شرمولا
Kovareke Wêjeyî, çandî, Werzane ye

Dara Mirazan-Zîlan Hemo

0 112

Derîyê hewşê dikira ser hişê xwe biçûya, qasî min ew ceht li peyî xwe girt, minê kerba dilê xwe lê honik bikira, lê vê şefeqa sibê ku zikmezinê cîranê me rabe wê ew kerba dilê xwe ji dû jina xwe ya porgijik tev di serê min re derxe. Negerek e, bila dil tijî kerb û qehr bibe heya rojekê bi serê kesî de biteqe, serê min jî bi xwe re bibe.

Di serê ziqaqê de kûçikekî bi dîregekî de dimîst, ez hîna bi xwe re dibêjim ji bilî kûçikan kî wê vê sibehê li ziqaqan be?! Min dengê xişxişa tûrikekî ji ziqaqa teng a ku ez nû ketimê bihîst, min got an kûçik e yan jî pisîk e,  ser zibalê ji xwe re hestîyan dikuje, lê bavo va çi ye?! Derket ên halê xwe ji halê min xerabtir hebûn. Min dît pîreke porspî, diranzer, çavqehweyî, lêvterikî, destşixitî, kirasekî belekoşkî pînepîneyî gemaroşkî li bejna wê ya zirav e. Bejneke zirav li ser e ku bayekî kur rabe wê bi xwe re bibe. Du bişkokên kirasê wê jê ketine, ya jor bi derzîyeke qapaxlî ya zengarî girtîye û ya din jî vekirî maye. Pîrê xwe di ser zibalê de daqûl kiribû, pêsîra wê ya rastê dixewînî, çilmisîye wek mewîjeke ku sê çar sal di ser re derbas bûbin be, merî zane vê jinê çend keç çend kur mêjandine, ew kirine kevanî û malxoyên malan. Pîrê serê xwe rakir ku ez dîtim û di ber xwe de got: – tiz/bîya min wenda bûye, ez lê digerim.

Sorbûna gupên wê di paş wan qermîçokan de xwe veşartibûn. Ez ketim ziqaqeke din, kes tê de tune bû, tenê ez û zinginîya ku min ji ziqaqa berîya wê girtî di serê min de hebû. Min pêlava xwe nû kirî bû, ji min re pir bi qîmet bû, lê ji ber taxa me tev ziqûm e celb e,  min çi qas kir ku celb nebe, ilim çîlkekê xwe gihandê û ji min re sola min pîroz kir. Ez ketim taxekê hilma xwedîyên gerefêtan jê dihat, min dît li ber dîwarekî nûlêkirî heya çar qatan bodleyek sekinîye ji xwe re distrê ye, strana Hisênê Farê Têlî û strana Baqî Xido Bêaro Dilo kirine nav hev, kirîye şorbe û dibêjeye, bi xwe re jî pozê xwe diqoqilîne û lîkê bi dîwêr didê ye, lîka wî reş bûye merî zane wî vê zivistana sar li ber borîyên sobeyên îsê çedikin derve xwe germ kirîye.

Ez ji wê kolanê derketim û ji vê kolanê derketim, min çi dît û çi nedît min ji xwe re kire xem û ez meşîyam heya nigên min di solan de nimîyan û pîr bûn. Min xwe di nava erdekê de dît, ez êdî ji nav bajêr derketibûm, erdê zîl dabû, li ser herîya sor xunavine siq hebûn. Min pişta xwe da wê dara ku 99 paçik û ben pê ve girê dabûn û turê xwe yê tijî ew derdên min di rê de berhev kiribûn danî kêleka xwe, min li pişt xwe li alîyê bakur nihêrî dîwarekî dirêj lê kiribûn şûna têlan, min devê tûrê xwe vekir û xemeke din tevî kesereke dirêj lê zêde kir, tûrê min tijî bû dikir biqetîya, min serê xwe rakir li alîyê başûr nihêrî li wî bajarê ku niha min jê parsa derdan kirî, li bajarekî wekî kirasê wê pîrê pînekirî, min li qermîçokên wê li pişta wê ya xûz, li çavên wê yên ji girî û bendewarîyê westîyayî, li lêvên wê yên sar, kûr kûr nihêrî.

Devê tûrê min vekirî bû, minê yeke din lê zêde bikira lê cih nema bû, min devê tûr girt û berda girî heya ji min tê ez girîyam, min ji her çar alîyên xwe re heya heft bavan, xeberên qerîşan dan û hîskehîskek bi min ket girîyê kûçikan bû ji kezeba min derdiket. Ez têr girîyam qustika paçê min ji berîka xwe derxistibû şil û pil bibû ji hêsran, min lê nihêrî û li çîlpa celba li ser sola xwe nihêrî êdî girîyê min rawestîya, min bi hêsrên xwe sola xwe pak kir, min hêza xwe kir û ez rabûm ser xwe û min tûrê xwe bi çimelekî darê ve daliqand, min deşe dara mirazan kir, ez careke din ketim nav celb û cenaqê, min da ser rê û ez meşîyam.

Leave A Reply

Your email address will not be published.