شرمولا
Kovareke Wêjeyî, çandî, Werzane ye

Sê Cerdevan_ Beşîrê Mele Newaf

0 171

(Sê çete li devera çayekî nêçîrvanîyê dikin, li malekê dibin mêvan.)
Cerdevan-1
Şensê me ketîye tehtê, ha va roj diçe ava em li kwêsîyekî jî rast nehatin. Ne bi me û ne bi vê nêçîra me be, qey hûn birçî nebûne? Ka em dagerin vî gundî bê gezek nan ji malekê peyda nakin…
Cerdevan-2
Tu li qilêra şefqa xwe û li mikûsê xwe nanere wê kî gezek nan bide te?!
Cerdevan-1
Wax lo lo, hema tu Silêmanê Mistê yî!.
Cerdevan-3
Li min heram be careke din bi we re derkevim nêçîrê. Nizanim çima bi çawîş re venegeryam qereqolê?
Cerdevan-1
Ma ev ne gundê Qurucîya ye, ev çima deryê malan girtîne? Dibe ku bar kiribin? Wilo hatîye serê we jî, qey ro li me gerîyaye.
Cerdevan-2
Dibe ku piştî sîleh danîbin, barkiribin!..ka em ê li vî derî bixin. ez neşaş bim pêjna mirîşkan hate min. Malê, gundîno, hûn mêvanan nahewînin?
Keç:
(dengê keçê ji paş derî) Hûn kî ne?
Cerdevan-2
Ez bêjim em..
Cerdevan-3
Na, nebêje belkî…
Cerdevan-1
Em û şensê xwe
Cerdevan-2
Ji mirûsê me diyar e.
Keç:
(derî vedike)
Derbas bin.
Cerdevan-1
Şensê pîs kes li malê tuneye.
Keç:
Tune çawa, ma ez kî me?
Cerdevan-3
(di ber xwe de)
rewşa me ne tebût e. Keça min em birçîne, bi xêra dê û bavê xwe heke gezek nan ji we biqede.
Keç:
Rûnin! niha ez ê nan ji were bînim.
Cerdevan-2
Qîza camêra ye, mirov ji ber marefeta wê şerm dike, wan têketê xwe ji ber çavê me bidin alî.
(çêl li çiftan dike)
Cerdevan-1
(keça malê kodikek û çend nanan tîne)
Wey destê te sax be, nan û dims!
Cerdevan-3
Heyra ev ne dims e, hingiv e. De ka werin tu dibêjî qey kaba me dawîya rojê pik hatî.
(hersê weke ku ji ber xelayê filitî bin ketin ser kodika dimsê, tev alastin)
Cerdevan-2
Kirte-kirt ji vê dimsê tê, dimsa wilo min nexwarîye.
Cerdevanê -1
Kengî te dims xwarîye?
Cerdevan-3
Na, xebera wî ye,ku dims kevin dibe kirte-kirt jê tê. Ev şekrokê wê ye.
Keç:
We têr nexwaribe ez ê careke din ji were bînim?
(hersê bi hev re devên wan tije dims)
im im im.
Cerdevan-2
Şensê pîs gerek bavê wê li mal bana wê mirîşk û dîk ji me re serjêkirana.
Cerdevan-3
Bi telaq, wê kar û berx ji me re serjêkirana, heger zaroka malê ewqas comerd e, dê û bavê wê çawa ne. Ez dibêjim ku ev qîzik şaş bûye.
Cerdevan-1
Di çi de şaş bûye?
Cerdevan-2
Na ,na tu dûr diçî ew ê baş em naskirine.
Cerdvan-3
Yê dûr diçe tu yî, ez dibêjim di navbera denê hingiv û dimsê de şaş bûye.
Keç:
Keremkin hûn sehetê bixwin.
Cerdevan-2
Xwîya ye dimsa we pir e.
Keç:
Pirekî pir e.
Cerdevan-3
Xwedê em kurmî kirine, ev serê çend salan e me rez nedîne, em tama tirî nema dizanin.
Keç:
(di ber xwe de)
wey rebî hûn ti carî ifleh nebin.
Cerdevan-1
Qey zarokên we tune ne ku heya niha dimsa we maye?
Keç:
Şukir ji xwedê re, hundir tije zarok in, çûne mala xalan. Lê ew qet vê dimsê naxwin.
Ceredvan-2
Ew çima naxwin? Ma ev dimsa ku mera nexwe.
Keç:
Ji ber zarokan bi xwe dîtin ku mişk di nav denê dimsê de za bû…
(hersêyan bi hevre)
Mişkê mişk?
Keç:
Dîya min nerijand, ji mer re got heger carekê mêvanine mîna we hêja werin deynin ber wan.
(hersê bi hev re vedirşin)
Cerdevan-2
Min ji tere got ku kirte-kirt ji vê dimsê tê, te got şekrokê wê ye.
Cerdevan-3
(lingê xwe li kodka dimsê dixe)
Ev ê kezeba me di devê me re derxist.
Keç:
(digirî)
Cerdevan-1
Ji xwe re binerin, tişta ku anîye serê me hîn digirî jî.
Cerdevan-2
Hey belqtîyê tu bi ser çi de digirî?
Keç:
Kodik, kodika..
Cerdevan-1-2
(bi hev re )
Kodka çi xwedê nehiştê.!
Keç:
Te kodik şikand, wê kûçkê me yê belengaz avê di çi de vexwe?
(hersê cerdevan)
kodika kûçik!!!
(dîsa dibe ulqîna wan û ji mal derdikevin)
Keç:
Wey hûn bi qurbana kûçkan bin hey çeqelên heram.
(çawîşek û bi du neferan re)
Çawîş:
Hela hela, ît oxlî ît hûn li çî xwe digerin, weha li bayê serê xwe bê destûr …heydê esker wan kelepçe bikin.
Keç:
Xweska ku ev celeb kûçik lawên kûçkabana û ne rovî û çeqelê ber deryê we guran bana.

Dawî

Leave A Reply

Your email address will not be published.