شرمولا
Kovareke Wêjeyî, çandî, Werzane ye

Promisyosê Zincîrkirî

0 301

Werger û berhevkirina ji zimanê Erebî: Beşîrê Mele Newaf

    

 

 

 

 

 

 

ASXÎLOS wek bavê tirajîdya tê nasîn,  di vê şanoyê de berxwedana Promisyos û sitema Ziyos vedibêje bi şêweyekî tirajîdî.

Hêz: Em gihiştine dawiya gerdûnê ..Ev devereke herî xerab e li ser rûyê zemînê, hay ji zincîr û benên di gerdena vî serhişkî de hebe. wî bi dilê zinêr ve çê girêbide. ji bîr meke ev fermana Ziyosê mezin bi xwe ye.

Hifastos: Bizanibe ku vî serhişkî agirê xwedawendê mezin Ziyos ji paşila te dizî û diyarî mirovên reben kir.

(Hêz û Hêrs ,Promisyos bi zincîran bi zinarî ve girêdidin)

Hîfastos: Gelî hogiran, Hêrs û Hêz yên ji bal xwedawendî, we karê xwe birêkûpêk kir. Ez bi xwe nikarim ne ji çê ne ji xerab bihingivim vî xwedawendî, çikû em hevkarê hev bûn, di heman demê de ez nikarim fermna Ziyos jî pêk neyênim.

Promisyos: Rebeno, serhildan li himberî Ziyos karekî ji karê dîna ye..tê nema karibe careke dîtir mirovan bibinî..wê tîrêjên ji tava roka vî çiyayê ziwa çermê bedena te bişewitînin..serma bayên şevan wê te bi qeşayê bipêçin..wê kesek ji afrendêran nikaribe te ji van bend û zincîran rizgar bike..çendî tu bike ahîn û qêrîn wê kesek dengê te neke..çendî wê zor be ku Ziyos li piromisyos bibûr e.

Hêz: Dema xwe di dilnazyê de winda meke! Pêwîst e tu ji vî xwedawendê ku carekê hevalê te bû ;jê hez meke! Ma ne wî agir ji te dizî û da mirovên fanî.

Hîfastos: Lê peywendyên hevkariyê û xizmayetyê di nav me de xurt in.

Hêz: Ev rast e, hayê te ji te hebe ku ev nekeve asta gunihkaryê ji bona te.

Hîfastos: Dilê te bi kesî naşewite, tenê tu hezkiryê rûdana rikberî û tevdana dijberiyê yî.

Hêz: Ji Promsyos re, dema xwe merjîne wê baştir be..wê dilşwatya te jî tiştekî jê re li dar nexe…Zincîran baş li gerdenê bijdîne, bila Ziyos ji te nebhîze ku tu li ber dilê wî didî…Ji bîr meke mil û lingan qenc girêde.

Hîfastos: Tiştê gerekî wî ye ez dikim. Promisyos, belengazo,tu dizanî çendî ez xemdarim ku te di vê rewşê de, weha dibînim?

Hêz: Çawa dilê te bi ev ê  xwedayê mezin xeydandiye dişewite? Zinhare meke ku Ziyos ji te binire, diyar e tu pir xema promisyos dixwe.

(Hifastos derdikeve)

Hêrs: Xwedawend ,navekî ne rast li te kirye, piromisyosî bi te nake ve.Tu heyberekî bê kêr e,va em diçin êdî bikêrî xwe were.

(Hêz û Hêrs jî ji şanogehê derdikevin)

Promisyos: Ji ber hezkirina min ji mirovan re ez van êş û azaran dikşînim. weke hûn min dibînin, ez xwedawendekî rebenî bê delîv im, bi zincîran ve bestîme qulpên zinaran…Ba û derdor bi min dikenin, qerf û qeşmeriyan bi min dikin. Xwedawendên dîtir hay ji min tune ne, ez paşguh kirime. Divê ez bi vê qederê qayil bim û li gor şiyana xwe jî li ber xwe bidim, ta asîmanê bêsînor li min gudar bike. Hey kuraya derya û okyanosan: Bala xwe bidin min ! Hey Goka zemînê: Dayka me tevan, guhdar bike li ah û ohêd min ! Li êşa pêçayî beden û giyanê min. Mijûl bin ez tiştekî dibînim, ber bi  min ve tê. Tirsnake, dixwaze min ji qudûm bixîne.

 Horiyên baskînî yên derya dikevin şanogehê).)

Kewres: Metirse! Hatina me ji vê deverê re, ji bo dostanIya te ye.

Promisyos: Hey keçên xwedawenda deryan, li rewşa min venêrin! Çê min bibînin! Da hûn binasin bê çi sitemeke bê dawî bi ser min de wer bûye.

Kewres: Em vê dibînin. Bi dîtina te re tirs û lerizînek dijwar di can û bedana me da tevin da ye.

Promisyos: Min dixwest ku Ziyos min bixista bin heft qatên zemînê, çavên nemerd û neyaran ez di vê rewşê de nedîtama û hîqe-hîqa kenên wayî bêmirez, bi bê re tên, ew neketana guhê min û min dengên wan jî nekiriba.

Kewres: Tu bi hêrsa Ziyos dihisî?

Promsyos: Wê rojek were ku Ziyosê mezin bi girîngiya min bihise, û wê min ji xwe re gerek bibîne, da ez davik û vîlikên li paş wî têne tevindan ku wî ji erş bînin xwar, jê re ronî û şîrove bikim. Lê ez vê razê bê buha jê re nabêjim, ta min ji van zincîran rizgar neke.

Kewres: Promisyos, zimanê te bû ye bela serê te, zimanê te zivr e û tu serê xwe jî li ber Ziyos natewînî. li hember dernekve! Ziyos dilê wî ji tehtan çê bûye, rewiştên wî nayên guhertin, û yekî karibe dilê wî nerm bike jî, peyda nabe.

Promsyos: Wê rojek were ku dilê wî nerim bibe. Û netenê bilez,wê bi dilekî dagirtî ji hezkirinê bête rex min.

Kewres: Zû, ji bo me her tiştî bibêje! Raz û sedemên girêdana te bi vî zinarî ve eşkere bike.

Promisyos: Dema Ziyos hilkişya erşê xwedawendiyê li şûna Kornosê mezin, hin taybetmendî dane afrendeyan ji bilî mirovan. Diyar e ku Ziyos di afrandina mirovan de poşman bû , xwest ji wan xelas bibe, min tenê ji nav xwedawendan ji bo jînewerya mirovan wêrî bû li ber Ziyos serî hildim, min xwest ez vî jîndarê belengaz ji nemanê rizgar bikim. Ev e sedema girêdana min bi vê tehtê ve.

Kewres: Te dilê me şewitand.

Promisyos: Belê ez heyberekî gerekdarî mehderiyê me.

Kewres: Ev tev çîroka te bû?

Promisyos: Min agir da mirovan, wê mirov ji vî agirî hînî hezar huner û pênasînan bibe.

Kewres: Ji ber vê ziyos tu seza kir?

Promsyos: Ewî delîv û derfet nedan min, ku bibana kilîta lêborînê.

Kewres: Gelo dumahî ji vê serpêhatya te re heye?

Promisyos: Tenê Ziyos dikare biryara li dawî anîna êşa min bide.

Kewres: Gelo ti hêvî ji te re hene?tu hîn di şaşitya xwe de negihişti yî? ji bo me ev cihê dilgiraniyê ye ku em te bi şaşîtiyan tewanbar bikin.

Promisyos: Dema mera ne êşdar û xwedyê hingavtin û derdan be, hesan e mera şîretdar û rewiştdar be. Min dizanî bû bi alîkariya min ji bo mirovan kir, ez ê serêşekê ji xwe re bînim, ez di vê de qenc têdighêjim.

(Aokyanos /Oşînos/ xwedana deryan dikeve holekê)

Oşînos: Piştî westandinekê ez gihştim gel te. Min li gilî û gazinên te guhdarî kir, heger tu dev ji van gotinên xwe yî hêzdar û gazinokên xwe neqere, Ziyos li te guhdar nake. wê demê tê xwezya xwe bi van kêlîkên niha werîne. Bese, ji van gotinên te yên dijwar re,  ji vî şêwazî vegire! heger tu dixwazî Ziyos li te were mehderiye, gerek tu bi qedera xwe qayil bî. Ez ê bikim ku te ji vê dîlityê rehake, di bîr xwe de werîne ku zimanzivrî serast dibe.

Promisyos: Tu nikarî zora hêza Ziyos bibî, zorbirina wî ne hesan e. Xwe bi mijûlbûna arîşeya min re newsestîne! Da bextê te jî nekeve nav babîsoka hêrsa xwedayê mezin Ziyos.

Oşînos: Tu ji bo xwe korî û ji bilî xwe re bi çavî. Ji bo serbestbûna te, ez bawer nakim ku Ziyos min vala derxîne.

Promisyos: Tu beyhûda xwe diwestinî, wê keda te bê encam be. Dûrî min bikeve ji bo te baştir e. Ez bextreşekî bê şens im.

Oşînos: Tu dibînî ez alîkariya te dikim, li gel ku ez dizanim wê peşkên te jî li min kevin.

Promisyos: Xwe mewestîne! Wê ziyos te jî bixe bin tîrên neyartiya xwe, wê te bi agirê min bişewitîne.

Oşînos: Gotinên te, dikin ku ez yekser vir berdim û te li paş xwe bihêlim.

Promisyos: Dûr bikev! Li vir nemîne û zû biçe!.

Oşînos: Ez li te gudardikim, û bi ya te dikim.

(Oşînos ji şanogehê derdikeve)

Kewres: Wey li bextê te yê reş be promisyos, em bi rewşa te ya êşdar re digrîn, rondikên me mîna tava barana ye. Ziyos tiştekî nasnake, rima xwe ya sitemkar di rûyê te de hildaye.

Seroka kewres: Êşên tu dixwî bê pîvan in.

Kewres: Jana te bê dawî ye, mîna pêlên deryan xwe li bin guhê peravan dixin.

Serok kewres: Tarî tavên zemînê, dengvedana jana te peya-pey dibêjin.

Kewres: Co û cobar bi êşa te re  dinalin.

Promisyos: Dema ez dibînim ku bi vî şêwazî têm reşkirin, dilê min diperite. Min dît mirov bi hovitî dijîn, min ew xiste ser rêça serdariya mejyê wî. Mîna gêrikan di morîstanan de dijyan. Belê tevaya karûbarên  wî gerekî rêkûpêkiyê bûn. Ez im ê ew hînî jimarê kir, nasîna tîpan û nivisînê. Kelekvanyê û çêkirina qeyikan. Vedîtina kan û gewheran, hesin, sifir, zîv û zêr. Ta wateya fira balindan, derman û nexweşiyan. Ez im yê rê şanî mirovan kir û vedîtin pê şêrîn kir. Belam niha nikarim, ji bo xwe rêbazekê peydakim û di xaçerêkekê re ji vê tengasiyê rehabim.

Kewres: Hişê te bela bû ye, û bê delîv maye. Ber li ber te fireh bûye, êdî tu nema dikarî ji gunehên Ziyosî ji te re dane ser hev xwe bişo.

Promisyos: Her hunerên di dest mirovan de ji bal min in. Dîsa jî ez nikarim vê girêka xwe yî kor vekim.

Seroka kewres: Dema te hewqas rêzgirtin û huner da mirovan, qe tu ji Ziyos neditirsiya.

Kewres: Li hemberî vê çakiya te ji mirovan re kirî, ev nankorî bi te ve da.

(Lyo dikeve holekê)

Lyo: Ev çi xak û zemîn e, ez li ku me? Evê bi zinêr ve girêdayî kî ye? Bê pasvanî û çavdêrî, ew avêtine ber ba û bageran. Ev te çikirîye? Weha hatiye serê te!. Ev çi qeder û qirdekî xiloxavî ye ez avêtime vê deverê? Hewar dîsa mêşên dewaran bi dû min de ne, bi min ve didin,ay..ha-ho ev mêş min dîn dikin. Wax li minê ez ji ber wan bi ku de birevim.

Promisyos: Ev tu ne Lyo yî? Ewa herdem dihat hevdîtina Ziyos û dilê wî bi evînê germ dikir.Tu bû sedema ku Hîra hevjîna Ziyos ji ber te bi xîretê bişewite, êşa ku lê hate pêçan ji bin serê te bû.

Lyo: Tu kî yî û çi yek e? Van tiştan li ser min dizanî! Belê ez im ya bû goriya Hîra û xîreta wê yî kor, herdem peya-pey mêşên xwe yên har, hakiş-kişî min dike, ji lewre ji ber sitema wê derbiderim. Bê xwedî û bê aram im, birçî, êşdar û penaber im. Diyar e tu kesekî zîrekî, ji min re nabejî ez ê çawa ji pêvedana van mêşan rizgar bibim? Ji min belengazê re bibêje

Promisyos: Min binase!ev ê li heberî xwe dibînî,wî agir ji mirovan re vegerand.

Lyo: Û çima bi tehtê ve hatiye girêdan.

Promisyos: Ev jî ji ber ingirîn û hêrsa Ziyos e.

Lyo: Xewn û nîgaşên dilê min tevde bi Ziyos ve bûn, ez her şev serdanavana wî bûm. Ji ber vê Hîra ket tolvedanê û hêrsa xwe bi ser min de rijand. Biryara seza kirina min da, ku ez kirim çêleke spî bi quloç û ta ku ez hebim, nefreta van mêşên har, her bi dû min de bin û bi min vedin.

Kewres: Wa-weylê li vê sernivîsa te û bextên te yên reş. Janeke nayête hilgirtinê. Lyo, em bi êşa te re dilerizin.

Lyo: Wax li minê. Ez xwe bavêjim bextê kê? Ez çi bînim serê xwe.

Promisyos: Dema tu bibhîzî ku şer û cengeke bê ser serê te de tê, xwe jê re amede bikî.

Kewres: Gelo dibe ku bûyerek, şerek rû bide.

Promisyos: Bi ferhbûna deryayek zivistanî ji wêranî û keseran, texmîn dibe.

Lyo: Ez çima xwe ji qoqê çiya navejim û dawî li jiyana xwe naynim?. Baştir e, tu carekê bimirî û heya-heya di janan de nemînî.

Promisyos: A min, dawî li êşa min nayê. Tenê ku Ziyos ji erşê xwedawendyê were xwarê. Wê demê ez jî azad dibim.

Lyo: Gelo dibe ku ez wê demê bibînin û ev bibe rastiyek.

Promisyos: Wê ew dem bê, ez soz didim, û tê pir dil xweş be. wê yek ji nevyê te bê van çiyan û min ji van qeyd û bendan azad bike. Wê Ziyos bizewice, tenikbûna hinasê wî , dê bibe sedema ketina wî ji erşê xwedawendiyê, kurekî ji wî hêzdartir jê re çêbibe. Çawa wî bavê xwe Kronos anî xwarê, wê kur jî wî bîne xwarê.

Lyo: Wey,li min rebenê dîsa mêşê bi min veda. (Ji pêvedana mêşan Eyo direve).

Kewres: Belengaza Eyo, zilindarya ji xîreta hevjîna Ziyos, Hîra li giyanê wê hatiye pêçan

Seroka kewres: Hêrs û zora Ziyos bê pîvan in, sitema wî negire serê çiyan.

Promisyos: Wê rojek were ku ev sitemkariya wî bi ser serê wî de hilweşe. Li gel ku niha ji xwe bawere û li ser erşê xwedawendiyê runiştiye, bastûnê pîroz di nav destê wî de ye. Li gor dilê xwe fermanan dide. Lê bê guman ketinek bi qasî meznahiya wî li hêviya wî ye.

Kewres: Diyar e tu zû dixwzî erşê wî bîne xwarê.

Promisyos: Wê tiştek were serê wî deh qatî yê bi serê min de aniye.

Serok kewres: Haj xwe hebe! Dengê xwe bilind meke.

Kewres: Tu ji bêjdana va gotinên xwe natirsî.

Promisyos: Çendî hêza wî êşnak be, bila di cerga min de vala bike.Tu dibînî ku ji vê sezayê dijwarti li gel wan heye û nekirine.

Seroka kewres: Mirîdên wî pendewerin ,ji bo dilnazya xwedawend û sarkirina hêrsên wî nimêjker û tikadarin.

Promisyos: Karên wan ser niçimandin û perestin e, giringya zyos li gel min nemaye ..çilo çawa fermanan dide bila bike..ha va peyamnêrê Zyos dadikeve ,xizmetkarê deshilatya xortan ne.

Kewres: Diyar e bi vê hatinê re nûçeyin anîne.

(Hrmis, li ser hespên baskînî dikeve qada girêbenda Piromisyos)

Hrmis: Promisyos, tu yê gunehkarî di mafê xwedawendê nemir de kirî. Gotina min ji bona te ye, te pêşbîniyek kirî bi ketina Ziyosê mezin ji erşê wî. Bipeyive! behane û girêkan li hev banede. Tê nikaribe bi van rêbazan dilê Ziyos ber bi xwe ve bîne. Rastiyê bibêje! ji ber kiryarên te, Ziyosê mezin bê sebr û aram e. Wê kî bavê min Ziyos ji erşî bixîne? Çima tu bê dengî, dizê agir.

Promisyos: Ev gotinên te bi gef û sitman dagirtîne, ma ev guncawî xwedawendîne, xorto?! Hûn desthilatariya ciwanyê bikar tînin. Li gor we hûn dibêjin em di qesrekê de ne, ne êş ne kovan derbasî wê nabin. Gelo tu min li pêşberî xwe yekî tirsonek dibînî, yekî zirav qetiyayî hemberî xwedawendê ciwanan. Na hûn ê nikaribin min bikin dîlekî mehderxwaz û çav şikestî. Her û bilezîne! di şopa xwe re vegere! Turikê tu pê hatiye tê vala bi xwe re vegerînî.

Hrmis: Serhişkî û ziman dirêjiya te, van êş û azaran ji te re tînin.

Promisyos: Bila ez di bin van êş û azaran de bim, bi vî zinarî ve bestî bim û nebim mîna te zarokekî peywer û perestê Ziyosî.

Hrmis: Diyar e tu bi vê çarenûsê, serbilind xew dibînî.

Promisyos: Ji bo min şanazî ye! Xweska ku neyarê min jî weha serbilind bana, ez te jî di nav wan de dibînim.

Hrmis: Tu min jî wek berpirsyarê beleya xwe dibînî.

Promisyos: Ez rastgo me, ne tenê ji tevaya xwdawendan hez nakim, li ber çavê min reş in jî..tev de deyndarê min in û li hemerî vê, ji bilî kîn û qehrê tiştekî nadin min

Hrmis: Ez têgihiştim, tu ne li ser hişê xwe yî, nexwşiya te giran e.

Promisyos: Nexweşiya min? Bila weha be, ji bo yek ji neyarê xwe biqehere divabe ku nexweş be..mexabin.

Hrmis: Ziyos, van gotinên te nas nake.

Promisyos: Dema yek di nav salan de diçe, dem û dewran, wî hînî her tiştî dikin

Hrmiz: Dîsa jî, te piçek aqil ji xwe re negirt.

Promisyos: Ev gotina te bi serê xwe ye,heger piçik aqil di serê min de hebana ,ez bi xizmetkarekî re nediaxivîm.

Hrmiz: Diyar e ,tu naxwaze tiştekî bide destê min, ji bo xwesteka bavê min

Piromisyos: Ha! Bê guman qeniciyên bavê te di hustê min de pirin! Ez ê nizanibim bê çawa van qencyan lê vegerînim?

Hrmis: Tu mîna zarokan tinazyên xwe dikî.

Promisyos: Tu bi xwe ne zarok e, ji zarokekî sadetir e. Heger tu hatibe bi hêviya tiştekî ji min hîn bibî? Bavê te Ziyos wê ne bi zorê û ne bi hinerên xwe karibe tiştekî ji min bigre, berya van zincîr û qeydên kirêt ji gerdena min veneke. Bila ziyos pêtên agir bi ser serê min de bibarîne, bila gerdûnê di bin berfan de bi fetisîn e, bi gurmîna tavan erdhejan li darxîne, tiştek tuneye ku min bipeyivîne û navê ew ê ku bavê te, ji erş bîne xwarê ji devê min derîne.

Hrmiz: Gelo, bi vî zehrî tê karibe sûdekê bi destxîne.

Promisyos: Her tişt ji berê de hatiye vegirtin – ji demek dirêj ve,û bi biryar bûye.

Hrmiz: Şêtê belengaz, ji serhişkiya xwe peya be û baş bihizire! Bê ka tu yê li hemberî van hingavtinên bi serê te de hatine çi bikî?

Promisyos: Bê sûd, tu xwe diwestine û min jî bi xwe re, ên mîna te, wekî ewên ders û waneyan ji pêlên deryan re dixwînin. Neyine ber çavên xwe û nekeve sawêran, ku ez ê ji biryara ziyos bitirsim û xwe bikim dilekî ji êgir-ji jinan re qalbikim, bikim hewar, destên xwe ber bi kê ve vekim, ew ê ku ji dil jê diqeherim û naxwazim qala wî bikim, ew bê destên min ji qeydan derxe !na ev ticarî çêna be.

Hrmiz: Di baweriya min de kurtkirina gotinan bi te re gotinê dirêj dike. Bergera min kir, ne serê te nerim kir û ne bandor li hinasê te kir, Vajî vê, tu mîna canîka gema xwe bicû, ya ku nû nîr li ser hustê xwe dîtiye, û li berxwe dide ku hevsar ji ser serê xwe rake. Lê serhildêrî û şoreşa te li ser behaneyên jihevketî rûniştîne.” Serhişkî û rikberî ji bal kesên bedhizir bin, wê nikaribin bi tenha serê xwe tiştekî bikin”. Ji xwe ra biponije! Kilîta min da dest te, ku tu pê ne bawer be ,vêca bîne bîra xwe, wê çi babîsok û gerdelûl li te werin badan û tê nikaribe xwe jê rizgar bike. Ev lûtkeya tu li ser girêdayî wê bavê min bike toz û dûman, tu tiştekî li van deveran nabînî xwe pê binuxumînî, ji bilî himbêzkirina teht û zinaran, tê bi demek dirêj weha derbaske. Lê ev tenê ne besî te ne, wê Segên Ziyosî yên baskînî, Balindên dirinde, wê laşê te bikin perçe peçe. Her roj ji sarya serê sibehan heya êvaran, ev mêvanên goşxwir bi leza firê û bê vexwendin wê li ser dil û cergê te de bin, di şevê de cegera te dîsa veşîn tê. Qet hêvî meke ku dawî li van kovanên te bê! Tenê ku xwedawendek bixwze bikeve şûna te û ji dêvla te biçe cîhana tarî zemînê. Hêja ye tu li xwe vegerî û mijûl bibî !Ev ne wek tirsên valan di te de difirînim, ev gotinine rast û vekirî ne ji devê Ziyos ku derwan nasnake ji te re tînim. Tiştên Ziyos dibeje bê guman pêk tîne, ji lewre gerek e tu li dora xwe binerî û baş bihizirî! “Qet bawer meke ku serhişkî qasî hizra aqila ne ye.”

Seroka kewres: Li gor min, gotinên Hrmiz bi tore û reftar in.Tenê dixwaze tu dest ji serhişkyê berde, aqilê xwe bîne serê xwe. Hejaye tu vê rastiyê bibînî! “Şaşî di nerîna pendeweran de hetîketiye”.

Promisyos: Min dizanîbû mijara nameya wî westandina min e, belê ne şerme têkilî bi yekî re bibe wek neyar, ji bal dujminan,ka bila gulyên agirî yên dijwar bi ser min de bipijqîne. Bila feleka agirî bi babîsokan bihejîne, zemîn ji koka xwe rabe, steyrên asîmanan rêçên xwe winda bikin. wê ziyos nikaribe mirinê li ser min ferz bike.

Hirmiz: Gotinên weha, ji bilî dînan ji kesî nayên bihistin, tenê di hêvyên te de ji bilî tevnên bêhêşiyê hene? Hûn kesên dilê we bi ser wî ve ne, şiyar bin, haya we ji we hebe! Ji vir dûrkevin! kêlîk berî kêlîkê, da hûn matmayî nemînin bi bihistîna gurmîna tav û birûskan

Seroka kewres: Bi zehrekî dîtir bi me re bipeyive! Bila pendên te bawerdêr bin! min hin gotinin bi guman ji te bihîstin, ez dilgiran kirim , çawa tu di xwazî , ez vê bê bextyê bikim, ez dixwazim bi êşên wî re hevpar bim. Ez hîn bûme ji xayinan re bi nefre bim. Ez têgîhame ku ji çepelyê tevdî tiştek ji xiyanetê riswa û pîstir tu ne ye.

Hrmiz: Lê dîsa haya we ji we hebe! Vê pêşbîniya min di bîr xwe de werînin, dema hûn bikevin nav penc û tora pîrepîrên dirinde de, wê demê tenê gazinan ji xwe bikin.

Promisyos: Diyar e,destpêka rastiya van gotina rûdide, zemîn ji kûrahiya xwe dileqe, di heman demê de gurmîn û şirqîna tav û birûskan li hev vedide, cengê dest pê kir, cenga navbera feleka agir û ba tevlî derya dibe. Babîsok û gerdelû berê xwe dane min, min bitirsînin.Di bin nav û fermana Ziyos de.

Hey dayîka min a pîroz û bilind, hey feleka agirê ronak. Tu  dixwazî li dora çîhanê Ronahiyê ji tevan re pêşkêş bikî. Ma hûn zor û sitema li min bar bûyî nabînin.

(ji lêdana tav û birûskan zinar diherifin, Promisyos di bin de tê veşartin)

Leave A Reply

Your email address will not be published.