Hejmara (24) a Kovara Şermola Derket

 

Hejmara (24) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.

Dosyaya vê hejmarê “Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” ye , di hejmarê de hejmarek ji mamosteyên zanîngehan nêrînên xwe li ser felsefe û rola Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, anîn ziman.

ji pêşekiya hejmarê: “Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sê zanîngeh hene; Zanîngeha Rojava (2016), Zanîngeha Kobaniyê (2017), Zanîngeha Şerq (2021). Armanca damezrandina van zanîngehan; pêkanîna pêwîstiyên herêmê ji hêla cîbicîkirina kêrhatinên zanistî û amadekirina pisporan di warên curbecur de ye. Di heman demê de van zanîngehan Derfeteke ji xwendekarên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re vekir, da ku xwendina xwe temam bikin, her wisa xwendekarên ku ji ber sedema şerê ku li Sûriyeyê diqewimî, ji xwendina xwe qut bûbûn, xwendina xwe berdewam bikin.

Bêguman ev zanîngeh di şert û mercine ne normal de hatin damezrandin, yanî di rewşeke ku hebûn û tunebûna me di nîqaşê de bû, her wisa ku jiyankirin bi xwe jî zehmet bû, di rewşeke wisa de li kêleka gelek saziyan zanîngeh jî hatin damezrandin, lewma ji hêla derfet û imkanan ve kêm û kurtî pir bûn, di hêla akademîk, rêvebirin û peydakirina akademîsyen û pisporan de jî zehmetî dihatin dîtin. Her wisa ji ber şert û mercên şer, gef û ambargoya li ser Rojava di hêla madî de jî astengiyên mezin hebûn û hîn jî hene. Lê niha piştî derbasbûna gelek salan di ser avakirina van zanîngehan de, tevî ku kelem û asetnegî hîn jî hene, lê bi awayekî berçav ku ji her kesî ve diyar e, ev zanîngeh pêşketinên mezin dijîn û ji gelek aliyan ve rewşa wan tekûz dibe. Ji bo girîngiya van zanîngehan û rola wan a bêsînor di avakirina nifşên nû de û ji bo ku bêhtir em balê bikişînin ser wan, desteya sernivîskar a kovarê girîng dît ku di dosyaya vê hejamrê de bi awayekî berfireh ev zanîngeh ji hemû aliyan ve bêne naskirin”.

Her wiha di hejmarê de çend nivîsên wêjeyî û çandî ku ji aliyê nivîskarên Rojavayê Kurdistanê ve hatine nivîsîn, hene.

Hejmara (24) a kovara Şermola 156 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.

 

Di beşa kurdî de ev berhem hene:

pêşekî

– Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.. (Desteya Sernivîskariyê)

Dosyaya Hejmarê (Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê)

– Li ser felsefeya zanîngehên Rojavayê Kurdistanê mitaleyeke giştî.. Zanist wê çawa dîsa bibe ya civakê?.. (Luqman Guldivê)

– Zanîn, Lê Çawa û di Ber Çi de?.. (Ferat Gernas)

– Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.. (Emel Me’mo)

– Armanca Damezrandina Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê..(Aras Hiso)

– Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî; Erk û Berpirsyarî.. (Aram Hesen)

Hevpeyvîna Hejmarê

– Li gel Şervan Misilm hevserokê Zanîngeha Kobaniyê ye (Hevpeyvîner: Aram Hesen)

Lêkolîn

– Ji helbestên Melayê Cizîrî: PUR MEKE ISRAFÊ .. (Diyar Bohtî)

Pirtûk

-Nirxandinek der barê romana “Dara Hinarê” de .. (Ferîde Ibrahîm)

– Pirtûkên Derketî.. (Desteya Sernivîskarîyê)

Serbest

-Penaberî.. (Salihê Heydo)

Çîrok

-Mêkut.. (Mihemed Emîn Sadûn)

Helbest

– Finda Rojhilat.. (Beşîrê Mele Newaf

– Tu li çi digerî?.. (Newaf Hemed)

Ciwan û Wêje

Metin û xwîner.. (Sewsen Şêx Bekir)