbûnê û nerazîbûnê dîyar bûye, lê min qet nas nekir ku çima ev nerazîbûn û rûyê tirş. Hema dîya min xatirê xwe ji me xwest û bi rê ket rêveberê bi destê min bi hêrs girt û nehişt ku tilîyên min xwe ji zîndana destê wê rizgar bikin. Em herdu li pêş derîyekî spî ku li ser peyvek hatibû nivisîn lê min nizanî ew peyv bixwenda ji ber ku ne bi zimanê min bû sekinîn. Berî em derbasî pişt wî derîyî bibin rêveberê bi rûyekî tijî jehir li min nêhirî, tilîyeke xwe ji min re rakir û bi zimanê erebî got: ( Înşalah ez te bibînim ku tu li vir bi Kurdî daxivî, ez ê çavên te derxim. Hûn miletek bê welat in, lewma me bi zimanê xwe gêj mekin). Min guh neda wê ne jî hevoka wê ji ber ku min ji herduyan tênegihişt. Lê min ew hevok di hişê xwe de li ezber kir da ku ger ez vegerim mal ez ê wateya wê ji te bipirsim.

Hingê derî bi hêrs bi destê rêveberê hate vekirin û em herdu derbasî odeyekê bûn. Ode bi zarokên ku bi qasî temenê min bûn dagirtî bû, min nizanî ku çima ew zarok giş di vê odeyê de kom bûne.

 Nêrînên çavên min xwe di wê odeyê de rizgar kirin. Her nêrînekê tiştek li ber lepên xwe dixist. Di wê odeyê de rûniştek pir bûn di her rûniştekekê de sê zarok rûniştibûn. Mamosteya ku zarok hîn dikirin, li hember wan zarokan hemîyan sekinî bû, yeke bejin kurt û pir zayîf bû. Ew ji min ve nêz bû xwest ku min di rûnişteka pêşîn de bide rûniştin lê berî ku ez li ser rûnişteka pêşîn rûnim rêvebera rûtirş bi lez berve min hat û ez ji rûniştekê derxistim. Ji mamosteyê re hevokek got min di wê demê de jê tênegihîşt, lê piştî ez hinekî mezin bûm min wateya wê hevokê nas kir. Wê gotibû divê kesên mîna van hertim li paş bin, ji ber ku pêş û pêşketin divê ne ji van re be. Lewma wê ez di rûnişteka paşîn de dam rûnişkandin. Di wê rûnişteka şikestî de ya ku hin xwendekaran perçeyên wê ji hev kiribûn keçeke porgij, rû û çermreş û lîk ji pozê wê  dihat rûniştibû. Li rex wê rûniştim û min lîstoka xwe da pêş xwe da ku her ez li wê binêrim ez bi bîyanîya vî cihî hîs nehesim. Mamosteyê alfabeyeke nû  bû ji min re bi lêv dikir min qet nizanî ew alfabe ya kê ye. Lê bi qasî ku mamosteyê tîpa elêf dubare dikir ez jî hînî lêvkirina vê tîpê bûm. Her weha min ji  hemû zarokan  baştir ev tîp bi lêv kir, lewma mamoste ji zarokan xwest ji min re li çepkan bixin. Lê van çepkan hinek kîndarî ji alîyê zarokan ve ji min re çêkir, nemaze keça çermreş a ku li rex min rûniştibû. Me nîv demjimêr di wê odeyê de derbas kir piştre zengilekî lê da. Min nizanî ku ev zengil wê qerebalixê di odeyê de çêbike ji bawerîya min bû  ku ev zengil mîna zengilê mala me ye herku lê dide ew nîşanîya hatina mêvanan ye, lê li vê mala mezin ne wisa bû ji ber ku lêdana zengil li vir nîşanî derketina ji odeyê dida. Hemû zarok ji polê derketin tenê ez û çermreşê di polê de man. Hema min xwest bi lîstoka xwe bilîzim çermreşê yekser lîstoka min revand, bi bez ji polê derket û revî. Li pey wê ketim lê ji nişka ve ew li pêş derîyê ku ez û dîya xwe sibehê li hemberê sekinî bûn û dîya min bi rêveberê re daxivî sekinî. Min bala xwe neda ku kî li pişt wî derîyê vekirî bû ji ber ku xema min tenê ew bû ku lîstoka xwe ji çermreşê vegerînim.

Min lîstoka xwe jê stand, lê çermreşê li odeya derîvekirî nerî û dagirî. Hema dengekî qalind ji wê odeyê derket û di guhê min de qîr kir. Bi tirs min li paş xwe nihêrî, min dît ku rêveber ji wê odeyê derket, hat bi zorê lîstoka min ji nav destê min bir û da çermreşê. Herduyan ez bi girî kirim û bi girî vegerandim polê, di rûnişteka şikestî de rûniştim. Di ber girî re min digot ez lîstoka xwe dixwezim. Çermreşê dema dengê min bihîst yekser hate polê û bi qerezî min re bi lîstoka min li pêş min lîst, bi dengekî bilind dikenî û digot: Ez ê hemû tiştên te ji te bistînim û wan li pêş te perçe bikim. Wê her kêlîyekê li min  dinêhirî, parçeyek ji lîstoka me hildiqetand û dikenî. Min nizanî çima tu kesî li vê malê piştgirîya min nekir.

Bi qedandina nîvê rojê re ez bi çavine ku bi agirê girî sor bûbûn vegerîm mal. Dema dîya min wisa ez dîtim ber bi min  ve bezîya û ez hembêz kirim. Ji min pirsî çima tu digirî. Min xwest jê re bibêjim ku lîstoka min bi destine kîndar hate nişkekuştin û parçekirin lê girî rêdana axaftinê neda min. Lê dîya min dema lîstoka min di destê min de nedît wê ji min pirsî: Ka lîstoka te keça min? Te ew li ku derê hîştîye? Hîngê dengê min hêz ji girî stand û got êdî lîstoka min nema heye.

Hîngê kalê min tu mîna her car li bin dara zeytûnê ya ku te bi destên xwe çandibû û bi xwêdana enîya xwe av dabû rûniştîbûyî û te axaftina me dibihîst. Dema te dît ez ji bo lîstoka xwe digirîyam te bangî min kir û got were hembêza min delala min. Ji hembêza dîya xwe derketim û bezîyam hembêza te. Destên te yên ku hertim bi axa welêt henekirî bûn di ser serê min re bir û anîn û bi gotinên xwe yên ku ji darazîya jîyanê dagirtî bûn te kir ez ji girî rawestim. Di hembêza te de hevoka ku rêveberê li pêş derîyê spî ji min re gotibû hate bîra min. Min ew ji te re got da ku tu wateya wê ji min re dîyar bikî. Lê dema ku te ji min ev hevok bihîst rûyê te xeniqî, te nefesek kûr kişand û got: Nalet li zemanê ku hîştîye seyda bibin kole û kole jî bibin seyda were. Nalet li zemanê ku qehraman kirine newêrek û newêrek jî kirine qehraman were. Bi xwîna zarokên xwe me bergirîya welatê xwe kir. Niha jî bi qehramanên me xwe vedinin û dibêjin ku ew qehreman ne Kurd bûn.

-Hingê min ji te pirsî: Kalo ma ne ev welatê me ye? Ma ne tu hertim ji min re dibêjî ev der Kurdistana me ye? Ma çima rêveberê wisa ji min re got ku em bê welat in?

-Te li min vegerand û got: Keça min erê em niha bê welat in lê ev welat welatê me ye ji bo wê zarokên me xwîn dane.

Dîsa min ji te pirsî: Kalo çima rêveberê ez ji axaftina bi zimanê min qedexe kirim, ma ne ji mafê min e ku ez bi zimanê xwe biaxivim?

-Te wisa ji min re got: Ji mafê te ye keça min her weha ji mafê her Kurdekî ye ku bi Kurdîya xwe baxive. Lê niha me ji zimanê me qedexe dikin da ku hebûna me tune bikin ji ber ku ew dizanin ger me ji zimanê me bikin ew ê hebûna me jî talan bikin, çimkî hebûna me bi hebûna zimanê me ve girêdayî ye. Zimanê me, me bi jîyanê dide nasîn ji ber ku em bi Kurdîya xwe daxivin yekser me nas dikin em Kurd in lê  heger em bi zimanekî din baxivin ew me Kurd nabînin ji ber ku dibêjin heke hûn Kurd in ma çima bi Kurdîya xwe naxivin.

– Dîsa min pirseke kir: Kalo çawa ez ê welatê xwe ji nav lepên dijmin vegerînim û zimanê xwe biparêzim?

-Bersiva te ji min re bi vî rengî bû: Bi zimanê xwe baxive heya ku te ji bona wî êşkence kirin. Bi welatê xwe ve girêdayî be û dest jê ber mede. Girêdana te bi welatê te ve hêza dijmin lawaz dike û li dawîyê ew ê bişkê. Wisa keça min tuyê welatê xwe vegerînî û zimanê xwe biparêzî.

Ez niha nema zarok im kalê min,  ez mezin bûme çimkî pir sal derbas bûn. Tu dizanî kalê min ku ez ji zanîngehê ji beşa erdnigarîyê derçûme. Lê çiqas nexşe di zanîngehê de şanî min kirin û hîştin ez wan ezber bikim, lê qet carekê nexşeya Kurdistana min şanî min nekirin, ji ber ku ew dizanin her nexşeyek ji yên şanî min dikirin parçeyek ji Kurdistana min xwarîye. Tu dizanî piştî ji zanîngehê derçûm li karekî hêja gerîyam, lê her ku dizanîn ez Kurd im ji min re digotin karên hêja ne bona Kurda ne.

 Kalê min ji ber ku zilm û zor li me mezin û pir bû,  lewma min ji bilî rêya qurbanîyê li pêş xwe nedît da ku welatê xwe vegerînim. Min biryar da ez xwe bikim qurban ta zarokên netewa min lîstokên wan, ji wan  neyên standin ta ku di zarokatîya xwe de bi zilmê hestewar nebin. Min xwest bibim qurban da ku zarokên me ji zimanê xwe neyên bê par nemînin, da ku hestewar nebin ku ew bîyan in li ser xaka welatê xwe. Kalê min ez xwe dikim qurban da ku ji zarokên me re welatê wan vegerînim da ku ji wan re nebêjin hûn bê welat in. Ez xwe dikim qurban da ku setemkarîya ku min di zarokatîya xwe de dîtî bikujim.

Kalo torina te pir bêrîya te kirîye, lê niha ew nikare were ba te, çimkî ew qehreman e û di qadên cengan de şer dike, ji bo pêşerojê ji zarokên netewa xwe re ava bike. Ez bi xwe şanaz im kalê min ji ber ku ez ê jî bibim yek ji qehremanên ku te hertim li ser wan ji min re daxivî û tu bi wan şanaz dibû. Erê kalê min niha min tev hevalên xwe cengek bi dawî kir û em tê de bi ser ketin. Hîn ez ji nivîsandinê hez dikim, lê îcar ez bi Kurdî dinivîsim lewma piştî her cengekê bi alfabaya qurbanîyê çîrokekê ji çîrokîyên zilmê yên hiştinî ez bibim qehreman dinivîsim, di dawîya her çîrokeke setemkarîya li me hatî kirin ez ji gelên cîhanê dipirsim. Em bi we re bi biratî têkilîyan dikin. Çima hûn bi dijmantîya me dikin?

Ez ê bi Silavên ji dil nameya xwe bi dawî bikim. Silavên ji dil  ji te û dara zeytûnê re ji dê û bavê xwere dişînim.

Kalê Şemo name bi ramûsanekê bi dawî kir, ew da hev û bangî dîya Dilsozê kir û jê re got: Ta xemxwarê welêt û zimanê Kurdî mîna Dilsozê hene, qet xeman nexe, Kurdistan wê ava bibe û qehremana te wê di nav dîrokê de tîrêjeke ronahîyê be.

 

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.