شرمولا
Kovareke Wêjeyî, çandî, Werzane ye

Gelo ez ê ber bi ku ve biçim?- Aras Hiso

0 229

Min wêneyê wî ji dîwarê xanî danî. Hinekî da ser dilê xwe û bi çavine hêsir bi ser ve girîyam. Bi vî wêneyî re ez vegerîyam wan rojên xweş û geş ku me bi hestên xwe ji hev hez dikir. Lê niha tenê wêneyê te di destên min de ye. Bi wêneyê te re dijîm, bi wêneyê te re hembêzên evînî par ve dikim. Min hêdîka wêneya wî ji çarçoveyê derxist û da ber dilê xwe, da mistandin û bi lêvên xwe yên şil ji rûyê wî têr maç kir. Carinan bi keserên tijî êş min jê te re digot:
-Dijwar!.. Te çawa ez û şîrîna xwe tenê li pey xwe hîştin? Erê, tu çûyî. Lê te tenê êş di dawa min de hiştin.. Xwezî te zanîbûya ku niha em di rezaletîyeke çawa de dijîn?
Hîna ez bi wêneyê di nav destên xwe re diaxivîm, dengê teqereqa derî ji derve de hat. Min ji lêdana derî de zanîbû ku Fatma ye. Min destmala xwe li serê xwe gerand û çûm ku derî vekim. Dema min derî vekir.
-Tu çawa yî Ferîde, Tu tenê li hundir çi dikî? were em herin pêş derîyê mala Melîhê jixwe re rûnin.
Min hemû karûbarên xwe qedandibûn. Kirasekî xweşik û sorikî li bejna şîrîna xwe kir û em bi hev re derketin heta pêş derîyê mala Melîheyê ve çûm. Dema ku ez gihîştim wir min dît Melîhe, Fatme, Sekîne û Xedrê li pêş mala Melîheyê kîsek dendikên berbero danîne ber xwe û çerez dikine û di bera jî nîqaşên germ vekirine. Dema min merhebe li wan kir. Di nava wan de ya herî ku şorçî û Xedrê bû. Xedrê xwedîya destên tijî bazin, xwedîya lehif û tiran hema gotina di nava xwe de nîvî hîşt û got:
-Way tu bi xêr hatî Ferîde. Wîî wîîî.. Eyba reşê va çira wa porê di ber destmalê te re derketî, bînî jinên hane be… wê xelk li ser te nebêjin çi. Qey hîn wê rojê.. keçeke serqot di ber mala me re derbas bû. Xortne rapê ketin heta keçik kete devê bînayetê.. xwedê me stra bike. Min bi xwe nedît, lê jinên cîranan wanî gotin.
Qey te digot min hema bê şermîyeke mezin kirîye. Min hema porê xwe yê mayî bi destmala ku Dijwar diyarî min kiribû li serê xwe bi girêk mezin gerandin û destên min di bin çengên min de ji xwe re li wan û axaftina wan guhdar dikir. Xedrê wisa şor germ kiribû ku pê du sê jinên din jî tevlî cumeta me dibûn. Xedrê li destên Fatmê nêrî û got:
-wayy.. Fatme te va bazinên xwe ji ku derê anîne?.
Fatme dest li xwe dihejandin û wisa bi kenê xwe yê sist digot:
-Wela hînga ez bi ser mêrê xwe de bikim pitepit ku min çar fer bazin pê dan kirîn. Me îsal kê xanîyê xwe lê kirina, de min got bila niha bimîne.
Ez a belengaz.. xwedîya bazinekî zîv û tenekeyî ku berî Dijwarê min here leşkerîyê diyarî min kiribû bi ser de kerser mam û diponijîm. Hîna bi ser xwe de diponijîm Xedrê dîsa gotin guheran û bada ser min.
-Qîzê piştî ku mêrê te mir, xwedê bi rehma xwe şa bike, tu yê çi bikî, tu yê li ser zarokên xwe rûnî, lê..?
Helîmê bi tepan destê xwe di destên Xedrê de lêxist:
-Lê na naa.. xwasîya wê got ku bibe qismet em e bidin tîyê wê Osmên.. Tu peya ji wî baştir tune ne.
Sakîneya ku gotin ji bin çengê xwe derdixistin.
-Wela ez dibêjim Osman pir baş e.. wê te bike Jina xwe ya duyem, çêtir e ku çavên xelkê li te bin û te bidin yekî din.
Fatme û jinên din wan bi çavên neçê li min û zikê min dinêrîn û digot:
-Qîzê Ferîde.. Va zikê te hêdî hêdî mezin dibe. Ecebe ev zarok a Dijwêr e lê ya Osmên e. Ya ku ez zanim hîna Dijwar berî here şer tiştekî te tune bû û te digot piştî Şîrînê ez tu zarokan nayînim.
Hêsir di çavên min de xeniqîn û zimanê min giran-giran bû ku êdî min nedizanî çi bersivê bidim wan. Çawa ez ê peyvekê bilêv bikim. Mafê min ê wê peyvê jî tune bû. Hema di dev min de Xedrê wekî li ser gotinê bişo:
-De ku ya kê be.. xwedê xêrekê bide vî lawikî. De qene qîzê serqot tenê negere. Bila wan sînga te neheje.. eyba reşî fedî nema ye. Tu ku de çûyî jî bi destê qîza xwe bigire.
Bi çavên hêvî westîyayî. Konê hêvîyê hêdî hêdî li ser min biçûk dibû û min nema karî bêhna xwe berdim.. Melîhe, Fatme, Sakîne û Xedrê ketibûn nava nîqaşên virt û gotinan yek digirtin û yek vedikirin.. carinan du sê nîqaş bi hev re vedikirin. Di vê taxê de tu gotin ji dev wan nediflitî. Ez ji hundir ji xesûya xwe xelas bûm ku hinekî bêhna xwe vedim. Ji ber bayê hatim ber baranê, di ber gotinên wan re îskesîka min dihat. Ma ji bilî dilê min heye ku tê de bêjim û min di dilê xwe de digot ”Ey Dijwar. Ez ê niha çi ji xwe bikim, berê xwe bidim kê. Ku ez xwe bikujim, wê piştî min şîrîn li ortan rezîl bimîne, ku ez li vê jiyanê bimînim mirin bi xwe ye, lê ku Osman rastî min bixwaze ez ê ji te re çi bêjim, ecebe ez û keça xwe birivin û ji vê jiyanê koç bikin. Ax Dijwar te bidîta piştî çûyîna te çi ji min kirin. Piştî çûyîna ebeyeke reş li min kirin, ji hemû deran mehrûm mam. Hemû karûbarê malbatê li ser milê min bû. Herzar çîrok û çîrvanok li ser min gotin yên dibin û nabin”. Ji nişka ve sakîne bi dawa min girt:
-Ma tu hatî vê derê bêdeng bî. Ê de bêje wê rojê te û Osman li derve pêş derî ji hev re digot. Heke tiştek heye bêje ha fedî meke. Wela bê mêr nabe. Mêr her tişt e. Xwedê Hesoyê min ji min mehrûm neke. Duh Heso ji min re cilşoyeke ser kehrebê anî û du mirîşk jî anîn. Way ez pê re qeherî û min jê re got”Heso!.. Ku te cilşo neanîbaya, tu yê xwe nekî ba min”
Jinan bi hev re kirin pîrqînî. Melîhê destên xwe hirdimalandin:
Erê wela mêr wanî ne, heta ku tiştekî ji te re neynin. Heram be ku me merî wan di ba xwe ke.
Êdî şev tarî dibû û bi rûnişkandina wan re dilê min tarî dibû.. jiyan bixwe dibû hesreta jehrekê û li min digerîya. Ew bi çi difikirin û ez û Dijwarê xwe me bi çi difikirî. Nizanim ev jiyan çawa herimî ye û çi xezeb bi ser min de hatiye. Gelo di qedera me de wisa hatîye xêz kirin. Her ku min dixwest ez rabim Melîheyê bi patika min digirt û bi zor ez didam rûnişkandin. Ez a reben axaftin ji min re bi tirs bû.. axaftin ji min re qedexe bû. Tenê mafê min ê guhdarkirinê hebû. Êdî Fatme û Sakîne qaqilên dendikan ji dawên xwe daweşandin û dixwestin herin malê. Sakîne di ber xwe de got:
-Niha Heso were mal. Min hîn şîvek jî jê re nekirîye.
Her duyan bi hev du girtin û çûn û hîna jî axaftinên xwe berdewam dikirin. Şîrîna min ji nava zarokan hat bi tevî cilên xwe yên qirêj. Bi dengê kenê wê re ruh bi min hat. Min ser rûyê bi destmalê paqij kir. Min bi destên wê gir û çawa kê bikevim ser rê. Xedrê gotina xwe mîna şeqemekê di rûyê jiyana min de lêxist û got:
-Yên wan mêrên wan li benda wan e, lê tu yê bi ku ve biçî?!..
Min rûyê xwe ji wan birî, pişta xwe da wan û hêdî hêdî da ser rê û meşîyam. Û min ev pirs ji xwe û we kir:
-Gelo ez ê bi ku ve biçim?!…

Leave A Reply

Your email address will not be published.