شرمولا
Kovareke Wêjeyî, çandî, Werzane ye

Wêje Koka Hunerê Ye – Delîl Mîrsaz

0 231

   

 

Di welatê me de stema ku hatîye meşandin gelek mijar serûbinî hev kirine, mirov nema dikarin rastîyan ji nav hev derxin. Gelek caran kesên zana derketine û xwestine rastîyên veşartî derxin holê û ronî bikin, lê mixabin serdestîya di welatê me de serwertir bû, zû destwerdan dikirin û careke din ew rastî binax dikirin.

Yek ji mijarên hatin binaxkirin jî mijara huner û hunermendîyê bû. Bê guman li vê devera me bi giştî, huner bi awayekî gelekî xwezayî hatîye hûnandin û salên gelekî dirêj berdewam kirîye. Xelkên  devera me ji wê hunerê sûd girtine û rengê civaka xwe bi wê hunerê avakirine. Eger em bixwazin hunera welatê xwe nas bikin, divê hinek rûpelên dîroka kevnare werin qulibandin.

Tê zanîn ku huner ji bingehê wêjeyê ava dibe, lê wêjeya ku li welatê me heye têra dinyayê hemî dike, bi hezaran sal in li dijî wê hewildanên têkbirinê tên kirin, dîsa jî ew têra dinyayê hemî dike.

Bê guman sedema dewlemendîya vê yekê heye, eger em li dîroka vê deverê vegerin em ê vê sedemê destnîşan bikin. Devera ku însan lê hatiye cem hev û li wir rengê jiyanê lê hatîye avakirin, bê şîrove wê dewlemend be.

Welatê me cîyê avakirina rengê jiyanê ye, li vê deverê cara yekem însan bûne komîn û bi civandina li derdora dayîkê rengê jiyana însana hatîye despêkirin. Kombûna însan bûye sedema pêşxistina ziman, ji ber pêdivîya mirovan bi hevfêmkirinê hebû, lewra em dikarin bêjin ku ziman di welatê me de dayîka hemû wêjeya ye û her wisa navên ku di jiyanê de tên bi karanîn bi piranî li welatê me hatine rêsandin.

Her wisa mijara çand, dab û nerîtên (irf û adet)civakan jî li vê dvera me hatine rêsandin, heta roja îro jî mirovahî bi wan mirov tê pênasekirin û li ser wan bingeha xwe birêxistin dike û pêşdikeve. Di nava vê dewlemendîya jiyanê de, felsefa Zerdeşt serî hildide û dibe ronahîya rêya civakên vê deverê. Kesekî weke Zerdeşt bi sê gotinan hizir û ramanên xwe pêşkêşî mirovan dike (Baş bihizire-baş bipeyive-baş kar bike). Ev sê gotin di wêjeya zerdeştîyan de bûne rengê jiyana mirovan wate bûne çanda wan gelên ku bi vê felsefeyê bawer kirine.

Dema niha em li  hunera gelên Zerdeştî ya kevnare dinêrin, em vê wêjeya dewlemend dibînin. Ji bo em bikaribin hinekî din jî nêz bibin,divê em mînaka kurdên Zerdeştî yên ku nebûne misilman bînin ber çavên xwe, ev kesên hanê hîn jî bi wêjeya xwe ya dewlemend û resen jiyan dikin,her çiqas weke ku me li jor bahis kir bi hezar salane hewildanên jinav birina wê tê kirin, lê dîsa jî ev wêje gelekî di rengê jiyanê de bi rewneq e. Kurdên yaresan ew kurdên ku ji koka felsefeya Zerdeştî rengê jiyana xwe digrine.

Ev kurd li deverên jêrîn yê rojhilatê Kurdistanê jiyan dikin, ji bo ku xwe ji hêrişên bi navê fitohatên misilmanan biparêzin, gelek caran gotine em Kurdên Elewî ne. Her wisa Kurdên Kakayî, Êzdî, Ehlî heq, Maço û Elewî, van kurdan hemîyan bi her awayî rastî hêrişan hatin û heta roja îro jî ew wêjeya xwe ya dewlemend di rengê jiyana xwe de parastine û bi hezaran dastan, çêrok û serpêhatî di qefesa sînga xwe de veşartine. Bê guman mûzîk û strana dewlemend jî ancama vê wêjeya dewlemend in.

Li welatê me mûzîk û stran di nav hevde bûne tiştekî ku di rewanê gelê me de hatiye çandin, bi hebûna gelê me re ji dayîk bûye û pê re mezin bûye. Niha gelek mûzîkjen û kesên ku di warê mîzîkê de kar dikin, vê rastîyê tînin ziman, li Mezopotamyayê notên seratayî yên mûzîkê hatine dîtin. Her wisa navê wan notên ku ketine ber destên van kesan bi zimanê gelên Aryen hatine ristin.

dema ku behsa dengên mûzîkê dikin dibêjin: Yek ga du ga sê ga û heta heft dengên mûzîkê bi vî awayî dijmêrin. Ne dûre ku niha kesek ji me bipirse û bêje: Gelo çima mûzîk bi awayekî akadîmîk li welatê we zêde pêş neketiye?  Bê guman li welatê me,gelek sedem hene ku nehêştine di vî warî de pêşkeftin çêbibe.

Eger em di warê rewanî de temaşeyî gelê xwe bikin, em ê bibînin ku rewnê gelê me, mûzîk û stran di nav hev de hatine strandin û ji hev cûda nabin, lê şerê ku li hember rewanê gelê me hatîye meşandin jî tu hest, zana û nivîskar nikarin wesif bikin.

Eger em xweşik lêkolînê bikin, em ê bibînin ku ji dawîya qonaxa dayîksalarî û heta roja îro li hember hest û rewanê gelê me şer heye. Bê guman, ev şer berî her tiştî li hember rewanê dayîkê meşandine û xwestine di wir de bi serkevin, li ser vê armanca xwe ya qirêj tu cara gav bi şûnve nehatine avêtine, pênc hezar sal in ew dewam dikin, her wisa pênc hezar sal in dayîka me jî bi hest û rewanê xwe yê resen li ber xwe dide.

Li vir ez dixwazim bêjim ku di nava vî şerê pênchezarsalî de, em stranan dibêjin. Niha dema ku em li mûzîk û stranên xwe vedigerin û awrekê li wan didin,em dibînin ku stranên me ji yên dinyayê tevahî cûdatir in, ji ber ku her dem di encama êşê de me stran gotine. Bi wateyeke din em dikarin bêjin ku stranê me rastîya jiyana me ne.

Di van sedsalên dawî de, neyarên gelê me rengê şerê xwe qirêjtir kirine, bi her awayî xwestin ku rewanê vî gelî bidin gihurtin û tiştekî bi navê stran û mûzîk nehêlin. Bi hatina misilmantîyê re şerekî dijwartir dest pê kir û li hember rewanê dayîkê bi teybetî, rê û rêbazên qirêj hatin meşandin. Di vî şerî de me gelek ji hest û rewnê dayîka xwe winda kir, di windakirina van hestan de em gelekî ji postê xwe derketin û li rewanê me jî bandorên cuda hatin kirin.

Li vir ez dixwazim tiştekî bêjim cara yekeme ezvê bi nivîs bînim ziman, bê guman hatina Îsalmê bandora herî nîgatîv li ser rengê jiyana me û her wisa stran û mûzîka me kir. Her ku em lêkolînan dikin, bi me re tiştên cûdatir derdikevin holê. Tê zanîn ku di welatê me de, dayîk xwedawend bû û rewanê wê civak bi rêve dibir. Hatina îslamê bi taybetî, her tişt ji me standin û tiştê nekarîn bibin jî weke ew dixwazin guhirtin. Heta niha gelê me yê herêma Hewramanê li başûr û rojhilatê Kurdistanê bi zaraveyê hewramî ji dayîkê re dibêjin: Ella nabêjin dayê yan jî Anê dibêjin Ella.

Bê guman dema ku li ser vê gotinê lêkolîn tên kirin, jêdereke din dernakeve holê ji bilî vê jêdera hewraman. Eger em vê rastîyê baş binasin, gelo ne pêwîste ku careke din di hemû warên jiyanê de em li koka xwe vegerin?.

Dema me karîbû em hinekî li koka xwe vegerin, em ê wê demê fêm bikin ku çima stranên me weqas xirap bûne, em ê wê demê fêm bikin ku hunermendî li welatê me nehêştine, ev kesên niha jê re dibêjin hunermend tiştekî gelekî cuda ye.

Dema ku em hinekî vegerin ser koka xwe, wê demê em ê careke din pîvanê vî karî nas bikin, heger me pîvasn naskirin heqîqet jî derdikeve holê û av vedigere cogên xwe.

Leave A Reply

Your email address will not be published.