شرمولا
Kovareke Wêjeyî, çandî, Werzane ye

Wê bavê min bê- Fatma Ehmed  

0 332

 

(Bexçeyek, dikeyeke ji bo rûniştinê, sênîk û qedehên çayê)

Gulê: Yabo ma tê kengî biçî bajêr?

Bav: Oho, dinya zivistane û rêya gundê me pir dijware, çûna min niha tuneye.

Gulê: Ji bo xwedê here bajêr yabo.

Bav: Him, ti ne ji bo xwedê dibêje, de ka bêje tu çi dixazî ji bajêr.

Gulê: Bi rastî bavê delal va cejina qurbanê hat û Newroz jî li dû ye.

Bav: Ê… baş e xwedê bi xêr û xweşîyê derbas bike keça min.

Gulê : Aaaamîîîn

Bav: Hîn te negotîye tu çi dixwazî  ji bajêr?

Gulê: (Dev li ken) ez ê bêjim, yabo ma ez her sibe ji ter taştê çênakim û dermanê te nadim te, heya di êmkirin û avdana pez de jî ez alîkarîya te dikim.

Bav: Belê rast e, xwedê ji te razî be, tu ronîya çavê min î ka bêje tu çi dixwazî ez ê  ji te re bînim.

Gulê: Kirasekî kesk, sor û zer û pêlavekê nû ez dixwazim ji bo cejna qurbanê û Newrozê.

Bav: (Xemgîn dibe) lê keça min buhayê wan bi min re tune ye, ma li bajêr rehmê li hev nakin xwîna hev dimêjin bi vê buhabûnê.

Gulê: Ji bo xwedê ji min re bikire, ev du sal derbas bûn te ji min re nekirîy

Bav: Xemgîn nebe û bes van rondikan bibarîne, ez ê agir bi dinîyê xînin ji bo te.

Gulê: Tê ji min re bikire.

Bav: Erê ..erê

Gulê: (Bikêf) xwedê dilê te xweş bike û temnê te dirêêêêêj bike.

Bav: (Dikene) hhhhhh dê her çend berxan hazirke ez ê wan bifroşim ji  bo xatirê çavên te.

Gulê: ohhoo min ji sibehê de wan amadekirine li pêşîya te ne.

Bav: Hhhh  yanî te zanîbû.

Gulê: Bavê min dilê min e, nahêle ez xemgîn bibim lê tu ji bîr neke kiras  bila rengê alê be ha û pêlavek.

Bav: Temam ji herdû çavên xwe ez ê ji te re bînim.

Gulê: Ez ê li vir li benda te bim heya tu vedigerî.

Bav: Ez ê werim, û bi soz ez ê ji ter bînim.

Gulê: Ez ji vir narim heya tu bê bavo.

(Bav diçe û zîlan rûdinê li hêvîya wî dimîne û şer çêdibe)

Dayik: (Bang dike) zîlan … birve keça min… bireve.

Gulê: Çi bûye dayê?

Dayik: Mala me xerabû mala me talan bû.

Gulê: (Bitirs) çi bû yadê? kê mala me talan kir?

Dayik: Yên rihdirêj û nig qelişî, rabe bi lez em birevin.

Gulê: Ez nayêm wê bavê min were.

Dayik: Bavê te nema tê rê hemû girtin.

Zîlan: (Biqehir) naaaa ez nayim, ez nayêm wê bavê min were, wê ji min re kirasekî bîne.

Dayik: Keça min qurban bimeşe em ê herin bavê te ne ma dikare were.

Gulê: Na tu ne rast dibêjî, bavê min soz da min got ez ê bêm, wê ji min re kirasekî kesk û sor û zer bîne, wî  ji minre got.

Dayik: (Destê wê digre û dikişîne) keçê nayê bimeşe.

Gulê: Na wê bê…

(Dengê girîyê zarokekî biçûk tê  dayik direve)

Dayik: Birayê te digirî.

Gulê: Erê here here ez ê li vir li hêvîya bavê xwe bim.

(Du kes derbas dibin pêxwas û rihdirêj)

Zilam 1: Tu çima ne revîyayî ha..

Gulê: Wê bavê min bê.

Zilam 2: (Dikene) bavê te nayê me rêya wî jê sitand.

Gulê: Na tu ne rast dibêjî wê bavê min bê û wê ji min ra kirasekî kesk, sor û zer bîne.

Zilam: Nayê.

Gulê: Na wê bê..

(Herdu zilam bi destê wê digirin û serê wê dadixînin)

Gulê: (Bi qîrîneke bilind) bavooooooo…

Dike tarî dibe

Leave A Reply

Your email address will not be published.