شرمولا
Kovareke Wêjeyî, çandî, Werzane ye

Hezkiriyên tariyê- Helîm Yûsiv

0 308

 

 

 

 

 

 

Li Amûdê, mala me li derveyî bajêr bû. Bi şev di wê kolana dirêj re ya ku mala me digihîne navenda bajêr, ji ewte ewta kûçikên har û ji ber sawa tariyê kes newêribû di wê kolanê re bimeşiya. Zêdeyî deh salan xelkê da pey Şaredariyê da ku lempeyan deynin. Dawiya dawî daxwaza wan pêkhat û li seranserê wê kolana dirêj lembeyên mezin rêzkirin. Ronahiya wan şeva bajêr jî kiribû roj. Wê rojê kêf kêfa xelkê bû, lê kêfa me zarokan mezintir bû. Ji ber ku me xweşiya herî mezin di dinyayê de keşif kir. Ew jî ew kêlîka ku kevirê di destê yekî ji me de difiriya ber bi lembeyeke mezin de û gurmînî jê tanî. Ew li ber lingê me dibû piçik û parî û bajar jî diket nav dilê tariyê. Her ku lembeyeke nû datanîn, pêre pêre zarokên nîşandar du lempeyên din dişkênandin. Hetanî ku Şaredarî jî nema di ber kirîna lempeyan re giha û ew kolana dirêj careke din ji dêvla ku mirov lê bimeşin bûbû cih û warê kûçikên şevê.

Heta niha min ew eşqa şikenandin û vemirandina wan lempeyan û dijminayiya bi ronahiyê re baş fêm nekiriye.

Nizanim ji ser qehrê bavên me yên zalim re bû yan jî ji ser qehrê Hikumeta ku ew lembe danîbûn re bû!

Tenê ez dizanim ku her yekî ji me dema lembeyeke vêketî ji jor de tanî xwarê, bi kêf û şahî direqisî û mîna generalekî biçûk ku di şerekî mezin de biserketibe pozbilind û jixwerazî dimeşiya.

***

Di ser wan rojan re salên dirêj derbas bûn. Min hemû lembeyên bîranînên xwe, careke din, şikenandin û di nav tariya hiş de, min destên xwe pelandin û bi pênûseke ku her gav li ber şikenandinêye min jî, wekî gelekan ji wan generalên biçûk, çîrok û roman nivîsandin.

Niha dîsa ez, bi hestên wî generalê bê nîşan û medalî, tevdigerim. Çeka min pênûs e. Artêşa min ji hezarên peyvan pêk tê û ala min jî ji wê ronahiya têkçûyî rengên xwe girtine.

Leave A Reply

Your email address will not be published.