شرمولا
Kovareke Wêjeyî, çandî, Werzane ye

Hêvîya Di Hembêza Şevekê De- Zinarîn Dîyar

0 122

 

Di şeveke zivistanê de ku ewrên reş xwe li ezman pêçabûn, bayekî cemidî weke kêrê rûyê mirov dibirî, lewma herkesî ji tirsan xwe di malên xwe de kilîd kiribû. Xecê  li ber sobeyê rûniştibû û çavên wê li ser agirê çiraya ku hundirê malê ronî dikir, zîq mabû. Her kêlîyê li saeta bi dîwarê malê ve daliqandî dinêrî,  kesereke kûr dikişand û dîsa awirên xwe vedigerand ser çirayê. Xewa şevan lê heram bibû, te digot qey saet dijimart ji bo lê bibe sihar. Carcaran di şibakeyê re jî li derîyê hewşê dinerî, weke ku li hêvîya kesekî/ê be. Ji rûyê wê dîyar bû ew li benda mizgînîyekê ye ku dilê wê yê şikestî û xembar şad bike. Xecê nîyetek xistîye dilê xwe de û hêvî dike pêk were.

Ji dengê bablîsoka di hundirê wê de lîlan vedida, dengê bayê derve ku li şibakê dixist nedibihîst. Di cîhana xwe ya xem û hêvîyan de asê bibû û wer melûl melûl li çira, saet û derîyê hewşê dinêrî. Ger ew deng nehatibaya dê ev rewş heya berbanga sibehê bidomaya, lê bi carekê dengê derî hat. Hişk û ser hev li derî dixistin. Xecê ji xeyalên xwe veciniqî, ji cihê xwe pekîya, li derdora xwe nêrî, destê xwe dirêjî çirayê kir û çû odeya ku Xelîl lê razabû.

Xecê: Xelîl, kuro Xelîl ka rabe hinek li derî dixin.

Te digot  qey Xelîl bi salan ranezabû, wer ketibû xeweke kûr û haya wî ji bayê felekê tinebû. Xelîl ji siharê heya derengî şevê li kar bû û dema dihate malê jî ji hereket diket. Zûbizû ranediza lê dema radiza jî xew lê giran dibû. Jixwe bi cilên xwe yên kar razabû. Êdî ji karê zêde nema xweşik rûyê xecê, ne jî yê her çar zarokên xwe didît. Xecê gelek caran xwe bi ser de aciz dikir jî, lê wî dizanîbû çawa wê nerim bike û li ber dilê wê bigere. Xecê zû aciz dibû û difûrîya, lê tiştek di dilê wê de tunebû. Di heman kêlîyê de Xelîl bi henekan ew dikenand û kêfa wê xweş dikir.

Xecê ji milekî ve bangî Xelîl dikir, ji milê din ve dilê wê nedigirt wî ji xewa şirîn şîyar bike. Lê dîsa jî neçar bû gazî wî bike. Ji ber şev bû, herdu keçên wê yên piçûk û her du kurên wê jî di xew de bûn. Şev dereng bû, saet didu bû. Xecê dîsa bi çend dengan bangî Xelîl kir, lê valabû.  Xecê neçar ma ku wî bihejîne, bes çiqas ew dihejand Xelîl tenê xwe dilivand û digot bisekine xewa min tê.

-Kuro, ka rabe hinek li derîyê me dixin.

-Kî ye li derîyê me dixe,Kî ye?

-Ya rebî, tu ji xwe re bala xwe bidê, kuro ma ez ji ku dizanim kî lê dixe. Ka rabe derî veke ku em bizanibin kî li dêrî dide.

– Ma çawa bû?Kî di vê saeta şevê de hatîye ber derîyê me. Ma ew dîn bûye yê ku di vê hewayê de ji mala xwe derkeve. Keçê dibe dengê ba be, ne mumkine kes di vê saetê û vê hewayê de li derî bixîne.

Xecê bi hêrs got: Ka hela, tu bala xwe bidê. Bêje ji min nayê ez rabim, ji xwe tu çavgirtî bi min re dipeyivî.

Dema Xecê ev gotin kir, deng ji Xelîl nehat,  xewê ew  zevt kiribû û lê giran bibû.

Xecê rabû û di ber xwe de got: Emrê min ji xwedê re, ma ez çibikim, ka ez ê derî vekim.

Xecê berîya ku derkeve hewşê kêlîyekê dudulî jîya. Gelo dibe ku birastî jî ew dengê ba be.

Xwe bi kurkê Xelîl ê bi hêwanê ve daliqandî nixumand û derkete hewşê. Ba nefesa mirov diçikand. Li alîyê serxetê berf hatibû, ji ber wê bayê ku ji wir dihate binxetê sermaya berfê bi xwe re dianî. Xecê tucarî sermayeke wisa zuha û hişk li Amûdê nedîtibû. Tê bê qey tu kes di vî bajarî de tunebû, ji dengê mirovan xalî bû, tenê dengên xwezayê mîna ku bi hev re ketibin cengê, dihate bihîstin. Reşahîya şevê saweke cuda li ser mirov çêdikir, dengê ba jî hestekî cuda dixiste dilê mirov.

Xecê tewekula xwe avête ser xweda û çû ber derîyê hewşê, hinekî guhdar kir. Piştî kêlîyekê ma, careke din derî bi lez lê ket. Xecê di ber xwe de got: Ya rebî tu me bistirîne. Ba çiraya di destê wê de vemirand û her der tarî bû.

Vê tarîtiyê tirsa di nava dilê  Xecê de mezintir kir. Lê çibike, gihiştibû ber derîyê hewşê. Vê carê ji kêlekên derîyê hewşê ve ronahîyek xuya dikir, Xecê destê xwe avêt mifteya derî û bi sê dengan ser hev bankir: Ew kî ye? Lê bersiv nehat. Xecê vê carê bi dengekî hêl, qîr kir û got: Ew kî ye li pişt derî?

Dengeke westîyayî û ciwan bersiv da: Ez im, ez.

Xecê matmayî ma û di cihê xwe de cemidî. Ev deng jê re nas dihat, dengekî ku du sal bû ji guhên wê qut bibû, lê di hundirê xwe de her dibihîst. Dengekî ku ji bo Xecê bibû hesret.

Xecê derî vekir. Nedizanîbû bawer bike yan na. Piştî kêlîyekê ku wiha ma, bi dengekî kelogirî qîr kir ‘Dîyar’ û xwe avête hembêza wî. Du sal berê xebera şehadeta Dîyar bihîstibû, lê qet û qet bawer nedikir, ji xwe re gotibû heya cenazeyê wî nebînim, heya rûyê wî carekê neramûsim û bi destên xwe axê neavêjim ser tirba wî, ez destê xwe jê naşom. Û her çavên wê li benda vegera Dîyar, kurê wê yê delal bû.

Dîyar û dîya xwe çend xulekan hevdu hembêz kirin, Dê digrîya û kur jî ew haş dikir. Xecê bi sermayê bi tundîya ba nedihesîya, bedena wê bibû agir û pêl bi pêl dixwest li dora kurê xwe bigere. Lê Dîyar cemidîbû. Dayê ew bire hundir û li ber sobê danî û got: Ka kurê min tu cemidî ye xwe germ bike, berxê min ez ê herim bangî bavê te bikim, bila ew jî bê û te bibîne.

Dîyar bi dengekî nizim got: Na dayê, dev jê berde.Vê şevê bila ew razayî be. Ka ez hinekî te bibînim, ez jî westîya me, bila bimîne sibehê. Ji xwe zêde dema min nîne.

-Kurê min, çima dema te nîne? ma tu yê bi ku derê ve herî?

-Dayê, ez ê herim cihê ku ez jê hatime, tu dizanî hîna li ser welatê me êrîş hene. Ma dibe ez hevalên xwe bi tenê bihêlim û bêm li malê rûnim? Lê hêvîya xwe qut neke, ez ê dem bi dem werim û te bibînim.

– Kurê min ev du sal in çavê min li devê rîya te bû, her kesî got şehîd ketîye, lê min qet bawer nekir, her min dizanîbû ku tu li cihekî asê ma ye û tu yê rojekê vegerî, niha jî tu dibêjî ez ê herim, neçe kurê min bes e êdî li ba dîya xwe be.

-Dayê tu çawa tiştek wiha ji min dixwazî, ez dizanim bê te çiqase êş kişand lê jibîr neke ku ev êş ne tenê ya te ye. Gelek hevalên weke min hene ew jî delalê ber dilên dayik û bavên xwe ne. Lê ez nekim yê din neke wê çawa welatê me bê parastin. Bila êşa te ji bo te bibe hêz dayê û serê te bi min bilind be.

-Kurê min serê min her bilind bû ji ber te, lê ez jî bêrîya te dikim û bi hesreta te dijîm, ger tu dîsa biçî jî zêde dûr nekeve hema bera carê ez te bibînim.

-Xeman mexwe dayê, kîjan kêlîya tu bixwazî ez ê bêm gel te. Tenê bila hêvîya te herdem hebe ku em ê hevdu bibînin.

Xecê kesereke kûr kişand û bi destê kurê xwe girt, dît ku hîn destê wî wek bûzê cemidî ye. 

-Wey mala min şewitî kurê min tu diber sobê de yî jî, lê hîn destên te cemidî ne ka ez rabim nivînên te deynim ji bo ku tu di nav wan de germ bibî.

Xecê nivînên  xwe û dîyar danî ber hev û heya siharê ew danî ber hembêza xwe.

Xelîl bi dengê zîla saetê ji xewê şîyar bû, li saetê nêrî.  6’ê siharê bû. Li derdora xwe nêrî, dît ku Xecê ne li hundir e. Fêm kir ku Xecê li odeya din raza ye. Çû çay danî ser ocaxê û çû odeya ku Xecê lê raza bû. Dît ku Xecê vedayî ye û wêneya Dîyar xistîye hembêza xwe û wiha ketîye xewê.

Xelîl: Xecê, ka rabe here odeya din, xwe binixumîne û raze.Tu wisa li vir di xew de çûyî, tu yê bicemidî.

Xecê ji cihê xwe çeng bû û matmayî li Xelîl mêze kir.

-Te Dîyar dît?

Xelîl bi rûyekî şaşmayî lê mêzand û got: Xecê, tu li ser hişê xwe yî?

Xecê li wêneya di destê xwe de nêrî û li rûyê Xelîl mêzand û got: Tiştekî nebêje, bihêle ku ez bawer bikim ku ew rastîbû. Dîyarê min sax e, ew li cihekî pîroz e û carcarn ew ê bibe mêvanê şevên min. Şevên min vê hêvîyê dê hembêz bike.

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.