شرمولا
Kovareke Wêjeyî, çandî, Werzane ye

Çîroka sê cengên giran li ser xaka kurdistanê ـ Abbas Ismaîl

0 585

Cenga yekemȋn

Sala 356 b.z kurek ji fermandarê welatê mekdonya Filȋp re çêbû navê wȋ kire Iskender. jina Filȋp diya Iskender navê wê olȋm bû, jineke mekdonȋ sinc sosret û qehreman hewesa wê mar di himbêza xwe xwedikirin bû, ma jineke ku dinanê maran rake, wan perwerde bike. bi xwe re razȋne wê kurê wê çawa mezin bibe?

Iskenderê Mekdonȋ, û Iskenderê Mezin û Iskenderê du stiruh di mala du Lehengên balkêş de mezin bû, wisa jî li ser destê fîlozofekî bi nav û deng wekî Eristo perwerde bû, ew hȋnȋ felsefeya jiyanê û fermandariyê dikir.

Filȋp mir kurê wȋ Iskender şûna wȋ girt, bû fermandarê mekdonya yê, vȋ xortê kelgerm û serserȋ gelek ceng li welatê Yûnan û Mekdonyayê li darxistin, carnan têk diçû, carina biserdiket, lêbelê her û her çavên wî û fîlozofê wȋ li  welatê Rojhilat bû, ji lewra Eristo jê re digot: li Rojhilat şaristaniyeke pêşketȋ heye, li Rojhilat miletê Iran û Tûran heye, imperatorê  wan pir payebilnd e, yek caran jȋ êrȋş Yûnan û Rojava dikin dixwazin Esȋna dagir bikin, Eristo û çend lȋderên mekdonȋ lskender sorkirin, handêrkirin ji bo ku berê xwe bide Rojhilat.

Iskenderê du stireh leşker û hêzek giran û çekdar amade kir, fÎlozofê xwe Eristo bi xwe re karkir û berê xwe da Rojhilat li devera Esûs yan Efsûs (iskenderon û Ersûs) Li ertêşa Darayê sisiyan rast hat şerekî xwîndar û dîrokî di navbera artêşa  Iskender û Darayê Îranî de li dar ket.

Di wê cengê de, di wî şerî de leşkerê Îranî paşepê vegeriya, di baweriya wan de wê leşkerê iskender bixin darikan,lê Mixabin dolaba wan çep geriya, leşkerê Mekdonî yê pehlewan û şerzan ew Şikandin û pişt ji wan sitandin û leşkerê Dara di cenga Esûs (Ersûs) de  Şikest û berepaş vegeriya û cengê li ser axa kurdistanê berdewamkir ji Esûs li ser deriya spî, heta kermenşahê jî derbaskir.

Em karin bêjin: Hezar û heşt sed kîlo Metre ceng û şer li nav kurdan bû  bi hezaran kurd hatin kuştin, welatê kurdan berebat û wêran bû. Dîrokzan dibêjin: Raste Dara şikest û xwe  hemberî Iskender negirt û hate kuştin, lê lîderekî wî ew kuşt û çû ji Iskender re got: waye min Dara kuşt û ez û leşker em radestî te ne, em di bin destê te de ne, rabû Iskender ew lîderê bêbext û xiniz kuşt û bi lez cû di ser serê Dara re sekinî û berya ku canbide jê re got: Ey qiral kurê qiralan ne min tu kuştiye ji lewra şerme ez qiralekî weke te bikujim, û min kujerê te kuşt û bibêje tu çi ji min dixwazî?

Darayê sisiyan ji Iskender re got: Ez bi hêvî me tu xwişka min Roksenê mehir bike û li miletê Iran û Tûrkan bi xwedî be.

Piştî van çend gotinan qiral Dara bi dilovaniya xwedê şabû, Iskenderê qehreman şîreta Dara bi cih anî, û Iran û Tûrkan dagirkir û berê xwe da welatê Hindê, lê mixabin li ser sînorê Hindê nexweş ket, û hinek dibêjin: Hevalekî wî jehir dayê, rabû ceng rewestand û vegeriya heta nêzîkî Hewlêrê bû, bê hêr bû rabû wî jî çend şîret ji fîlozofê xwe re gotin, û li ser axa kurdistanê Iskenderê mezin sala 323 B.Z mir, temenê wî 33 sal bûn, piştî mirina wî Siloqiyan hukim li kurdistanê kirin.

Weke encam û nerxandin ji wê demê re: kurdan seranserî welêt cangorî danîn, ziyan û gosirmetên bê hemta dîtin, bi taybetî kurdan êş, azar, kuştin û zirar di dema Iskender û cengên wî yên bê rawestan de dîditin, Kurd piraniya wan cengan êzingê şer bûn.

Cenga duyemîn

Di çîroka yekemîn de, me gotiye ku Rûmên rojava, yûnanî û mekdonî evîndarên tund bûn ji rojhilata navîn re, û her û her jî guhdarî li nûçeyên qiral û artêşa farisî dikirin, wisa jî dixwestin wî leşkerê serhişk û qehreman bişikînin, bi saya Iskenderê Mekdonî hatin armanca xwe bi cihkirin û Rojhilata navîn dagirkirin.

Bi vê dilgermiyê êlên turkan yên ku li rojhilataî deryaya Qezwînê bûn, karê wan qewxe û şer bû, beyabanên Sîn û Hindê meydana hespên wan bûn, wan çavnêrî dikirin ku rojekê êrîşî Rojhilata Navîn bikin, ew êlên mêrxas û şerxwaz bi gelek navan dihatin nasîn, ji hinekan re digotin êlên zêrîn û  ji hinekan re digotin Ertoqî, ji hinekan re digotin Selcoqî.

Di sala 1037’an de serokê vê êlê Ertuxril Beg berê xwe da rojava, di kurte demekê de bajarê Rey (Tehrana îro) dagir kir û di sala 1040 de peywerê Baxda elqayim neçar bû ser mil û singa wî xemiland bi paye û nîşanan û navê wî kire Sultanê Iraq û Îranê.

Dîrokzan dibêjin: peywerê islamê yê li Bexdayê keçek xwe jî diyarî Sultanê selcoqî kir, piştî mirina sultan Ertuxril  biraziyê wî Alperselan şûna wî girt, vî sultanê xort û xwîngerm çavê xwe berda welatê rojava, wî zîrek û çavnasî di serê miletê kurd de xwend, ji wan re got : Ew gawirên Bîzentiyan berhem û xêra welatê we dixwin, û welatê islamê lewitandine gereke hûn bi min re rabin em herin wan gawiran ji welatê islamê derxin wan bajon heta Yûnan û Romayê, wê çaxê bi sedan lehengên kurdan tev leşkerê Alperselan bûn û bi hêzeke cekdar û giran berê xwe dane rojava.

Di sala 1070 yê zayînê leşkerê Alperselan pêrgî leşerê Bîzentiyan bû, li devera Melazkurdê şer di navbera herdû artêşan de destpêkir, şer di navber sultanê Selcoqî û imperatorê Bîzentî de giran bû, kurdên çiyayê Xelatê û çiyayê Sîpanê û Agirî bi hana islamê ve hatin, bi sedan canfeda bûn, şervanên kurd di welatê xwe de, li ser xaka xwe şer dikin, leşkerê  Bîzentiyan berbat kirin, ew tarûmar kirin, leşkerê  Bîzentî bi serokatiya imperator Rûmanos şikest û Rûmanos bi xwe dîl hate girtin, şervanên qehreman ew anîn li ber destê  Alperselan danîn, wî jî li gor yasa û rewiştên cangê ew nekuşt, lê fedekariyek giranbuha ji Bîzentiyan xwest.

Bîzentiyan şert û mercên Alperselan qebûl kirin, fedekariyeka ku xwestibû dan û polîpoşman vegeriyan û xaka kurdan radestî Selcoqiyan kirin.

Gelî xwendevanan, gelî kurdan da em ji hev re bibêjin: Qezenc û sûda kurdan çi bû?

  • Kurd bindestî Bîzentiyan bûn, piştî vê serketina Selcoqiyan di canga malazkurdê de ketin bin destê Selcoqiyan û ta îro.
  • Kurdan bi sedan şehîd danîn û ziyanên mezin li welatê wan bû, bese kurdo ma heta kengî bi navê islamê tê bê xapandin.

Cenga sêyemîn

 

Beriya ku ez vê çîrokê bêjim, dixwazim kurte nerînekê di derbarê kurdan û ola islamê de bêjim.

Gelek miletên cîhanê bûne misilman weke: Pakistaniyan, Turkan, Daxistanî, Emazîxî, Endonîsî, û…hwd. van miletan keya û zimanê xwe parastin, raste hinekan zimanê Quranê ji xwe re xweştir dîtin, lê welatê xwe, xaka xwe nekirin qurban ji birayên xwe yên misilman re.

Tenê miletê kurd roja bûye misilman û heta îro xwe kiriye canfeda ji ala islamê re, û xaka xwe, welatê xwe yê bi xêrûbêr kire qurban ji misilmanan re.

Vaye çîroka sêyemîn wê nerîna çûyî ji wer diçesipîn piştî ku Holako (Nifira dîrokê) Bexda dagir kir di sala 1091’ê zayînê de, peywerê islamê reviya çû Misrê, li wir tîreya malbata peyamber Mûhemed bi rêxist û xwe kire peywerê Fatimî ango ji nijad û reha Fatime keça peyamer e, navê wî Mihemed Elmutewekil bû.

Di wê demê de islam bûbû du perçe (weke îro) peywerek islamê li Misrê û yek li  Baxdayê, wisa jî şahê farisî Ismaîlê Sefewî bi tîreya fatimiyan girtibû -vaye Iran vê serdemê Elewîne- û sultanê osmanî Selîmê yekem helbet Sinî bû.

Herdû şah û sultan gelek gef û zirt li hev dikirin, herdiwan jî dixwestin kurdan ji xwe re bikin heval, wan dizanîbûn ku şer çêbibe wê li ser axa kurdistanê be.

Sultan Selîmê yekem zanyarên olê, şêxine sexte û melane zîrek,berdane nav kurdan ji wan re digotin : ev Sefewî dijî ala islamê ya rast in, ev ji zavê pêncan e, ev di mizgeftan de dibêjin: Elî weliyê xwedê ye, Quran daketiye ser Elî.

Bi vî rengî, bi vê piropagendayê, kurdên Hekarê, Mûşê, Bedlîsê,Wanê û Agirî bûne henda sultan Selîm. Dijberî û nakokî di navbera Osmaniyan û Sefewiyan de gur û giran bû

Sultan Selîm karê xwe ji cengê re tekûz kiribû rabû hezên giran yên topên Bîzentiyan bi wan re ajotin ser leşkerê şah Ismaîl û li devera Çildêrê herdû artêş hember hev rawestiyan.

Şerekî giran û xwîndar di navabera wan de çêbû bi hezaran term li ser xaka kurdistanê hatin raxistin, ez dibêjim û gelek dîrokzanan gotiye: leşkerên Osmaniyan kurd bûn ango serê kurdan li hev dixistin (îro ji vaye kurdên Elewî û yên Sinî ne li hevin û şoreşa şêx seîd jî bi vê sedemê şikest).

Di cenga çildêrê de sultan Selîm biserket û leşkerê wî derbasbû Tebrîzê jî stand, piştî bihîst ku Qanso Xorî ji Misrê tê bi hana şah Ismaîl ve rabû vegeriya û  berê xwe da Misrê ji bo armanca xwe ya sereke bi cih bîne, li devera Merc dabiq –li ser sînorê Sûrya û Turkiya îro-  leşkerê Misrê û yê sultan Selîm pêrgî hev hatin û bi hesanî lîderê Misrî Qanso hate kuştin û leşkerê wî radest bû, pişt re sultan êrîş berdewamkir ta ku giha Misrê jî dagirkir.

Peywerê Fatimî rabû herdu kilîtên pîrozgehên islamê radestî sultan Selîm kirin, û navê  wî kire peywerê islamê, hêjayî gotinê ye: piştî vê serkitina Osmaniyan bi saya leheng û pakrewanên kurdan, kurd bûne navmalî û gerdevanên mizgeftan.

Leave A Reply

Your email address will not be published.