Armanca Wêjeyê – Peyman Bêrî

 

Peyman Bêrî

 

Armanca wêje, estetîk û xweşikirine, lê estetîk û xweşikî jî li gorî xwîner û nivîskar tê guhertin. Di heman demê tişta wêje dike wêje ziman û şewaz e. Wêje teşe dide peyvan. Wêje ji bo em hest û ramanên xwe bigihînin kesên hemberî xwe amûrek e. Di wêjeyê de ji naverokê wêdetir, tu yê wê naverokê bi awayekî bandorker çawa ragihînî, ew giring e.  Di heman demê de dem û pêvajoya ku nivîskar tê re derbas be jî  bandora xwe li ser nivîsê dike.  Ji ber ku nivîskar wê pêvajoyê lêkolîn dike û jiyan dike, ango nivîskar hinekê jî xwe bilêv dike. Ji bo vê têkiliya wêje û zanistên civakî ji nêz de bi hev re heye.  Lê ciyawaziya wê ya ji beşên din ê civaknasiyê; xuliqkariya wê ye. Wêje diafirîne û destê xwe datîne ser birîna civakê, weku:

çawa şer bandora xwe li civakê dike, wêje jî  bandorê li civakê dike.

Koçberî û keraset ji ber li civakê pir bandor dikin,  dibin mijarên bingehîn yên wêje. Wekî şerê rizgariya gelê Kurd û şoreşa Rojavayê Kurdistanê.

Guhertin û veguhertina çandî;  çand bingehê jiyana civakê ye, bi rêbazê jiyanê re zihniyet jî tê guhertin.  Dema zihniyeta civakê bê guhertin wêjeya wê jî, ango zimanê nivîskar û hunermendên wê civakê jî tê guhetin.  Ji bo wê em dikarin bêjin ku wêje amûrê herî bingehîn ê guhetin û veguhertina civakê ye.

Mijara wêje ya herî giring jî evîn û heskirin e.

Wêje gelek bûyerên dîrokî û pskolojîk digire nava xwe.

Di heman demê de nivîskar divê xwedî nêrînekî berfireh be û nêrîneke wî/wê ya gerdûnî hebe.  Ji ber wêje divê feraseta li gorî nêrîneke cîhanî komî serhev bike û kurguya xwe çêbike. Em ji bîr nekin ku wêje awêneya civakê ye. pêşketina wêje girêdayî çand û zihniyeta civakê ye û wêjeya civakê dibe nirxê civakê.

“Pêşiyên me gotine zimanê xweş maran ji kunê derdixe” di vê peyva xweş de em têdigihêjin ku, zimanê xweş û şêrîn wêjeye. Wêje di her kêliya jiyanê de ji bo me pêwîst e. Dema ku em xwe bilêv dikin, têkilî pêşdixin, pirsgirêkan çareser dikin, waneyekê didin,  tiştekê guhdar dikin, stranekê dibêjin, pirtûkekê dixwînin, filmekî temaşe dikin û… hwd. bi kurtasî di her kêliya jiyana me de wêje heye û ji bo me girînge.

Ji bo ku em wêje fêm bikin, wêje ji bo me lazim e.  Wêje hunera nêrîn û hestên xwe gihandina mirovan e.  Mirov hîn pirtir xuliqkar dibin û bi xweşbînî li cîhanê dinêrin. Di heman demê de wêje xweşikî û biexlaq, girêdana wêje, exlaq û wijdanê pir bi hev re heye. Kesekê êş û azarên civakê jiyan neke û biwîjdan tevnegere nikare berhemekî wêjeyî  û rast jî biafirîne. Ji ber dema em bûyerekê bilêv dikin, divê em  wê bûyerê hîsbikin û jiyan bikin. Bi wan re bigrî, bikenî û bixwe bibî navenda wê berhemê. Behrem bixwe teyîsandina nivîskare, ji ber wê her nivîskarek şêwazê wî heye. Berhema wêjeyî ya herî serkeftî jî ew e ya ku bûyî malê gel.

Belê ji bo ku em bikaribin  hest, nêrîn û bûyerekê bilêv bikin, pêwîstiya me bi wêje heye.  Wêje di rastiyê de hunera mirov a xweşik bilêvkirina hemû xweşikahiyan e.

Di heman demê de wêje dihêle mirov xwe û derdora xwe fêm bike. Ji bo mirov xwe bide naskirin û têkiliyan pêş bixwe wêje pêwîst e.  Wêje dihêle mirov bikeve ferqa xwe, bi xwe re rûbirû be, fêrî cîhanên din, feraseta ziravî û estetîkê bibe. Wêje hunera mirovên xweşikî avakirinê ye. Carê bi peyvan dilîzî, radibî dansa azadiyê, carê jî pê re şer dikî  û carê jî pê re dibî heval. Dibî mêvanê şivanekî û ji çaya qaçax vedîxwî û li bilûra wî guhdardikî. Dibî evîndarek û li çol û çiyan dikevî, wekî Mecnûn bi salan li Leylayê digerî. Li ser sertapên çiyayên azadiyê diqêrî. Dibî dayîka lehengekî ku li ser ewladê xwe yê li hemberî dagirkeriyê ketî cengê dilorînî. Tu bixwe dibî ew lehengê efsaneyî, şûr û mertalê radikî û dadikevî meydana cengê.  Dîrokê ji nû ve dinivîsînî. Bi hêrs ser neyaran de diçî, dibî tirsa neyaran û dostê qencan. li ber taviyên baharê şil dibî û li ber siya darekê dirûnî. diçî serê Sîpanê Xelatê dibî mêvanê Xecê û Siyabend, di zinarê Sîpanê Xelatê de çengên Siyabendê birîndar digirî û ji nav wan dol û newalên kûr de derdixî. Li ber pêlên ava Dîcleyê dikevî. Dikevî nav rûpelên spî û li gorî dilê xwe wan pelên spî dixemlînî.

Divê em bi wêje ji nû ve felsefe û jiyanekê biafirînin, wêje bikin bingeha jiyanê, di jiyana xwe de estetîka di tama wêje de ava bikin. Çi lehengî dibin, çi rastiya gelê Kurd dibe û çi jî rastiya tevgera azadiya gelê Kurd dibe, divê em di riya wêje re li cîhanê bidin naskirin, ji ber ku çîroka şoreşê li benda nivîsandinê ye. Hîn qêrîna Bêrîtanan bi zinaran ve hilawêstiye û li benda me ye û bandike. Leyla Qasim ji nava pêlên dîrokê de serî hilda ye û banî me dike û hîn peyvên wê di guhên me de olan dide. komkujiya Geliyê Zîlan, Dêrsim, Berxwedana Seyîd Riza, Şêx Saîd û Qazî Mihemed û rastiya gelê me li benda nivîsînê ye,  divê di riya wêje re em vê dîroka bi tîpên zêrîn a bi xwîna pekrewanan ji nû de hatî nivîsandin bi cîhanê bidin naskirin.  Lênûs û pênûsa şahidî ji berxwedana sedsalê re kirî divê êdî bikeve tevgerê û em şoreşa wêje bidin avakirin. Ez di wê baweriyê de me ku dema em rastî dest bavêjin lênûs û pênûsa xwe û biceger binivîsin em dikarin cihanê bihejînin û dem û dewran jî ji vê re amade ye, lê divê em biceger bin û guh bidin dengê dîrokê. Divê êdî em bêjin; ger îro nebe kengê? Û ji bîr nekin em neviyên Ehmedê Xanî, Feqiyê Tayran û Melayê Cizîrî ne. Wêje di xwîna me de heye, ji xwe dewlemendiya ziman û çanda me nayê pênasekirin.