شرمولا
Kovareke Wêjeyî, çandî, Werzane ye

   Şermola… Dîdargeheke çandî, wêjeyî resen e 

Divya bû em weke rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûryê asta keda çandî bilind bikin di rewşên herî dijwar û di şerekî bê hempa de, ku destwerdanên navdewletî , herêmî û xwecihî tevlî hev bûne, şoreşa Bakur û  Rojhilatê Sûryê ji hinavê vê rewşê pengizî. Gelên wê qurbaniyên herî  mezin pêşkêş kirin ji bo bidestxistina jiyaneke demokrat û azad , ku nirxên civakbûyînê yên  bi hezarên salan rehên xwe berdane bîrgeha  vê xakê biparêze, di encama vê keda tê dayîn de me ev kovar weşand ku  em tê de hewil didin di riya pênûsên şareza de radeya pêkanîna çandî pêş ve bibin ta ku bibe hêjayî asta bûyerên ku diqewimin, her wiha ji bo bibe bingeh û hêzeke bandorker, ku asta civakê ji milê ramyarî û çandî ve pêş bixe ji bo xwe bigihîne ayîndeyeke baştir û  çêtir.

Desteya sernivîskariyê navê Şermola hilbijart ji ber sedemên dîrokî ku reseniyekê lê bar bike. Şermola bi xwe navê girekî dîrokî ye li Amûda Bakurê Sûryê ye, di gel ku girên herêmê bi giştî di serdema Horî-mîtanî de weke nîşana kombûnê di rewşên awarte de û li hemberî  êrîşan dihatin bikar anîn, lê pişt re ew gir weke rawestgeh û dîdargeha karwanên guhêzer di navbera mîrnişînên hundirîn ên Sûryê û bakurê wê û Kurdistanê bi gelemperî  bi kar dihat.

Lewre ev nav rehendeke dîrokî digre ku reseniyeke ramyarî û wêjeyî peyît dike , ta karibe bibe dîdargeheke çandî  ji bo rewşenbîrên gelên herêmê bi giştî. Deriyê kovarê vekiriye ji bo hemî şiyanên wêjeyî û afrînerî, ku hevdengiyekê li gel armancên kovarê di şiyarkirnê de dike, her wiha veguhastineke bê hempa di rojeva çandî de li Rojava û li Bakurê Sûryê bi giştî diafirîne, li kêleka  sazî û yekîtiyên rewşenbîrî, rojname û kovarên wêjeyî li herêmê.

Kovar di nava xwe de mijarên wêjeyî û rewşenbîrî bi herdu zimanên Kurdî û Erebî hembêz dike û gelek beşên wê hene wekî ( dosyaya hejmarê, lêkolîn, hevdîtina hejmarê, jin û rewşenbîrî, pirtûk( xwendin û weşandin, werger, huner, şano, muzîk, şêwekarî, fotografîk, çîrok, helbest, mijarên serbest, gotar û raporên wêjeyî û çandî.)  û her beşek ji wan têkildarî cureyeke  wêjeyê destnîşankirî ye .

Em bi hêvî ne ku kovara Şermola li gorî asta daxwaz û arezûyên we be.

Desteya sernivîskariyê