شرمولا
Kovareke Wêjeyî, çandî, Werzane ye

Hunera Heftemîn ـ Safînaz Evdikê

0 131

 

 

 

 

 

 

Sînema, ango hunera heftemîn, hunera herî piçûk e di malbata xwe de, lê ya ku her şeş hunerên din jî di hundirê xwe de himbêz dike. her çiqas zêdeyî sed salî  ser çêkirina filman re derbas bûye, lê dîsa jî kevn nebûye û di hemû civakan de tê xwestin û hezkirin, salane bi hezarên fîlman tên çêkirin û li seranserê dunyayê jî bi  hezaran salonên sînemayê hene, li her welatekî jî  gelek festîvalên sînemayê ji her hunerê zêdetir hene.

Sînema hunera ku derbasî her malekê bûye û xwedî bandoreke mezin e, li kîjan malê zarok bi fîlmên Çarlî Çaplin nekenîyane, kîjan dayik û bav bi fîlmê Rê bandor nebûye û li ber negirîyaye, an jî kîjan ciwan nexwestîye weke Romeo be.

Beşên fîlman bi derbasbûna demê re her zêdetir dibe, heger di fîlmê yekê de me tenê xebatkarê ji trênê derdikevin dîtin, aniha cureyên fîlman ji hijmara wan xebatkaran zêdetir bûye, ji bo her cureyekê jî tamaşevanên wê yên taybet çêbûne. Fîlma ku rojekê dîmen bi dîmen ji fîlma 18mm dihate qutkirin û dîsa bihevekirin îro dîmen di hundirê kompîterê de tê amadekirin û montaj kirin, lê dîsa jî sînema dimîne ew hunera ku hestên te tevlihev dike, gava ku bixwaze te dike xwedî biryar der heqê jîyana xwe de, di heman demê de dikare te bê biryar bihêle.

her wêneyekî ku çav dibîne, an dengekî ku guh dibihîze dike mijara fîlmekî nû, her tevgereke zindî ku bala sînemager bikşîne dikare bibe mijareke li ser rûpelan ku dîsa di fîlmekî de were jiyîn, her çiqas ne weke rastîyê be jî, lê weke xeyalê çêkerê fîlm bixwe be.

Gava ku çalakî ji rastîyê derdikeve û dikeve fîlmekî, êdî dibe milkê sînemager û dikare bi şêweyê ku dixwaze ji nû ve li ser ekranê zindî bike. Her axaftinek dibe dîyalogek di hundirê fîlm de û her kesê ku di jîyana sînemager de derbas dibe dikare bibe karektereke sereke di fîlm de. Ji bo sînemayê sînor tune ye, her wiha jîyan kanîyeke bê dawî ye ji bo afriandina fîlman.

Rast e ku sînema her şeş hunerên din di hundirê xwe de himbêz kirîye, ew her heft huner di senaryo de dest pê dikin û bi fîlmekî li ser perdeya spî diqedin, her neheqîyeke ku li wan huneran bê kirin, asta filim ya hunerî kêm dibe û nayê hezkirin, ji ber wê jî fîlmê baş hewce dike ku weke sihir be, bizanibe çawa bandorê li ser hemû hestên însanan bike. Fîlmekî baş dikare jîyana te bigre dest, baş bihûne û nîşanî te bide, ew fîlm ji jîyana te zêdetir dikare bandorê li te bike.

Çima? ji ber ku jîyana me pir qerebalix e û gelek çalakî di rojekê bi tenê de bi mere derbas dibin

Gelek caran em li jîyana xwe bi giştî vedigerin, lê pir tişt bala me nakşînin, lê fîlm ji jîyana te xaleke sereke ya ku te jî nedîtîya radike û li ser esasê wê xalê çîroka te dibêje. Di tevlihevîya mejîyê te de winda nabe, lê xalên girîng û bi bandor dikare bibîne.

Çêkirina Fîlman:

 

piştî karê kolandina ji bo fehmê, tê gotin ku sînema karê herî zehmet e, tevlî vê gotinê nabim ne ji ber ku çêkirina fîlman ne hêsan e, lê ji ber ku herdu kar pir cuda ne sînema karekî hunerî ye û kesên di sînemayê de kar dikin bi arzû dikin.

Çêkirina fîlman proseseke pir dem dirêj e, lê xebata herî komînal e ku însan bikaribe tevlê bibe, deng bêyî kamera nikare fîlmekî çêke her wiha  kamêra jî bê ronahî nikare, ronahî jî bê dekor nikare fîlmekî çêke, hemû bi hev re jî nikarin bêyî senaryo fîlmekî çêkin. Zencîreke dirêj ji karan ji bo yek fîlmî hewce dike, qelsbûnek di yek xelekê de hebe tevahîya fîlm qels dike, her wiha xurtbûna beşekê hemû fîlm xurt dike, di her xelekeke vî karî de hunermendek hewce dike û ew hunermend jî dikare di beşa xwe de biqasî hêza xwe afrîner be. Lê çima stêrkên sînemayê çêdibin? Navên mezin yên derhêner û lîstikvana ne? Ev ji ber medyaya nû ye, ji ber ku ewqasî medya û qadên nîşandana fîlman di nava sîstemê de kûr bûne, êdî naxwazin her kesî ku kar kirîye bibînin. Dixwazin yekî bidin pêş û bikin stêrk û bi civakê jî bidin hezkirin, heger hewce bike jî wêneyê wan li ser  parfûn û erebeyan jî bixin da ku di mejîyê me de stêrkbûyina wan biçînin.

Sînema Dikare Çi Rolê Bilîza Li Ser Asta Şexsî Yan Jî Li Ser Asta Civakê?

Ji ber ku sînema çîrokan ji jîyana me ji me re dide nîşandan, têkilîyeke sînema ya girîng bi sosyolojî û saykoljîya civakê re heye, her wiha çîrok bi rewşa sîyasî, ekonomî û oldarî ya dem û cihê ku fîlm tê de hatîye çêkirin bandor dibe, ji ber van rasteqînan hemûyan weke ku fîlm bi derdora xwe bandor dibe dikare bi eynê astê yan jî asteke bilindtir bandorê li kesan û civakan bike.

Mînak: Keçeke heft salî ya ku li afrîkayê dijî, ji ber xwezayê helbete ew ê çerm reş be, ji ber feqîrîya civaka li wir helbete wê birçî û nexweş be, ji ber rewşa sîyasî û çekdarî  helbete ew ê keçik di bin xetereya kuştina hêzên çekdar be. Li vir karakter ji derdorê hate afrandin, lê bi çîroka vê karakterê ez çawa dikarim bandorê bikim, heger bixwazim bandorê li civakeke rojavayê dunyayê bikim ez ê wê ji ber birçîbûnê bikujim, miletê Rojava ew ê dest pê bike alîkarîyê ji welatên afrîkyayê re bişîne, heger bixwazim bandorê li sîyasta navneteweyî bikim ez ê wê keçikê bi êrîşeke çekdar bikujim, heger bixwazim bandorê li keçikên wê civakê bikim ez ê bihêlim ku karaktera min 7 salên din jî li ber xwe bide û jîyan bike, piştre jî bihêlim ku li hember vê rewşê derkeve, ez ê wê bikim mînakek ku hemû gel bixwaze weke wê be û di dawîyê de bihêlim ku bi serbikeve, da ku hêvîyê li cem gelê wê çêbikim ku ew dikarin bi serbikevin.

Ev mînakeke piçûk û sade bû,  fîlm li gor asta xwe dikare bandorên pir mezin an jî piçûk bike, heger em vegerin dîroka sînemayê em dikarin mînakên mezin bibînin.

Fîlmên Ayzeyniştayn bandor li hemû Rûsyayê kir bi dîmeneke li ser pêlekanê bajarê Awdîsa her wiha mînak pir in û nayên jimartin.

Piştî Sed Salî Sînema Li Ku Ye?

 

Îro roj sînema li mala me her kesî heye, em dikarin bi laptopekê an jî telefoneke girêdayî xeta înternêtê li fîlmên salê temaşe bikin, piştî wê jî hemû nirxandinên ku li ser fîlm hatine kirin bixwînin û bi qehremanê fîlm re jî bibin heval li ser facbookê. Ji bo vê mijarê du nerînên cuda hene, yek dibêje ku sînema bê nirx bûye û ji asta hunereke qedirbilind dakatîye, tu wate ji fîlm re tune ye heger tu neçî salona sînemayê û li ber perdeya spî tamaşe nekî. Nerîna din dibêje ku sînema hunereke di dest tebeqeyeke taybet de bû ji civakan, lê aniha di destê her kesî de heye û her kes dikare bi vê hunerê şa bibe. Her nerînek jî ji bo ya din navek dîtîye, kesê ku piştgirîya sînemaya li malê dikin, ji yên din re dibêjin bircwaza nû ya ku nizane xwe di ku di bi cih bike di pêşveçûnê de ji ber wê jî xwe di ber hunerê re dike, yên ku piştgirîya sînemaya salonan dikin ji yên din re dibêjin tembelên ku ji bo wan kîsekî çîps û fîlmek weke hevin.

Ji Bo Kurdan Sînema Li Ku Ye?

Ev pirseke ku her ji bala min naçe, miletekî ku heqê xwe nestend ku di salonan de li fîlman temaşe bike, heta roja îro jî yek salona me tune ye, înternêt derfeteke mezin da me ku em li malên xwe li fîlman binerin û vê hunerê nas bikin, lê gelo tamaşekirina fîlman li ber perda spî li salonekê ew ê ne weke sihrekê be? Lê heger me jîyan nekiribr em nikarin beşdarî vê nîqaşa ku ji bo me bê wate ye bibin.

 Ya  herî ku merev xemgîn dike ne şêweyê ku sînema pê tê nîşandan e, lê ew e ku ev huner di destên dezgehên baziragniyê û bazirganan de ma ye, ji bo ku sînemager fîlmekî çêbike hewce dike ku pereyan ji van dezgehan bistîne, ji bo ku dezgeh pereyan bidin pêwîst e ku çîrok li gor sîyaseta wan be, reklamê ji wan re bike. Ev xemgînî li vir naqede, piştî ku fîlm qedîya ji bo ku di festîvalan de bê qebûlkirin hewce dike ku tu stêrk bî yan jî têkilîyên te yên xurt di vê bazarê de hebin, her wiha divê ku fîlmê te tu mijarên ne li gor dilê vê bazarê bide nîşandan, pêvajoya bikaranîna vê hunerê di bazarê de pir dirêj e û însanan xemgîn dike, lê dîsa jî gava ku em li hejmara fîlmên baş yên ku di qadên mezin de nehatine pêşandan bibînin, ev tê wateya sînemagerên ku qebûl nakin di bazarê de bin pir in. Bi tenê qadeke ku bikaribe wan hemûyan himbêz bike hewce dike, lê ev hunera bedew a ku dikarîbû şoreşan çêbike dikare sînemageran jî himbêz bike, biparêze û bi filan jîyanê xweştir bike.

Leave A Reply

Your email address will not be published.