Êşa sekeratê – Fexredîn Ismaîl – Wergera ji Erebî: Fehîma Deştan

 

Her kes bi baldarî li benda livîna kurtepist û gotinên wê bû. Wê rêwî dinasin. rêwiyan bi çavên matmayî lê temaşe dikirin. Gelo ew serjêkirî ye? Yan jî zayîna  bihezaran pirsên di nava bêhêviyê de kûr bûne, niha zeman giran tevdigere, da ku wan êşên dubare bide fêrkirin. Xilaskar li hemberî vê bûyerê hiltê û serê xwe tewandiye û lêvên wî li hemberî vê êşê xwar bû ye. Rûmet li beramberî berbextiyê serê xwe tewandî ye, li hemberî canekî ku ti carî mirinê bi erzanî qebûl nake. Ti carî baweriya xwe bi tinebûnê weke çawa yên din bi wî rengî dixwazin, bi dirêjiya wê xeta beyom re wiha mirovan dinasîn, lê wê baweriya xwe bi vê yekê neanîbû. Ew ji gund, bajar, text û malê koçber bûbû. Ber bi hezkirin, jiyan, dîrok û ruhekî nû ve diçû. Tevî hemû têkoşînên çînî û wijdanî bi xwe re jî, ew bi zêhniyet û ramanên ber bi asoyan ve hilkişiya.

Ew li ser milên xwe rakiribûn, hêdî hêdî westandinê hêza wan dikişand hundirê xwe, westandinê xwe li ser rûyê wan dida diyarkirin.

Gotinên wê, hevalên derdora wê ditirsand, wiha digot:

-Mirin nêz e, ji mirinê jiyaneke nû dest pê dike!

-Na, na, bêhêvî nebe, rizgarî nêzîk e, tu yê vegerî û em ê bi hev re biçin çalakiyan û  bi hev re bikenin.

-Gelo ez baweriyê bidim xeyalan, an jî ez ji dîmenan bawer bikim? Ma hun birînên min nabînin!?

-Netirse, wê birîn çêbibin, ma ne te digot: “Birînên me xweşkbûna me ne, di nava wan birînan de azadiya me şîn dibe, bi bêhna çiyayên me wê birîn tune bibin. Tu li birînên min yên kevin temaşe bikî, pênc guleyên xedar li canê min ketine. Ez hîna jî dijîm, canê min tijî parçe bû ye û bi min re dijîn, ez bi wan serbilind im. Ez jî tevlî gotina te ya berê te gotibû, “Bi xweşikbûna birînên xwe em hêlînên xwe ava dikin”. Heval! Aram be, wê her tişt bi selametî derbas bibe.

-Ax ax em ê bijîn, rast e ez ji we hez dikim û dixwazim bi we re heta dawiyê bijîm, lê birînên min dixwazin vê carê jiyanê ji min bistînin.

-Heval, bêhna xwe fireh bike, neaxive, raze, wê razan bihênvedanekê bide parçeyên ku di canê te de cihê xwe girtine.

-Na, na ax ax, ez ê timî şiyar bim û qet ranazêm, razanê ez kuştim, bi hezarê salan e min dikuje, dibe ku mirina dayîmî bê, lê ez êdî razana demî nema dikarim tehmûl bikim.

-Tu çiqasî serhişk î, heta di birîndariya xwe de jî tu felsefeyê diwênînî, piçekê rehetiya xwe bistîne. Pêwîstiya canê te bi xwîneke nû heye. Bêhna xwe li ser canê xwe yê birîndar fireh bike.

Bi awirekê çavdêrî kir.

Wiha bersiv da:

-Rast e, em timî bêhna xwe fireh dikin, ta ku em dighêjin ziwahiyê, xwîna me ziwa dikin, paşê banî me dikin û ji me re dibêjin: “Ma xwîneke nû heye”?  Ruhê gula me dimijin, cewherê me dimijin, hundirê me pûç dikin da ku em bidin pey wan û em ji wan wê pariya di bêrîka wan de winda bû ye bixwazin.

-Ez rica dikim niha bi wan meseleyan nehizire, bêhna xwe fireh bike, bawer be ku tu yê vê zoriyê derbas bikî!

Destê xwe danî ser devê wê, lê wê destê xwe yê çepê yê ku hîna bi ruh e nêz kir, destê wî dûrxist û got:

-Ez vê baldariya we spas dikim, lê xwezî we zanîba çi min disojîne! yê ku min disojîne ev bêdengî ye. Ez ti carî nema bêdeng dibim. Ez ê hemû kelhên kevneşopiyan û rezîliyan bişewitînim! Ez ê qeydan tune bikim. Ez ê bêhêvîtiyan bişewitînim, ez êdî venagerim ser wê gotina ku dibêje: “Ez lewaz im û parçe bûme.” Ez ê bêjim, ez resen im, çavkanî me, ez heq im û ez vejîn im, ax, ax, ax!

-Heval, em tika ji te dikin, tu yê xwe tune bikî, birînên te hev nagirin û bêhna xwe fireh bike, hîna parçeyên di canê te de di tevgerê de ne.

Hinekê bêdeng bû û destê xwe yê çepê ber bi birînên xwe ve bir. Destê xwe danî ser nava xwe. Bi tiştê ku qewimî ye hesiya, navqendîla wê êdî bûbû newal û cihê xemên bêdawî. Destê wê kete nava wê berbextiyê de, newalên kûr di canê wê de vebûbûn. Destên wê xebera wê berbextiya kûr dayê. Wê derveyî nîv canî tiştekî din nedît. Pê nedihesiya ka di hundirê birînê de çiqas êş heye. Hinavên wê êdî kar nedikir, dema destên xwe dida birînan çavên derdora wê ditirsiyan ku lê temaşe bikin. Weke ku kevir di hinavên wê de hatibin çandin. Giranbûna hinavên wê yê ku kar nake, xeber dida. Bi birînên xwe re dest bi axavtinê kir:

-Çima tu nalivî, de bilive? Bihêle ez ji êşê bikim hawar. Destê xwe da kêlekên xwe da ku bizane çi hatiye serê wê, canê wê hemû parçe bûbû û bê êş mabû. Birînên wê bûbûn sengerên êşê, lê hîna jî dilê wê bi coş lê dida. Ji dijwariya êşa ku li ser hev kom bûye, êş bê êş mabû. Beybikên çavên wê fireh bûn, di xeleka xwe de ber bi hişkbûnê ve diçûn. Dixwest tiştên tên bîra wê bibêje, wan çîrok, helbest û hemû gotinên ku mirovan hunandine bêje. Nedixwest tiştekî bi xwe re bibe, dixwest bi hizir û ji dil re biaxive. Li hevalên xwe temaşe kir.

Hevalên wê raserî wê sekinî bûn. Xwest hinekî cihê xwe rast bike, lê parçeyên xedar tiştek ji hestiyên lingê wê û destê wê yê rastê nehiştibûn.Tenê valahî lê hiştibû. Canê ku êdî ji bo wê ji mirarekê zêdetir tiştek îfade nedikir,  lê bawerî û vîna xwe winda nekiribû. Wê ji çemê şoreşê av vexwaribû, bi çanda xwedawendan re mezin bûbû.

Dest bi axavtinê kir, tevî ku gotin û tîp li ser zimanê wê belav dibûn, bêdengiyê birînên wê dikewand. Hinekê çavên xwe dane ser hevdu. Bahozê jî dest bi lîstika xwe kir, xwe dikir weke  kêr û meqesên ku  bi birînên wê dileyîst. Ew bayê sar dibû xencer û di nava hinavên wê re diçû. Weke qesabekî nû, çep û rast goştê wê dida  ber kêra xwe. Parçeyên wî laşê cemidî û bêrih hûr dikir.

Ji hinaseyan bihna xwe vedida, da ku di çirkên dawiyê de aram bibe, lê wê hewaya sar nehişt ku mijangên wê bikevin ser hev. Dibîne hevalên wê lê temaşe dikin. Ew di navbera tunebûn, çavniqandin û bîranînên xwe de diçû û dihat. Çavên wê di nava bêbextiyeke kûr de dixeniqîn.

Herikîna xwînê ji birînên wê rawestiya, gelo xwîn di laşê wê de ziwa bûbû? Yan jî parçeyan di hundirê birînên wê de deriyek çêkiribûn? Wê da xwe û got:

-Ji vir biçin, min bihêlin û barbikin, ji we re serkeftin be.

Lê ti bersiv negirt.

-Çima hûn naçin? Gelo li vir in heta ku rihê min derkeve, yan jî li benda xelasiya min in? Rast e, li benda xelsiya min in!

-Min bihêlin û biçin? Wê serkeftin ya we be, lê xizmeta dawiyê ji min re bikin,  guleyekê li min bidin da ku ez ji van êşan rizgar bibim!

-Heval, tu çawa ji me tunekirina xwe dixwazî?

-Heval, min ji jan û êşê rizgar bikin, wê hezkirin û hevaltî di navbera me de bilind bibe.

-Na, na, em nikarin.

-Hevalno, dêmek ez ê razim û we ji bendewariyê xelas bikim…

 

Çavên xwe girt û bêdeng bû… Henaseya xwe bi hêz dîl girt û got:

-Bi xatirê we!

Çavên xwe hêdî hêdî dan ser hev.

Bi sekeratên jana birînên xwe re, raza…