شرمولا
Kovareke Wêjeyî, çandî, Werzane ye

Konevan xidiro – Pêşeroj Cewherî

0 272

 

Xidiro gundiyeke ji van gund û çolistanên welatê me ye, di gundê xwe de pir bi nav û deng e, lê bi awayekî bedkarî û neyênî, pir neyênî. Ew bi xwe dizane û hest pêkiriye, ku lapera wî di jiyana gunde gelekî reş bûye, pîrût û çirûk bûye ji ber ku di jiyana gundê xwe de ne pabendê çi tiştekî bû.

Belê, bi her awayî rastîneya wî hemî tinazî û pêkenîn bû. Ne dabûnêrîtên gelê xwe dipejirandin û ne tiştekî nihxwaz û erênî ji bo pêşerojê pêşniyar dikir, gava li civatekê amade dibû ew civet pûç û vala dibû. Bi kurtayî,  mirovekî çepel û serberdayî bû, wî bi xwe ev rastî weke me got dixêzên borî de xweş dizanî, ji ber vê çendê û ji bo ku nav û dengê xwe rizgar bike li çareseriyê digeriya.

Rojekê du rojan piştî çendakê Xidiro biryara xwe da, da ku bibe endamê partiyekê û bi vî awayî daxwaza xwe rakir da ku karê Konevaniyê bike, ji bo kesayetiyek nû ji xwe re ava bike di nav hevcivatê de, ango tevgera xwe ya reş a civakî  dicilşoka konevaniyê de spî bike, gava şêniyên gundê wî bihîstin ku Xidiro bûye endamê partiyekê, ji hingê de navê wî kirin: konevan Xidiro, ne bes bû endamê partiyekê, lê belê bû berpirsê kar û barê rêxistinî di hundirê partiyê de, ew karê neyênî ku di jîngeha gundê xwe de dikir, heman kar li ser asta rêxistinên konevaniyê jî kir.. û ew gend û gemar bi xwe re anî.

Herdem ji hevalên xwe re tekez dikir û digot: dem wilo dixwaze, mirovê pak ji mere nabin.

Bi vî awayî, partiya xwe gelekî aloz kir di nav milet de, ji ber ku diçûn kîjan gundî, gava xelkê nas dikir ku hevalên konevan Xidiro  ne, deriyê xwe li ber wan digirtin û digotin: konevan Xidiro ji gundê xwe re nabe hatiye welatekî ji me re ava bike.

Lê pêkenoka pir mezin rojekê konevan Xidiro serperiştiya civîneke berfireh kir, piştî peyvînek dûdirêj peyivî, hevlekî wan pirsek jê kir: Birayê Xidiro, Kurdistan çend parçeye û li ku derê dikeve?

Konevan xidiro: Kurdistan dikeve navbera Rojhilat û Rojava û ew bixwe bûye çar pênc parçe.

Heval: Tu dikarî ji me re binav bikî?

Konevan xidiro: Parçê Rojava, parçê Rojhilat, parçê bê roj û parçê hîn roj lê derneketiye..

Heval: Parçê hîn roj lê derneketiye kîjane?

Konevan xidiro: De hema vêya tu bêje.?

Heval: Ku min zanîba, min ji te nedipirsî.

Di vê derbarê de yekî din destê xwe Hilda û got: birêdana te be birayê Xidiro ez ê vê bersivê bidim.

Konevan Xidiro: Navê te çiye?

Yekî din: Navê min Azad e.

Konevan Xidiro: Azad tu hevalê me yî yan na?

Azad: ez bixwe serbixwe me.

Konevan xidiro: Birayê Azad. tu dikarî bersivê bidî?.

Azad: Parçê hîn roj lê derneketiye ev parçê ku em lê dijîn.

Konevan Xidiro: Na nerast e.

Azad: Belê, weke ez dibêjim rast e.

Konevan Xidiro: Tu çawa dizanî?

Azad: Ji ber ku roj lê derkeve wê yê wek te bipijivin û namînin.

Konevan Xidiro: Xwiyane tu ne ser bi xwe yî, tu hevalê wan partiyên tirsok û ne welatparêz î, tu mirovekî nizm û çepel î.

Û bi vî awayî pevketin,û ew civet gişt ketin navbera wan, da ku herduyan ji hev vekin…

 

 

 

 

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.