شرمولا
Kovareke Wêjeyî, çandî, Werzane ye

 Şivano ـ Ciwanê ABDAL

0 582

 

Gelî hevalan weke hûn dizanin (an hûn nizanibin ez ê ji we re  bêjim) ez şivan im , ev kar ne şerm e ji kesan re, heger dek û kone tê hene, fen û fût jî tê hene, lê kên û dexsî û nakûkî ji hêla şivanan de bi xwe tiştekî awar e.

Ez bi xwe navûsere me,  navê min Raşdan e,  dibêjin min Bişo, bi jin û zarok im, li gundê hawîr bû me dijîm,  geh li vir û geh li wir, çimkî karê şivantiyê giring e ji civakê re.

Ez bi peyîmana heft salan ve girêdayî me, ev kar min ji bavê xwe girtiye û ez pê payedar im, ku ez şivantiya gundekî tevayî dikim, her mal û malbat çend mih û bizinên wan hene an terşê mêşinî hene, ez diçêrînim bi qewlê xwedê,  qewlê xwedê heft salan bi şûnî, lê ez ne gavan im eger ez carnan dewaran jî di yek demna re diçêrînim.

Belê, karê şivantiyê divê çêre li herêmê be, li deşt û çolan, li qefa û zozanan, bi şevên tarî diparêzim ji teba û lawiran, ji ber weha em wan dixin şkeft û berqefan, çi dinya sar be, çi germ be, çi sayî be, çi mij û baran be.

Ez keriyê pez her danê sibê dibim çolê  ji bo çêriyê û ber êvarî tînim bêriyê dotinê,  dîsa dibim çêrê, şevder dimînim li derdora gund, li tenişta berqefa.

Ev ez im, lê ne ev e mebesta min ji vê serdanê, belê ev îro demeke ez dibînim pezê min barîn bi wan ketiye, nizanim çawa ji nav vî keriyî deng hiltê: meee û maaa, tu dibêjî qey nuh zengelok û gewrî di qirika xwe de dîtine û ziman di devê xwe mêtine. Bi rastî min tiştekî pêwistî nedît, lê sibeha din min dît barîn bihtir bû, dirêjtir bû, nizanim çawa ez ê vî kerî bikşînim gund bêriyê, wê gelê gund pirsan bikin, rexnan bikin, çilo, çawa bû ev bûyer? Min rabû kerî kişand ser kaniya avê ku ez wî têr bikim, da belkî deng kêm bibe. qey tîn e an birçîn e, ez nebawerim.

Gelo piştî heft salan ku barîn ji van ajalan tê, ez nizanim çiye, divê vê babetê binasim, gelo gîyayekî taybet xwarine û bi jehrî ketine, yan ji  wê toza berî du rojan ji hêla başûrê rojava ve hilat, yan nexweşiya halê raperiya ye, nizanim ez nizanim.

Belê piştî avdanê jî  barîn ne rawestiya, rabû min yeka yeka girt û daxist nava avê, min ew şuştin û dûv re min ji tûrikê xwe nan û mewîj, gwîz û hungiv jî derxist û da wan, min dît hinekî barîn kêm bû, min rabû kerî êvarê kişand bêriyê.

Lê tiştê min dît û ez lê matmayî mam ku bi şev ango di tariyê de, di mij û ewrê vê payiza paldayî de, barîn bihtir dibû, dirêjtir dibû, bilindtir dibû, tu çar nîne li vê awaza rêş lêdide, dizume di guh û mejiyê min de, ne jiyan dibe, ne xew dibe, û mirna bi tenê tewş e.

Bi qewlê menî pêşîn, daxwaza me ev bû, mercê me abûra mala me bi du çewal genim, du elb nîsk, hîzek rûn tevî ker û kurtan û kurkekî  jî di ser re. Hinek pere jî dibere mercên şivantiya salê ne, ev qewlekî giranbuha ye, çimkî ez şivan lawê şivan im, jîr im, şehreza me, zana me bi çêrên herêmê, li ajalan miqate me ji hêla parastin û çêrê ve û nexweşiyan dizanim derman bikim.

Lê qewlê cara duyemîn min kêm kir, ji ber ez ji karê xwe hez dikim, min ne diva ez ji dest xwe berdim, ez razî me bê we çi da min, heger bi nanûzikê be jî ez razî me, bi mal hazirî jî, we çi da yan çi ji destên we hat baş e.

Wê sibehê barîn kûr bû, min dît yek ji wan beranan barînê dişopîne, gelo ev sedema barînok kerî ye, min yek nekir didu û min ew kuşt ku belkî barîn qut bibe, bi rastî barîn rawestiyaî, heger pirsî ka ew beran? Ez ê bêjim qey gurekî xwar û eger wan bawer nekir ez ê mafê beran bidim xwedî çi be bera bibe.

Lê gava min kerî ji bêriyê vegerand barîn dîsan bi nav kerî ket, her tarî bi erdê diket, ta min kerî kişand berqefê, rabû ez  geriyam li  cihê deng, her ez diçûm deng dibiliya, dibe ku ji ber latên kevir hildihat, mîna çirçirkan dûr be deng tê, nêzîk bim deng datê, weha hetanî sibê  diçim û têm di nav kerî de, hedan tune ye li min, hedan tune ye li wan,  rabû min du beranên din kuştin û laşê wan avêtin newalê da birçîbûna lawiran têr bikim, ji  ber ku ew sedema vî kerî li min har dikin, li min qoş dikin.

Her wiha me bûrandî rojên payizê bi keftlefta min û wan derbas bû lê tu çare nebû, ji ku tê ev derd ji ku tê ev merd, li min hedan tune bû, ne xew ne razan ne jiyan, her wiha min jî bi rekiya xwe kêm nekir, min kuştin min hiştin li wê çolê di nav lepê lawiran hiştin, û di nav kaniyê de vemiştin, heger xwediyan pirsîn kanîn terşên me, ez ê bêjim lawiran xewarin ez şiyar bûm ne raketî bûm, di ava şêlû de vehistin, ne ji min bû qet, lê ez ê maf bidim ji kîsê xwe.

Ya rast wek hûn dizanin gava min kerî êvarî dikşand  bêriyê ez di çûm malê serî di xist xewê, ta bêrî xelas be ber çêrê. vê hingê ev deng di guhê min de dilîze min ji jina  xwe re got, min ji diya xwe re got: Di serê min da deng û qêrîn  dizume bê hedan û ev tevde ji keriyê pez e, jinê got: tiştekî hesan e, û diya wî got: Ber xwe bide, ev jiyana te ye, ne bi erzanî gihaye te, min got: jîn abûra me tê de ye.

Gava min ji rîsipiyê gund re got: Ez ê dev ji şivantiya kerî ber dim û kêmaniya serên pez yên winda bidim, got: Na tu şivanekî çak e û em dev ji te bernadin, vê daxwazê ji bîr bik, vê gotinê bes bêje.

Çare nîne, rojek û dudo , û her wiha ta dawî çare nîne, deng ilor dibe, hiltê û datê guhê şê, barîna keriyê pez tê bi awazeke reş hiltê.. dema duh min ji jinê pirsî: Ev çi deng tê? got: Tu deng tune ye maleve, dengê tê ji te tê, tu di xew de dike barîn: maaa, hirrrr, û ji xwe  re dibêjim ev dengê şivane li nav keriyên xwe ye. lê piştî du rojan  got: Haho ji  barîna te, tu çiye ji vê barînê?

Her weha derdora min tev bû barîn, bi şev bi roj, li jor li jêr.

Haho barîn ji min e, ez dîn kirim van mirovan, an ez berê dîn bûm, bi çolan ketim, bi xwe ketim xwe bixum.

qey hûn çi dixwazin? kê we bi ser min de şandiye? em bi hevre aşt û aram bûn, çima gilî û gazin di vê demê de?

qey kûçikê min hene, direyin û nareyin, bi bilûra min re, bi gengeşa beranê serkêş dimeşin..

Gundî dibêjin, rêwî dibêjin; ku Raşdan dibînin li qefa û qefa dibeze û her dibare maa û maaa.. li wê rastê, di tarîka şevê de, dizûre, dikewite: (mee.. hiir). (mee.. hiir).

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.