شرمولا
Kovareke Wêjeyî, çandî, Werzane ye

Ji himêzkirina wî têr nebûme- Zinarîn Diyar

0 247

Demsal bihar bû, heyva nîsanê bû, heyva herî ku mirov tê de xweşikbûyîna biharê dibîne û bêhna şînkahiyê dikşîne hinavê xwe. Ezman şînahîyeke weha xweşik mîna kirasekî li xwe kiribû ku mirov ji meyzandina wê têr nabe. Bayekî hênik û tenik her ku li rûyê zarokên vî welatî dida, aramiyeke mezin di giyanên wan de ava dikir. Her çendî lı ser vî welatî gelek caran êrîş, talan û wêran hebû ye jî, lê xweza mîna ku herdem bi vî welatî re rû li ken be, hêviya jiyanê di dilên zarokên wî de şîn dikir. Mîna ku xwezaya vî welatî li hember xêrnexwazên ku dixwestin vî welatî ya bikin yê xwe yan jî tune bikin di nava berxwedanîyekê de be, geşbûyîna xwe, herkîna çemên xwe, kulîlkên rengerang û sekna çiyayên bilind ên ku çar demsalan bi hevre jiyan dikir berê xwe dabûne hev. Xweşikbûyîna vê xwezayê îlhameke weha dabû komeke keçên ciwan ku li gel hev rûniştibûn  û li Roksen guhdar dikirin.

Roksen bi bejna xwe ya narîn û ciwan ku hîn di temenkî biharî de bû, xwe ji nava qerebalixê kişandibû û li bin siya holikê de xwe dirêj kiribû, kezîyên xwe yên reşî dirêj avêtibû pişt xwe û herdu destên xwe jî xistibûn bin serê xwe de, çavên xwe girtibûn, bi rûkenî bê deng mîna ku raketî be, lê ew bixwe şiyar bû û di nava aramiyekê de dihizirî.  Roksen ji welatê xwe gelekî hez dikir, lê nedixwest weke her keçekê ku di civakê de dijî jiyan bike, serê wê tije pirs bûn, dizanîbû ku tiştekî kêm di jiyana wan de heye, li bavê xwe dinêrî mirovekî belengaz ku di halê xwe de ye, carcaran zû aciz dibe ji çi û ji kê aciz dibe jî nediyar e, lê zû nerm jî dibe û zû li ber mirovan digere, herdem dixebite, geh hemaltîyê dike, geh bi dayika Roksen re diçin zeytûnan didin hev, hema bêje çi karê bedenî têkeve ber wî de dike, lê tim jî xizan bû û bi zorê jiyana wan a rojane diqediya. Tevî vê yekê jî nedixwest ku zarokên wî muhtacî tiştekî bin, çi xwendin be çi jî pêwîstiyên jiyana rojane be ji zarokên xwe re dabîn dikir. Roksen Li dayika xwe dinêrî her çendî tim rûken ba jî lê di çavên wê de şikenandinek heye û xemgînîyeke kûr ku nehatîye ser ziman di mêzandinên wê de serwer bû ye. ev meyzandinên han herdem bala Roksen kişandiye û di giyana wê de êşek daye ava kirin. Roksen ji xwe re digot xwezîya min bikarîba van meyzandinên dayika xwe bida guhertin, lê çawa…wê jî nizanîbû. Li keçikên hevalên xwe yên weke wê di temenên 15 salî de bûn dinerî weke ku daxwazîyeke di dilên wan de heye lê ew jî weke wê bûn, nizanin daxwazîya xwe bi nav bikin didît.

Roksen tevî ku serê wê bi pirsên giran û tevlîhev dagirtî bû, lê dîsa jî rûyê wê aram disekinî, di hindirê xwe de ronahîyekê jiyan dikir, cîhaneke xweşik di serê xwe de zindî dikir û hêdî hêdî ronahîya di hindirê wê de mezin dibû û bersiva pirsên xwe didît. Tam di wê kêliyê de Bi dengekî ku bi navê wê bang dikir ji kûr ve dihat, Roksen ji cîhana wê ya bi tenê derxist, bi çeng rabû rûnişt û li derdora xwe nerî. Çavên wê yên reşî zeytûn î yên mîna darên bajarê wê Efrînê di nava mereqan de li derdora xwe dinerî, ji xwe re digot gelo ev kîye ban min dike. dengekî weha mirov hişyar dikir û sêweke ne ya mîna tirsê, sêweke ku mirov bi cesaret dikir dikşande ber bi xwe de….

Roksen rabû li ser lingê xwe sekinî û li derdora xwe meyze kir, tu kes nedidît, lê deng hîn jî berdewam tê. ew kesê ku bang dikir mîna ku wê nas dike ha dibêje: ‘Roksen Roksen keçka delal Roksen ka rabe were xwe bighîne min, ez li vir li benda te me’. Roksen ji xwe re got ka ez ê bi alîyê deng de biçim bê ev kîye weha ban min dike. Roksen li şûna ku di rewşeke weha de bi tenê bi tirsîya û bi guman nêzîk bûba berovajî vê yekê mereqê xwe li dilê wê danî bû û ew deng tê de rehetîyeke bê dudilî ava dikir.

Roksen ji cîyê ku lê xwe dirêj kiribû bi çend gavan dûr ket, dît ku yek li wê derê rûniştîye û bi rûyekî beşûşî li alîyê wê dinere. Roksen şaş ma çawa bû ku ev kes ewqas nêzîkî min bû û dengî weha ji kûr ve dihat! mîna ku di newalekê de bang bike ewqas bi seda dihat!. Li gel vê şaşmayîna xwe jî bê dudilî ber bi wî kesî ve çû. Dema ku gihişte gel wî matmayîna wê zêde bû. Ew kes jê re weke yekî nas dihat, lê bi xwe tu carî ew nedîtibû,  gelo li ku derê ev rû dîtîye, yan dişibîne hinekan, Roksen di milekî de ji xwe dipirsî, her weha gelek îhtîmal di serê xwe de bir û anî, di milekî din de jî li rûyê wî kesî bi rûkenîyeke tenik dimeyzand.

Roksen çû cem wî kesî rûnişt û li çavên wî nerî. Keseke weha bû ku çavî wî mîna sitêrkên asîman diçirisîn, rûyê wî yê li ken tijî hêvî bû, di heman demê de jî awirên wî tûj bûn, lê tujbûyîneke ku mirov dixiste nava hizran de, nava lêgerînê de. Roksen mîna evîndarekê mabû lê temaşe dikir û ji dilê wê dihat ku vî kesî himbêz bike, lê tişteke ku wê asteng dikir hebû, ew tişt çibû bi xwe jî ne yeqîn bû. Roksen biryar da ku vî kesî himbêz bike û pê re biçe cihê ku ew lê ye. tam di kêlîya ku Roksen destê xwe ji hev vedikir mileke din destê xwe davête milê Roksen û ber xwe ve dikşand, Roksen dixwest xwe ji wî destî xelas bike lê nikarî bû ew destê ku wê dikşand ewqas giran û hişk bû ku hema bêje tevayî canê wê ji ber diêşa. Ew destê hişk ku Roksen dikşand di heman demê de wî jî bang lê dikir û digot: Roksen Roksen ka rabe. Roksen bi vî dengê him bi tirs him reben çavê xwe vekir û dît ku hîn li bin sîya holikê  razaye, ro diçû ava û dunya jî hêdî hêdî tarî dibû. Destê bavê wê jî li ser milê wê bû û wê dihejand da ku çavê xwe ji xewê veke. Roksen weha acêb mayî li bavê xwe meyze kir bavê wê jî jê re digot: ka rabe keça min tu tenê li vir maye, dayika te got qey tu li pêşîya wan çûye malê, piştî ku em gihiştin me dît ku tu ne li malê ye, me nas kir ku tu li van deveran di xew de mayî. Ji ber ev ji te re bû ye adet.

Roksen ji milekî de xwe vehesandî hîs dikir ji milekî de jî li ser xewna xwe dihizirî. Bes wê ji xwe re digot ev çi xewneke mîna rastîyê bû. Nema dizanîbû ne xewin didît ne jî rastî bû. Dema ku ji tepeyên biçûk dadiketin bavê wê bi ser de bi rengekî nermik xwe aciz dikir.

Bavê Roksen: Eybe keça min êdî tu bû ye qîz, tu çawa bi tenê weha li çolan dimînî, di dil xwe de em bi hev re hatin vir û ji bo ku tu hinekî li gel destgirtyê xwe rûnî  em li hev civîyan, te xwe ji nav me kişand û xwe nebedî kir.

Roksen bi hêrsekê bersiv da: Yabo tu çi ji xwe re dibêjî destgirtîyê çi û halê çi, min sed car ji we re gotîye ez mêran nakim, ez dixwazim xwendina xwe temam bikim.

Bavê Roksen: Keça min xwendin bes e, vaye tu niha diçe sefa dehan îsal jî bi dawî bike û bes e, ne gereke keçik ewqasî bixwîne, ma win bixwînin hunê çi bikin. Ji bo zewacê jî me ne gotîye te niha mêr bike, lê herî kêm nîşaneya te mê çêkin û piştî ku destgirtîyê te eskerîya xwe xelas bike bi xêr wê demê em ê daweta we çêkin, ji xwe wê demê jî ew ê temenê te ji bo zewacê munasib be, bese keçik 18 salî êdî gereke bizewice, tu ne eqes biçûk î jî keça min.

Roksen dît ku çiqas nîqaş bike vala ye, ew ê her bavê wê bêje eybe, tu keçik î, ev gotina ku herî zêde jê aciz dibû. Çi bavê wê çi diya wê dema ku jê re ev gotin digotin Roksen di hindirê xwe de aciz dibû û ji xwe re digot ya rebî ma qey mirov keçik be sûc e yan guneh e. Herdem ev şîretên bi vî rengî serê wê tevlîhev dikir û gelekî pê nexweş dihat. Roksen bi xwe jî ji xwe re xwendin dikir hincet. Ya rastî derdê wê ne xwendin bû, li gel ku di dibistanê de gelekî jîr bû, lê herdem xwe weke xerîbekê didît. Bi taybet dema ku mamosteyan ew hişyar dikirin da ku bi zimanê kurdî neaxivin. Ev yek tê de hîseke bindestîyê ava dikir. Lê dîsa jî ji bo ku ji zextên kevneşopîyên ku li ser keçekê di hundirê malê de tê ferz kirin xelas bibe, derketina ji malê û çûyîna dibistanê hinekî wê vedhesand.

Roksen dema ku gihişte malê, vê carê jî dayika wê dest pê kir, mîna kasêteke ku tu dubare li heman sitranê guhdar bikî, lê bi dengê hozanên cuda be. Roksen çû odeya xwe li gel her pênc xwişkên xwe, Ji xwe ew keça mezin bû, li kêleka xwişka xwe ya herî biçûk xwe dirêj kir û batanî kişande ser serê xwe.. Xewna wê dihate bîra wê, dixwest ku ji xwe re şîrove bike bê ka ew çi xewn bû, gelekî di bin bandora wê xewnê de mabû, ji xwe hîn jî ji xwe re digot gelo ew xewn bû yan rastî bû, di wê kêlîyê de betanî ji ser serê xwe rakir û çavê wê li wêneya ku bi dîwarê li hember wê ve daleqandî bû ket. Roksen ji nişka ve de çeng bû û rûnişt. Ma bû li wêneyê dinerî. Weke ku nû xewna wê di serê wê de zelal dibû û ew kesê ku di xewnê de dît nas dikir. Di wê kêliyê de dayika wê mîna her car derbasî odeya wan bû ta ku meyze bike bê kes ji zarokên wê ne vedayine ji bo ku wan binixwimîne. Ji ber ku dawîya payîzê bû bi şev serma çêdibû. Dema ku dayika Roksen ket hundir û çav li Roksen bi wê rewşa wêyî ku rûniştî û maye ziq li wêneyê dinere ket di ber xwe de got: bismilleh, keça min Roksen çibûye qey tu razabû û te xewnên ne xweş dîtiye tu weha rabûye rûniştiye.

Roksen li dayika xwe meyze kir û keneke tenik di rûyê wê de xwe da nîşandan. Piştre got: tu zanî dayê îro dema ku ez li holikê di xewde çûbûm min xewneke acêb dît.

Dayika Roksen: xêre keça min ev çi xewin bû, tu bi tenê maye ji bo wê te xewnên nexweş dîtiye û tu tirsîya ye.

Roksen: Na dayê ew bi xwe xewneke xweş bû, lê piştî ku bavê min hat û ez hejandim nexweş bû. Dema ku weha got kenîya û pişt re jî weha berdewam kir: Tu zanî dayê ez bi xwe jî niha nû nû fam dikim bê xewna min çibû. Ma ne ez ji zaroktîya xwe de tim ji bavê xwe re dibêjim ka rojekê em herin şamê ji bo ku Serok APO bibînin, ev mereqa min î ji zaroktî de bû. Îro min ew di xewnê de dît dayê, weha şêrîn weha mirovekî ku xwîna min li ser dikeliya mîna ku ez bi salan wî nas bikim û jê dûr bûm. Min dixwest ez wî himêz bikim bes bavê min nehişt.

Dayika Roksen weha acêb mayî mabû li Roksen dinerî, pişt re jî jê re got: Keça min ev xewin bû ya ti ji xwe re xeyalan çêdike. Çi di serê te de heye bêje Roksen. biner keça min erê rast e em gelekî ji APO’çiyan hez dikin, bes piştî ku keça apê te tevlî xwe kirin bavê te aciz bû û wan û hevalan dilê hev hiştin. Ev pênc sal ji bo ku em gotina bavê te û ya apê te li erdê nexin em nahêlin ku heval derbasî mala me bibin.Lê em ji APO hez dikin bavê te jî ji APO gelekî hez dike keça min. Bes APO’çî bi aqlê zarokên me dileyzin, ji bo wê em newêrin xwe nêzîkî wan bikin.

Roksen weha li dayika xwe meyze dikir û qet bala wê ne li ser dayika wê bû. Ew ji zaroktîya xwe de gelekî ji hevalan hez dikir û di serê xwe de plana ku hevala bibîne datîne. A dinî rojê Roksen çû mala hevala xwe ji ber dizanî bû ku heval diçine mala wan. Roksen çend rojan ser hevdû çû mala wê hevala xwe heya ku rastî hevalan hat. Dema kete hewşa mala hevala xwe du heval li hewşê runiştî bûn û di nav wan hevalan de hevaleke ku beriya 6 salan li wir xebat kiribû dîsa nû hatibû wê derê, ji bo ku xebatê bimeşîne, çawa Roksen ew dît nas kir, xwe avêtîyê û got: hevala çîçek ma te ez nasnekirin, ez Roksen im. Hevala çîçek Roksen himêz kir û got :wey Roksen ev tu ye, tu çiqasî mezin bû ye, tu hîn weke berê jîre yan na.

Roksen bi hevala çîçek re rûnişt û tevayî meseleyên ku di nava malbata wan û hevalan de qewimî bûn got. Pişt re qala xewna xwe kir, ji hevala çîçek re got ku ew dixwaze bi rastî jî Rêber APO himêz bike. Hevala çîçek lê meyze kir kenîya û got: Roksen ji xwe em difikirin ku gurubeke tevlîhev ji ciwan, mezin û zarokan bişînin gel Serokatî ji bo ku tevlî civîna Serokatî bibin. Bes di vê rewşê de destpêkê pêwîste ez malbata te bibînim.

Piştî wê hevdîtinê hevala çîçek çû mala bavê Roksen. Roksen pir ditirsiya ku bavê wê û dayika wê nebaş nêzîk bibin, lê ecêb mayî ma dema dît ku bavê wê hevala çîçek himêz dike û di heman demê de jî bi henekî dibêje: wele em hevala nahewînin bes em te dihewînin ji ber tu hevaleke me ya kevn î. piştî ku xwarin bi hev re xwarin û çayê bi hev re vexwarin, bavê Roksen û diya Roksen gilî û gazinên xwe ji hevala çîçek re kirin hinekî vehesîya bûn. Hevala çîçek jî di şêwazê xwe yê îqna kirinê de gelekî jêhatî bû. Wan jî li hevala çîçek guhdar dikirin û gelekî bi hurmet nêzîk dibûn. Hevala çîçek ji bo çûyîna Roksen ya gel Serokatîyê ji wan re got, bavê Roksen li wir got heval ma çênabe ez û wê bi hev re biçin, Roksen ji vê yekê re hîn matmayî ma, qe hêvî ne dikir ku bavê wê weha nêzîk biba ya, di dilê xwe de got: ez zanim bavê min mirovekî nerm e, lê min nizanî bû ku ewqas jî nerme û wê weha bi hesanî haş bibe.

Dayika Roksen jî bi ken got: heval ma ka çênabe em malbat hemû bi hev re herin. tev bi hevdû re kenîyan û sohbeteke gerim di civata wan de dest pê kir. Ji xwe ew roj hevala çîçek li gel wan raza, bi Roksen re jî di nava cîyan de sohbet kirin.

Roksen û bavê xwe piştî hefteyekê tevlî 20 kesan çûn şamê mala Serokatî. Dema ku tev bi hev re rûniştî bûn Serokatî derbasî hundur bû û silav da tevan. Roksen bi kelecanekê Serokatî himêz kir. Serokatî jî destê xwe ser serê wê re bir û got vaye keçên me yên ciwan jî hatine. Pişt re Serokatî dest bi civînê kir û civîn 4 saetan berdewam kir. Di civînê de Roksen çavê xwe qet ji ser Serokatî qut ne dikir weha bi heyrantiyekê lê temaşe dikir. Mîna ku bersiva tevayî pirsên xwe di wê civînê de digirt weha dilê wê şad dibû. Roksen li milekî bi baldarîyeke pir mezin li gotinên Serokatî guhdar dikir, li milekî din jî ew gotinan di serê xwe de dibir û di anî. Mejîyê Roksen bi gotinên Serokatî dihate neqişandin û mîna zarokekê rûyê wê geş dibû. Roksen carekê çavê wê li bavê wê ket û dît ku bavê wê jî pir bi baldarî guhdar dike, rûyê bavê xwe cara yekemîn ewqas aram didît.

Piştî ku civîn bi dawî bû,  tev bi hev re li gel Serokatî xwarin, xwarin, Serokatî li ser xwarinê jî bi her kesî re di nava dan û stendinê debû. Di dema ku her kes xatir dixwest Roksen weha di cihê xwe de cemidî mabû. Destê wê ji Serokatî û wî cihî nedibû. Roksen çû cem bavê xwe û got: Yabo ez dixwazim tiştekî ji te re bêjim.

Bavê Roksen li Roksen nerî û destê xwe danî ser milê wê û got: ez zanim tê çi bêje keça min, min jî li vir baştir fêm kir bê çi di dil û mejîyê te de heye. Roksen bavê xwe bi germahiyekê himêz kir û got: Yanî te fêm kir ez çi dixwazim yabo, ez dixwazim Serokatî herdem himêz bikim. Ez bûme mîna evîndareke ku evîna xwe wenda kiribe û ji nişkave dîtibe. Ez ê nikaribim dûrî vê evînê jiyan bikim yabo. Bavê Roksen eniya Roksen maç kir û hêsirên wî yê ku herikîn ser rûyê wî paqij kir. Pişt re jî destê xwe li pişta Roksen da û got: here keça min here, bibe bûka welatê xwe, daweta herî mezin ev e ku mirov di welatê xwe de bi ser bilindahî û ser firazî govend bigre. Roksen di dilê xwe de digot bavê min zanisteke veşartî bû, lê ne wî xwe nas dikir, ne jî derdor wî nas dikirin.

Roksen bi demê re ev rewşa han hîn baştir fam dikir ku li welatê wan jiber ku her tişt hatiye qedexekirin, cewhera mirovên vê xakê her dem veşartî maye, dema ku derfeteke biçûk bi qasî kêlîyan be jî di şert û mercên azad de jiyan dike, wê cewhera xweşik û dewlemend derdixînin holê. Ji bo bavê wê jî ew şert û merc hatibû. Ew kêliya ku li gel Serok APO li rastiya civakî û zextên pergalên dagirker yê ku li ser civaka wan kurdan hatine ava kirin guhdar dikir, kûranîya hestên wî û hizrên wî jî zelal dibû. Roksen ji hevalên xwe yê ciwan re dema ku qala van kêliyan dikir û çawa Serokatî bi kelecanekê himêz dikir, ew êdî li çiyayên zagrosê bû û fermandarke li pêş bû. Roksen ji hevalên xwe yên şervan ku piranîya wan nûh bibûn gerîla re got ji wê demê de ez Serokatî himêz dikim û ji himêzkirina wî têr nebûme.

Leave A Reply

Your email address will not be published.