شرمولا
Kovareke Wêjeyî, çandî, Werzane ye

Sêwîyê Heftêsalî- Merwan Berekat

0 240

 

Arîşeyeke tal û sitûr mîna pêlên deryayeke selt li kendalên mejî û ramanên wî dihatin hev. Di serê wî de wêneyên maline hilweşandî… Beza segeyine ku dûvê xwe xistibûn nav lingên xwe mezin dibûn û hêdî hêdî dûûûr dûr winda dibûn. Pişata xwe dabû dîwarekî bejinxwar û ji xwe re digot:

– Ma hestî jî tî dibin?! Ma kevir jî têne avdan?! Dibêjin ku çiya jî dişewitin, lê bawer nakim.

Kezeba xwe ji bayê kesereke bêdeng mişt dikir, nihrînine çelmisî li hawrîdora xwe diçandin û şivliva zarokan di reşika çavên xwe dilîskandin. Hêdî hêdî pişta xwe di dîwêr re dixuşand, li ser kevirekî lihêmî rûdinişt û di hindurê daxwezên xwe yên pîr de li baskên bîranînên zaroktîya xwe siwar dibû. Çawa hildiperikî darên hejîrê… Çawa li gel bavê xwe diçû nav darên zeytûnê… Çawa li ber agirê pixarê guhdarîya çîrokê dêpîra xwe dikir… Çawa, çawa û çawa?

Nedixwest ji kişwera bîranînên zaroktîya xwe vegere û derbasî bajarê pîrbûna xwe û rûbadana çerx û feleka mirûzqurmiçî bibe. Hêdî hêdî bîranîn zirav dibûn û di pişt perdeyeke mijdar de winda dibûn. Çavên xwe hişk girtin û ji xwe re got: Gelo çend nav ji mirinê re hene? Mirov bi çend şêweyan dimre? Ma gelo tenê jidestdana giyan mirin e?! 

Wan pirsan dihişt ku bi sînga demê bigre û şêst salî bi paş de bizêvirîne. Heeey hey felek! Wisa got û gotinên bavê xwe yê ku berî çil salî çûbû ber dilovanîya Xwedê li bîra xwe anîn. Korbûn beşek ji mirinê ye. Kalbûn rêkeftina berve mirinê ye. Erê… Bavê min wisa digot. Lê dema ku mirov bi darê zorê ji axa xwe hildibe û ji nasnameya xwe ya xaknîgarî dûr dikeve, ew jî şêweyek ji mirinê ye. 

Piştî ku wî wisa got, hewil da ku ji ber dîwêr rabe, lê kalbûnê hêza wî mîna zarokekî sêwî kiribû. Ji nû ve pişta xwe da dîwêr, nêrînên xwe yên ku mîna bazekî baskşkestî çep û rast li hawîrdora xwe gerandin û ji xwe re got: Van çavan gelek darbestên mirinê dîtin, lê mirin di çavên min de nehate dîtin.

Gotina xwe domand: Rast e di çavên min de mirin nehatîye dîtin, lê gelek nêrîn ji çavên min derketin û mirin. Ma gelo her kes bi mirina nêrînên xwe hestiyar dibe?!  Mirovê ku her kesekî mîna xwe dibîne nêrînkor e.  Mirovê ku hemû xelkê ji xwe zanatir û baştir dibîne hişpûç û mejîziwa ye. Mirovê ku ji goristanê ditirse û hertim mirin li bîrê ye, jiyana wî darbest û goreke li ser axê ye. Dema ku nêrînên min kesên weha dibînin, hingê hestîyar dibim ku nêrînên min dimrin.

Hîn li ber dîwêr bi xwe û hin bîranîn û tiştine şaş û rast mijûl dibû, xortekî bejinzirav û lihevhatî berve jêrî gund bi lez diçû. Seydoyê heftêsalî destê xwe yê rastê da ser biriwên xwe, ji çavên xwe re kire sih û li xort nihêrî. Dema ku çente di destê xort de dît girî di gewriyê de bû girêka êşan, mijang bi rondikan hatin şuştin û bi dengekî pîr got:

– Biyaniyê hemû zarokên min revandin. Hevjîna min Nazo ji derdê koçkirina wan koçî goristanê kir. Bêtirî du salan e çavên min wêneyê zarok û torînên min nedîtine. Guhên min dengê wan nebihîstine. Her roj li ber vî dîwarî rûdinim û ji memikên bîranînan giyanê xwe dimêjînim.

Seydoyê heftêsalî li hawîrdora xwe nihêrî, ji ser kevirê lêhêmî rabû û çû pişta xwe da koka dara tiwê û lingên xwe dirêj kirin. Nêrînên xwe berve jêrî gund rêkirin, lê xortê bejinzirav nedît. Bi hêdîka serê xwe du-sê caran li koka darê da û got:

– Qirkirina civakê bi gelek şêweyan çêdibe û koçkirina xortan yek ji wan şêweyan e. Gundê me yê ku ji sed malbatî pêk tê tenê çend xort lê mane. Tiliyên keçan bê gustîlk mane… Şûna bêderan bêrîyra dawetan kiriye… Gelo ew xortê li jêrî gund bi kû de diçû?

Belkî pirsine din di serê Seydo de li bersivan digerîn, lê siha bejnekê hişt li kêleka xwe ya çepê binihêre.

– Mêrze tu yî?

– Belê apê Seydo Mêrze me.

Mêrze silav da, li tenişt Seydo rûnişt.

– Mêrze çima mirozê te ziwa ye û tu bi xem î. Çi heye?

– Apê Seydo! Rojane civaka me pîr dibe û rewş xirabtir dibe. Rojane kesên temenmezin sêwî dimînin û hêvîyên me di çenteyên koçberîyê de diçelmisin.

– Koçberî…!!! Belê koçkirina xortan em sêwî hiştin. De ka bibêje çima mirûzê te ewqas tirş e?!

Mêrze kesrek kişand, nihrînên xwe li nav şaxên dara tiwê gerandin û got:

– Tenê kurê min Ronî yê çardehsalî li ba min û dêya xwe mabû, îro wî jî çenteyê koçkirinê avête milê xwe.

– Ceng, şer nemaze şerê navxweyî welatan hildiweşîne. Civakê pîr dike… Şahî û jiyanê pûç dike… Goristanan fireh dike… Şer û ceng werzek ji werzên darbest û wêrankirina mirovahîyê ne. Korbûn e Mêrzeyooo korbûn!

– Belê apê Seydo belê! Şer û ceng dêya penaberî, koçkirin û windabûnê ne.

– Lo Mêrze! Her tişt bazarkirî ye. Çîrok kirîn, firotan û berjewendî ye. Civakên zana welatan ava dikin û yên nezan welêt difroşin. Dewletên ku zanînê dikin rêber û nifşan ava dikin. Li dewletên ku kursî ji her tiştî girîngtir e, her tiştî têk dibin. Nezanîn tarî ye û tarî wargeha her tiştê ne baş e.

Piştî ku Seydo wisa got, hêze xwe kir, rabû li hawîrdora xwe nihêrî û ji Mêrze re got:

– Miletê bê dewlet her tiştê wî tê dizîn, her kes bi wî dilîze û ji xwe re dike destek. Şeş sal in li vî welatî şer û çeng e û her tiştê nebûyî dibe. Çil salî ez Mele bûm û min xizmeta ola îsalamê kiriye. Lê xuyaye ku mejiyê min ne durust bû.

Yekem car bû Mêrze gotinên wisa ji Seydo dibihîst. Ji ber wê jî jê pirsî: Çawa mejiyê te ne durust bû? Yekem care ez vê gotinê ji te dibihîsim!

Seydo nihrîn li hawîrdora xwe gerandin û ji Mêrze re got:

– Kesê ku xizmeta milet, civak û welatê xwe neke, xizmeta mirovatiyê nebîne serûberê jiyana wî derw e. Xwezî berî mirina dawîyê ez karibim zanîna xwe têxim xizmeta miletê xwe. Em xizmeta ola îslamê dibînin û bêtir bi destên misilmanan tên kuştin… Ji me re dibêjin em bira ne. Eger em doza mafê xwe dikin serast devê tivingên xwe berve me dikin.

Piştî ku Seydo gotina xwe bi dawî kir û Mêrze bêdeng bû, Seydo got: Mêrze rabe em herin li hindur mal rûnin.

– Mala te ava be apê Seydo. Xalê min Reşo nesax e ez ê biçim serdana wî bikim.

– Ji min re xalê xwe Reşo silav bike.

Mele Seydo derbasî hindurê mala xwe bû, nihrînên xwe li pirtûkxaneya xwe ya biçûk gerandin û ji xwe re got:

– Ne hemû tiştên ku hatine nivîsandin û têne gotin rast in. Ya rast ku mirov li rastîya xwe û ya miletê xwe xwedî derkeve. Eger mirov li xwe xwedî dernekeve dê çawa karibe li kes û tiştine din xwedî derkeve?! Mejîyê ku hertim xizmeta xelkê bibîne û xwe ji bîr bike mejiyekî pûç e û li dawiyê erzan dimre.

Kalemêrê heftêsalî dixwest xwerinê bixwe, lê êşeke sivik di serê Seydo de diziqitand. Çend gulm av vexerin û vegerî li pêş pirtûkxaneya xwe ya biçûk sekinî û nêrînên xwe li navnîşanên pirtûkan gerandin. Di pişt re lênûsa xwe ji pirtûkxanê derxist û çû li ser doşeka xwe ya hertim li erdê bû rûnişt.

Li ser doşekê Seydo hestewar dibû ku êşa di serê wî de hêdî hêdî zêde diziqitîne û serê tilîyên lingan ditevizin. Seydo lênûs vekir û nivîsand:

“Êşek di serê min de diziqitîne û tilyên lingên min tevizî ne. Mirina min ne ewqas pirsgirêk e, ne jî dawîya mirovahîyê ye. Di jiyana xwe de gelek caran ez mirim û gelek hêvî, nihrîn û daxwezên min jî mirin. Her ku neyaran komkujî bi serê Kurdan dikirin ez dimirim. Her ku şoreşeke kurdan têk diçû ez dimirim. Her ku xort, keç an rêberekî Kurdan bi dar ve dikirin ez dimirim…

Di jiyana xwe de ji gelek aliyan ve sêwî bûm. Miletê bê dewlet be miletekî sêwî ye. Miletê ku xêrûbêra wî û welatê wî were dizîn, miletekî sêwî ye… Mirovê ku li dawiya temen hevjîna wî biçe ber dilovanîya Xwedê sêwî dimîne… Mirovê ku çar kur û sê keçên xwe hebin û tevan koçî dewletên dûr kiribin sêwî ye û ez yek ji wan im. Sê sal in bi tena xwe di vê malê de dijîm, hem sêwî û hem jî nîvmirî me…

Canêstîn -Melekê Mewtê- nêzîkî min dibe. Ziqitandina di serê min de û tevizandina tilîyên lingê min nîşanên wê nêzîkbûnê ne. Komek zarok û torînên min hene, lê kes ji wan li tenişt min nîne. Koçkirinê temenmezin sêwî hiştin… Gund û darên zeytûnê sêwî û di nav perîşanîyê de hiştin û…”.

Êşa di serê Seydo de zêde bû û pênûs ji nav tilîyan ket. Seydoyê heftêsalî hêze xwe kir, lê gewdeyê wî giran bûbû. Hewil da rabe ser xwe û ber bi derîyê male ve biçe, lê hêza wî pir lawaz bû. Cara sêyem hewil da û rabû li ser pêyên xwe sekinî, lê serê wî gêj bû. Hewil da bang bike, lê dengê wî di gewrîyê de ma. Gavek ber bi deriyê male ve avêt, lê bi paş de kete erdê, serî li dîwarê odê ket û xwîn pijiqî ser lênûsê.

Seydoyê heftêsalî li ber xwe da, lê bê çare bû. Berî giyan xatirnên xwe yên dawî bixweze û kirtîniya dawî bi gewrîyê keve, Seydo bi nihrînên xwe bangî keç, law û torînên xwe dikir, lê tenê wêneyên wan ên berî sê salan di pêş çavan re derbas dibûn. Hêdî hêdî çavên Seydo bergewrî bûn û xwiya kêferatê li eniyê sar bû.

Piştî du rojan hevjîna Mêrze got: Lo Mêrze! Du roj in ez apê Seydo li ber dîwarê malê ne jî li bin dara tiwê nabînim!

Tavilê Mêrze bi lez çû li derîyê hewşê da, lê Seydo wek her car negot: Ew kî ye? Çend caran Mêrze li derî da, lê kesekî bersiv neda.

Merze di ser dîwêr re kete hewşê û li derîyê malê da, lê Seydo bersiv neda. Mêrze vegerî li pêş derîyê hewşa Seydo sekinî û li hawîrdora xwe dûr û nêzîk nihêrî ku kesekî bibîne ji bo karibin derîyê malê yê hesinî vekin, lê kes bi ber çavan neket. Bi dengekî bilind bangî hevjîna xwe kir, herduyan bi hin alavan derî hilqerastin, lê mixabin Seydoyê heftêsalî jiyana xwe ji dest dabû. Seydo dirêjkirî û berê wî berve deriyê malê bû.

Mêrze li çavên hevjîna xwe nihêrî, serê xwe hejand û got: Ji çar zarokên me Ronî tenê li ba me mabû, wî jî pişta xwe da me û çû Ewropa.

Dema ku xelkê gund Seydo li goristanê binax dikirin, piranîya kalemêr û pîrejinan hem li ser Seydo û hem jî li ser rewşa xwe digrîn. Hinan keser kûr dikşandin û wêneyên zarokên xwe li bîra xwe tanîn…

Li danê êvarê hemû keç, law û hin torînên Seydo yekem car rûpelên xwe yên fêsbokê bi wêneyê Seydo xemilandin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.