شرمولا
Kovareke Wêjeyî, çandî, Werzane ye

Çar bîranîn – Elî Silêman

0 205

Apê Riza di gund de yekî zana û jîr bû. Her dem digot: Heya şêr û qehremanên me hene, em natirisin. Heya çîrokên wî bi guman bûn, ji wî nedihat naskirin. Bewarîya wî bi zarokên welêt hebû.
Apê Riza bi nivîskar re got: Tu amade yî, kaxiza te spî ye, ximava pênûsa te pak e û heysîyet e nivîskaro?
Nivîskar: Belê Apê Riza, hibra pênûsa min pak û hesîyet e, mîna rondikên dayîkan zelal e.
Apê Riza: Dest pê bike, em binivîsin û pêşkêşî xwendekarên welatparêz bikin, ji kerema xwe straneke giran jî vêxîne, deng piçekî bilind bike.
Nivîskar: Temam Apê Riza, xuya ye çîroka te ji stranê girantir e.
Apê Riza:
Mala me nêzî sînor bû. Dema zivistan dihat, hemû rêyên gund dihatin girtin, me tu kes li gund nedidît, ji bilî xebatkarên azadîyê, wan alîkarîya me dikirin.
Wê demê ez 7 salî bûm. Min ji dayîka xwe dipirsî: Dayê, ev kî ne, çima bi çek û rext in?
Dayîka min digot: Ev parêzvanên zivistanê ne, zarokên çîyê ne, zarokên xweda ne.
Digot: Riza, dema buhar û havîn tên, bela, şer, xirabûn û kuştin çêdibe. Ji bo vê jî hemû rojên me yên buhar û havînê bi bîranîn in.
Di buhar û havînê de Cendirme li nav gund digerîyan û lêpirsîn ji gel dikirin. Ji bo vê jî em naxwezin buhar û havîn bên. Vê salê zivistana me jî kin bû, ji zû de çîyayên me kirasê spî deynane û yê buharê li xwe kirine.
Roj yekşem bû, êdî dunya şev dibû, dengê zarok, dayîk, kal û lawiran dihat. Dayîka min bangî min kir û bi dengekî zirav û aram got: Riza, Riza, Riza.
Min got: Çi dixwazî dayêcan?
Got: Riza, divê tu baş guhdarî min bikî. Tu qêrîn û hewara însanan dibihîzî ne?. Ez bewar im îşev oprasyoneke mezin wê li van gundan destpê bike. Divê tu netirsî û deng jî dernexînî, tu yê xwe dibin têxt de veşêrî, temam?!
Min got: Temam dayêcan.
Wê şevê jî qêrîn û hewara jin û zarokan ji dengê balafir û tangan bilindtir bû. Dayîka min çiqas hewil dida ku negirî, lê agirê di hundirê wê de pir geş bû, ji agirê sînemaya Amûdê bilindtir bû.
Digot: Riza, ma ne ez ji te re dibêjim ҫavên xwe bigire. Her demê li min dinêrî çavên wê sor dibûn, bavê min jî çûbû çîyê, ji me re digot: Gava oprasyon bidawî bibe, ez ê bêm mal.
Dayîka min her digot: Riza raze, Riza raze, Riza raze. Ez nizanim ew şev çiqas bi min giran û dirêj bû, gelek dîmenên xweş li pêş çavên min xêz dibûn.
Bi berbanga sibehê re qîreqîr ji nava gund dihat. Dayîka min got: Riza xwe baş veşêre, û destê xwe deyne ser devê xwe ji bo deng dernekeve û çi çêbû bê deng be, heya Cendirme diçin. Min got: Temam dayê, ez gelek ji te hez dikim.
Min bangî dayîka xwe kir dayê, dayê megirî megirî. Pişt re dayîka min derî girt û li hemberî min rûnişt.
Ji nişka ve li derî xistin û lêxistin û lêxistin, heya derî jêkirin, nêzî deh lingan bi hundir ketin û li her deverê digerîyan hemû dever xirakirin û vegerîyan gel dayîka min, dayîka min bi Tirkî nedizanî biaxifîya, ji nişkan ve dayîka min li erdê ket û bi ço û destan lêxistin û lêxistin, ji bo ku ez rondikên wê nebînim min serê xwe kir ber dîwêr. Bi lingan û bi ço lêdixistin, lêxistin heya hemû hestîyên wê şkestin, dengê hestî û lingan ji dengê qirşînan bilindtir bû, laşê wê mîna volkanekî sorsorî bibû di nav xwînê de mabû, di çavên wê de çiroska mirinê xuya dikir. Bi lingan lêdidan bi lingan, piştî çend deqe cendirmeyan gotin: Başmak 49 ( pêlava 49), hat hemû jê dûr ketin tenê dayîka min ma. Min dît yekî dirêj solên wî reş û dirêj bûn, her gavek wî bi deh gavên min bû. Min ji xwe re got: 49 wê alîkarîyê bide dayîka min, dema gihîşt dayîka min, lingê xwe rakir û li sînga wê xist û lê xist deh caran dubare kir. Min dengê dayîka xwe yê dawî bihîst, got: Aaax dayê, pişt re dengê wê nema derket.
Fermandara wan got: Lêde bila bimire bila bimire, ev ne mislimanin ev ҫete ne, xwîn li her deverê belav bû, rûyê wê li kenbû.
Min bihîst Fermandarîya wan digot: Em biçin cihekî din hîna gelek gund mane karê me gelek e.
Piştre min çavên xwe vekir destên min girêdayî ne, çar tilîyên min tune ne. Bavê min digot: Piştî Cendirme ji mal çûn. Ez hatim mal û min te dît tu di bin text de dirêj kirî bûyî û destê te li erdê bû, xwîn ji destê te diherikî û çar tilî di devê te de mabûn.
Ji dest êş û şewata giran min ji bîr kiribû ku destê min di devê min de, tenê çar tilî di nav diranên min de mabûn.
Binire çar tilî çar bîranîn.
Hemû xanî di gund de şewitandin û xirakirin. Em di welatê xwe de penaber in, bê cih bê mal bê ax û bê dayîk.
Tu dixwazî em hîn berdewam bikin?
Nivîskar: Ez nizanim çi bêjim ji ber pênûsa min ker û lal bû, êdî kaxiza spî, tîp, peyv û hevok yek li pey yekî girîyan, ez jî girîyam, êdî hubra pênûsa min jî sor bû. Bese, bese Apê Riza.

Apê Riza: Dayîk û bavê min her dem digotin: Dawîya zilmê heye, dawîya zulimkeran jî heye.
Nivîskar: Apê Riza, çîroka te gelek biêş e. Te çima ji mêj ve çîroka xwe nedigot.
Apê Riza: Raste, bawar bike, dema welatê mirov bindest be, hemû tiştên girêdayî mirov jî bindest in, heya ziman jî.
Hest û raman bi zimanê dayîkê xweş in. Bi zimanê xwe bikene, bigirî, biqîre û bixwîne, wê çiqas xweş be.
Ji bo vê jî min xwest çiroka xwe bi zimanê xwe pêşkêş bikim.

Leave A Reply

Your email address will not be published.