شرمولا
Kovareke Wêjeyî, çandî, Werzane ye

Name- Mufîde Koto

0 244

 

Di her dema ku dengê telîfonê dihat de, awirên min ber bi bejna te ve bilind dibûn, hêvîyên min bi dîtina te re difirîn. Hesteke cuda û xweş di dilê min de xwe serax dikir. Dîsa muzîka te xwe kire strana telîfona min û ji min re stra bendewarîya te ya ku her wext ez ber bi xwe ve dikişandim. Di nav hevalên xwe de bûm. Telîfona min recifî. Sorbûneke şermînî xwe li ser gulmên min pal da, ber ken bûm. Dilê min di nav lepên te de xwe nazdar dikir. Herî dawî dengê te, dengê te yê ku bi romantîkbûna peyvên xwe hişê min mişextî xilmatîyê dikir û ez û hestan ve direqisand ji xwe re. Çênedibû ku carekê bêyî gotina “delakê, hunguvê” axaftina me diqedîya, ji xwe tu car nediqedî, lê belê yekeyên me diqedîyana her wext û xatirê me jev dixwest. Tevî van hemû jîyankirinên hestîyar jî ta niha hasten ku di navbera me de xwe dikirin perde, hîna bê nan bûn ji xwe tişta ku ez binax dikirim jî ew bênavîya bû.

Te got:

  • Dîsa tu bi bêdengîyê re nîqaş dikî, ne?
  • Na vê carê pêşbînîya te ne di cih de bû.
  • Yanî niha tu şîvê dixwî?
  • Dîsa na.
  • Tu çi dikî, de ka bêje, sebra min nema?
  • Tu çi qas bê sebr î, bi te re ketime axaftinê, ma tu nabînî?

Wê wextê tu hinekî bê deng mayî, sankî tu bi tiştekî hesîya ji alîyê min. ji ber êdî ji gerokbûna hastên xwe qerifîbû. Min dixwest hem jîyan û hem jî hasten winda di mirovekî weke te de cîwar bikim. Lêgerîna min nediwestî. Hemû şîyan û hêza xwe ji bo ku cêwîyê jîyan xwe bibînim, dirijand.

Di bersivdanê de tu pir zîrek bûyî, lê nizam çima te ewqas dirêj kir bêdengîya xwe yan te jî weke min nikarî ji xwe û heza xwe birevîya yan jî bi wê bêdengîyê te bersiva erênîyê dida min.

Me herduyan telîfona xwe bêyî ku pê bihesin ji guhên xwe bi dûr xist û bi tevlîhevîya bûyeran re xwe mijûl kir. Dilê min rêwî bû, ta wê kêlîyê, lê ji dema tu dîtî û ta niha xwest di karaxên evîna te de dilê xwe cîwar bikim. Hîna ez û xwe nîqaşa me berdewam bû. Dema dengê lerizandina telîfonê hate guhên min, vê care ne weke her wext bû, dilsarî û bêzarîyekê ez di nava xwe de dihêrandim ta ku bê hêvî hêştim. Min got dike ku endamekî komîteya ku tê de dixebitim pirsgirêkek pê re çêbûye, ji bo wê jî ji min re lê didin.

Bi gavine xemsar weke ku diçim ser gora xwe bêmereqîyekê bi gîyana min girtibe, wisa ez çûm jûra ku telîfona lê bû ye. Nameya te bangî min dikir pê re jî bêrîkirinên te yên sotî gazî dilîna min dikir. Ta ku yekbûna xwe pê re biaşkêre û min bike dîlbera jîna xwe. Min vekir telîfon û li nameya te meyze kir. Bi pêşwazîkirineke evîndarî dilê te derîyê pêpelokên hezê li  pêşîya gavên erêkirinê vekir. Keyana min tev de  hejî û girî xwe lê pêşîya bîrewarîya winda ragihand.

Wê nameye ez ji nû de dam jîyankirin  û derîyê dilê xwe ji te re vekir, da ku valahîyên heyî bixetimînî tu, bi hezê.

Leave A Reply

Your email address will not be published.