شرمولا
Kovareke Wêjeyî, çandî, Werzane ye

Çolo- Narîman Evdikê

0 241

 

Dûman bi ser gundê Gulê ket …

Şev li wan nebû sibeh xewa wê şevê nîvço ma, dewran li ser  wî gundî gerîya û ji neçarî Gula ducanî berê xwe da çolan. Dema ku ji gund derketin hemû gundî bihevre bûn, lê ji dengê topan û dûmana pir hew Gulê tenê xwe li wan çolan dît.

Gav bi gav Gulê dizanîbû ku dûrî gund dikeve, lewma gavên wê bi bêbawerî û sist bûn û bi xwe re digot: Ev gavên mirinê ne.

Hawar xweda çima lingên min dimeşin û hîn dilê min lî paş maye, hawar xweda ez ê çawa dev ji buhişta xwe berdim… Hawar xweda, ez ê zaroka xwe li kur û bi çi halî bînim, ew ê çavên xwe li ser çi veke.

Gulê nema dizanîbû bersiva xwe bide û ne jî kes hebû bersiva wê bide. Wax li min bi buhara xwe şad nebûn, hingî buhara vî gundî xweş bû xwedê jî dixwast dakeve û li wir jiyan bike, lê heger ku ew were vir, êdî ew ê bawerîya kê bi buhişta wî ya ne buhişt were.

Gotin û pirsên wisa di sere Gulê de diçûn û dihatin ta ku çîçekên buharê bi giyanê wê kirt û gazinc jê kir ku ew bi kude diçe û vê xaka pîroz ji kê re dihêle û çima wan sêwî dike.

Gulê ji qudûm ket û nema dikarîbû rabaya ser xwe, li zikê xwe niherî hate bîra wê ku ew ducanî ye û dem dema hatina vî zarokî ye, sancîyan dest pê kir yek dûv yekî bê navber.

Gulê hêdî hêdî xwe gihande darekê û pişta xwe dayê, çavên xwe yên zeytûnî vekir û li şaxên darê nerî û got:

Ez bawer im ku ne bitenê me û tu yê pişta min bigrî.

Sancîyên wê her diçû dijwartir dibûn, Gulê ji rewşa sancîyan de naskir ku ew ê êdî zaroka xwe deyne, rûliken bû û got:

Aferim kurê min,  min dizanîbû ku tu yê qebûl nekî ku zayîna te ne li ser xaka te be, aferim kurê min ez bawer bûm ku tu yê li ser xaka pîroz qîrîna azadîyê bankî.

Her ku dice sancî û dengê topan giran dibe û erd di bin Gulê de dihejîya, Gulê li kurê xwe vegerîya û got: Te dît kurê min tu hîn nehtî ye vê jiyanê ew ji te ditirsin, nema dizanin çawa rê li ber hatina te bigirin.

Bi yek qêrîn û yek dengî wî zarokî ji topbaranê re got na û hat vê jiyanê.

Gulê; kirasê xwe danî û li kurê xwe pêcand, geh bi ken û geh bi girî ew zarok mac dikir, li çavên wî yên ku hîn li jiyanê venekitine nihêrî  û got:

Tu bi xêr hatî vê jiyanê Çolo, erê berxê min nave te Çolo ye, tu li vê çolê hatî tu yê nave wê ji rakî.

Gulê kurê xwe mac kir û bêhnek dirij kişand, rewşa wê nebaş bû xwîna wê diherikî, gotina xwe berdewam kir:

Qet metirse kurê min tu di siya dara zeytûnê de yî, ew ê tim û tim te biparêze ta ku reha wê di Efrîna rengîn de be ew ê te biparêze, lê dema tu mezin bibî tu yê bi xwîna xwe wê biparêzî wekî ku ez niha xwîna xwe didim te.

Hêdî hêdî Gulê ji dest xwe çû,  giyanê wê yê pîroz tevlî çîçekên buharê bûn. Çolo,dara zeytûnê û Efrîn bi tena xwe man û man.

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.