شرمولا
Kovareke Wêjeyî, çandî, Werzane ye

Nivîskarê Min- Mîdiye Berekat.

0 231

 

Îro mîna sêwîyekê li vê malê dijîm, duh ez ketim xortekî ez ji erdê rakirim û ez anîm vî cihî.

Destpêka evîna min bi nivîskarekî bû, ez pir û pir delal dikirim. Her şev piştî kombûna xeyal, hest û ramanan dest davête nava min û me bi hev re semaya peyv û helbestan dikir… Carinan di nîvê helbestê de ez radimûsandim û ji min re digot:

– Ka ez ê bê te çawa bijîm, bê te evîn nayê nivîsandin?!

Dema wisa digot dêmên min sor dibûn û min rûpel jê re dixemilandin.

Belê ta duh bi sibê ez wisa pê re di nav evîn û cihekî bilind de dijîm, lê gava duh ji mal derket ez wek gulekê di ber berîka xwe re kirim û kêfa min çiqas hat. Nivîskarê min dixwest ku biçe pirtûkxweneya bajêr ta ku çend pirtûkan bîne.

Dema ew dimeşî kevirekî neçê ber lingên wî derket nivîskar lê vekulimî û ez ji berîka wî ketim. Min xwest xwe bavêjim hembêza wî lê ew rabû ser xwe, ez nedîm û pişta xwe da min û çû.

Min kir hawar, qêrîn û gazî. Min bang kir:

– Dilo, nivîskaro li min veger te ez li şûn xwe hîştim.

Lê dengê min qet neghîştê. Piştî ku ew li pêş çavên min winda bû min xwest  li nav çawîrê an di paş kevirekî de xwe veşêrim ta ku kesekî nezan min nebîne û nebim dîlê nezanîyê.

Piştî demeke kurt kesekî ez dîtim û bê nazikî ez rakirim û got:

– Min pênûsek dît, ka ez ê ji xwe re bibim mal.

Belê ji duh ta niha ez bê kar mame, çiqas bêrîya nivîskarê xwe dikim.

Nezanî û nexwendina vê malê wê bibe bela serê min, lewra ez ê xwe bavêjim erdê yan bimrim an jî rastî kesekî zane werim.

Leave A Reply

Your email address will not be published.