شرمولا
Kovareke Wêjeyî, çandî, Werzane ye

Şano û desthilatdarî ـAbdulrehman Îbrahîm

0 538

 

Vejîn, huner e.

Şoreş, huner e.

Şaristanî, huner e.

Azadî, huner e.

Nasname; kultûr û huner e.

Hebûn; ziman,  kultûr û huner e.

Şano bavê hunerê ye.

 Şano sîwana ku hemû huneran li ber siya xwe kom dike û ciwantirîn huner diafirîne, hunera herî bi bandor di civakê de, hunera ku mîna ilktirîkê ye, her û her rivînên agir jê belav dibin, bi taybet dema ew û civak bi hev re  têkildar dibin, û rehên xwe kûr berdide nava civakê,  ronahiyê li tevahiya derdorê belav dike, lewma ji mêj ve di civakên ne demokrat de û civakên ku desthladar tê de ji avakirina civakê dûr in, yan jî navê demokrasiyê bikar tînin bi tenê ji bo berjewendî û mana xwe, sarbûn û dijîtî di navbera desthladaran û şanoyê de derdikeve, carnan bi rengekî eşkere û xuya û carnan jî bi rengekî veşartî. Ji dema “Girîk” Yewnaniyên kevin  de Di sedsala 6’an B.Z û piştre bi navê “kenîsê” û “misilmantiyê” û ta roja îro berdewam e li ser destê desthilatdarên nû,  di baweriya me de wê berdewam be jî.

  dîrok zengîn e bi nimûneyan: “ABÛ XELÎL ALQEBANΔDema agirê êtûna “HEMDÎ BAŞA” û”SULTAN EBDULHAMÎD” bi navê misilmantiyê şanoya wî şewitand, û “MEYRHOLD” Çawa li ser destê “STALÎN” Hate kuştin ji ber nêrînên wî yên ciyawaz û pêşverû, ev herdû nimûne ne yên pêşî bûn û wê neyên dawî bin jî, wê ev sarbûn û dijîtî berdewam be ta desthlatdarên dijî nerînên azad hebin.

Weke ku helbestvan û dengbêjên mîr û şahan hebûn, wilo jî şanogerên wan jî hebûn, hemû derfet û imkan ji wan re vekirî bûn Beramberî ku her û her pesnê Mîr û şahan (Desthiladaran) Bidin an jî wan bikenînin.

Di dema ku di welatên pêşketî de guhdaneke bê sînor ji şanoyê re tê kirin, bi hezaran lêkolîn, kors, peymangeh, deste û mihrîcanên taybet bi şano ava dikin û lidardixin, li welatên ku têne naskirin bi navê (Welatên cîhana sêyem) Hîna siyasetmedar vê hunerê li gorî zanebûna xwe bi rê ve dibin.. tevî ku di salên dawî de gelek milet û neteweyan hewl didan şanoya xwe û desthilata siyasî ji hev cuda bikin mînak:

(Desteya şanoya Erebî) Bi serperiştiya Mîrê Alşarîqa.. (Şanoya şaredariya Bajarê Amedê) û… hwd. Ji bo wê jî pêşketina wan sal bi sal xuya û xurt dibe.

Di dawiya salên “70’î de Ji sedsala bûrî  – Despêka Şanoya kurdî li Rojava- rewşeke nearam an jî nexweş di navbera şanoya kurdî û

desthiladaran de peyda dibû û ta îro berdewam e, ji ber vê yekê şanoya kurdî lawaz bû û nikarîbû bûba xwedî nasnameyeke taybet, ev destildariya ku em tînin ziman ne rêjîm an jî dewlet e, ji ber ew zext û fişara wê gihabû asta qedexekirinê, eşkere û bi her awayî şerê wê dikir, lê desthilata  ku (Serperiştiya) Komên şanoyê dikirin, partî, rêxistin, tevger û komele. Her yek ji wan bi rengekî gunehkar e, hinan ji wan dixwestin siyasetên partiyên xwe bidin pêş, an jî nameyên rêxistinên xwe bighînin cemaweran di rêya şanoyên ku naveroka wê li gorî berjewndî û siyasetên wan bin. Tevî rola wan ya sereke di avakirina wan koman de, lê ne kul û meraq bû ji wan re ku vê hunerê pêş bixin yan jî tovên wê di nava civakê de biçînin ku kat bide û rehên xwe  kûr brede nava civakê.

Di sedsala “21” ê de û di rewşeke wiha de ku derfet û imkan pir in, gava yekem gerek e em şano û partîtiyan (Siyasetê) ji hev cuda bikin, paşê  em deste û sazîyan aktîv bikin. Êdî bese, nan xweş e ji destên nanbêjn.

Leave A Reply

Your email address will not be published.