
Wêje, pîşeya vegotina bi şêweyekî herî ciwan û bi bandor ya hest û ramanê ye. Çanda civakî ya herî girîng ku mirovan li hev kom dike û danheva agahiyan vediguhêze jî, ziman e.
Wêje, pîşeya veguheztina hest, raman û nîgaşan ya nivîsên bi şêweyê nerm û rehwan e. Her wisa pîşeya zargotina devkî ye jî.
Wêje, şaxekî pîşeya ciwankarî ye ku navgîna wê ziman e. Ji bo mirov xwe, derdora xwe, sruşt û cîhanê binase, binirxîne û van nirxan di jiyana xwe ya rojane de pêk bihêne, perwerdeya wêjeyî gelekî girîng e.
Her darijtineke niviskî di çarçoveya wêjeyê de cih nagire.
Ji ber ku wêje, bi mirovî re hestê nazik û li hevhatî zindî dike, tenê ji bo nivîsînê nahête nivîsandin. Gorepaneke wêjeyê ya gelekî berfireh heye. Şêweyên mîna helbest, pexşan, drama, çîrok, çîvanok, roman û hwd…, ji şêweyên wêjeyê ne.
Ji bo girêdana çand û ziman ya bi hev re, wêje mîna pirdekê rola xwe bi cih dihêne. Çand û ziman, di hebûna mirovahiyê de beşên herî girîng in, ango, şêweyek ji şêweyên sereke yên jiyanê ne.
Gava çand dihête gotin, berî her tiştekî ziman tê bîra meriv. Li navbera mirovan, di veguheztina hest û ramanan de ziman gelekî girîng e. Veguheztina çandê ji nifşekî bo nifşên dahatû tenê bi navgîniya ziman dibe.
Wêje, tevaya nakokiyên zimanî di nav xwe de dibanîne. Ji ber ku ziman, afirandine û pîşeya mirovahiyê ye, carinan tevlîhev, carinan xwerû, carinan jî pîşeyeke giştî ya sruştî ye. Helbet, zengînbûna wêjeyê jî, bi zengînbûna zimanî ve girêdayî ye.
Mêjûya Wêjeyê û Giringiya Wê:
Nabe meriv wêjeyê wekû şahiyeke demî, yan jî, ji derveyî jiyana rojane binirxîne. Kartêkirinên girîng yên wêjeyê li ser jiyana civakê bi rengekî dirêjxayen hene. Meriv dikare bi hindek nimûneyan kartêkirinên wêjeyê bide xuyakirin. Yek ji gelek kartêkirinên sereke yên wêjeyê ziman e. Xebat û lebatên xurt yên wêjeyî, bi rastî jî xurtiyeke taze û hestyariyeke ber bi çav gehandiye zimanên cîhanê.
Peydabûna peyvên nuh, şayîksazî û nazdarkirina van peyvan, diyarkirina cudahiyên di navbera peyvên nêzî hev de, bi tevahî derencama xebatên wêjeyî bûne. Ji bilî vê jî, divêt bihête zanîn ku vegotina hindek hest, raman û têgehên wêjeyî, gelekî bi kêrî mirovan hatine.
Her wisa di nasîn û nêzîkbûna civakan de, roleke sereke ya wêjeyê heye. Ji bo her netewekê wêje neynika jiyanê (çi rojane, çi jî mêjûyî) ye, û her civak di vê neynika wêjeyê re xwe dibîne û ji bo dahatûyeke kûr û dûr bizanayî, bi şarezayî xwe berhev dike. Ango wêje, kurtiya vegotina rabûrî, dazanîn û rênimayiya jiyana dahatû ye.
Di serdema me de, hebûna teknîka çapemeniya pêşkeftî û pîşesaziyeke pirtûkan ya bi hêz, ji bo gelek zimanên cîhanê bûne egera wergerandina gelek berhemên wêjeyî. Ev jî bûye derencama hevnasîna civakan û hiştiye ku ji aliyê ramanî ve civakên cîhanî bêhtir hev binasin û nêzî hev bibin.
Gava em bihûrbînî dêhna xwe didin şiroveya wêjeyê û derencama kar û tevgerên wêjeyî, ji bo me xweş diyar dibe ku di avadankirina civaka me de, di pêşkeftina hest û ramanên me yên netewî de (yek ji mercên sereke yê netewbûnê ye) roleke girîng û ber bi çav ya wêjeyê heye.
Wêje; tevgera navxweyî ya civakê ji gelek aliyan ve bi rêkûpêk dixe û tevaya nirxên heyî yên niştîmanî ji bo seranserî welêt vediguhêze, li ser civakê belav dike û li ser erdnîgariyeke diyar, bûyera yekgirtina netewî pêk dihêne.
Bi kurtayî; wêje, di çareserkirina arîşe û nakokiyên civakî û di avadankirina civakeke bextiyar, bextewer û têr-evîn de, navgîneke sruştî ya herî zengîn, ya herî ji dil û ya herî miyanrew e…
Di Wêjeyê de Girîngiya Zimên
Yek ji hêmanên çanda civakî ziman bi xwe ye, her wisa ziman, navgîna herî girîng e ya ku ji nifşekî bo nifşên dahatû çand û danheva hemî serdeman vediguhêze. Li hevkirina mirovan, pelçîmbûna wan û pêkanîna civakê, helbet bi nirxê wanî hevpar, ango bi zimanî ve girêdayî ye.
Zimanê her netewekê heye. Bi derdora sruştî ve girêdayî ya her netewekê, wekû; Kar û serpêhatiyên wê netewê, navgînên ku ji heyamên dêrîn de bikaranîne, kedîkirin û xwedîkirina ajal û sewalan, şahî, xemgînî, cengên ku kirine, bi dirêjahiya sedsalan rûbirûmana li hember hêrişên dereke, ev hemî bi rêya zimanê wê netewê, di stran, serpêhatî, çîrok, dastan, pend, pêgotî, pêkenok, mamik, gotinên pêşiyan, nikûk, nîgar, şano, kurteşano (skeç) û di helbestên wan de dihêne tomarkirin û bi rêya van nirxan, ji nifşekî bo nifşên dahatû dihêne veguheztin.
Her wisa ziman, bi pêkanîna vê danheva salane, di pêşdeçûna civakê, geşedana zanist û teknolojiyê de jî roleke sereke dilîze.
Ziman temet ji aliyê jiyana civakî ve, her wisa ji aliyê jiyana takekesî ve jî girîng e. Hem ji bo takekes, hem jî ji bo civakê, berî bi du hezar û pêncsedsalan ji aliyê ramyar û bîrewerê navdar Konfuçyûs (b.z. 551-479) ve, destnîşankirina girîngiya zimên balkêş û hêjayî nirxandinêye.
Ji Konfuçyûs dipirsin:
-Heger ji bo birêvebirina welatekî gazî te bikin, di destpêkê de tu dê bi karekî çawa rabî?
Konfuçyûs vê pirsê wisa dibersivîne:
-Bêguman, pêşî ez ê bi berçavkirina zimên dest bi kar bikim. Heger di ziman de kêm û kurtî hebin, ji bo şirovekirina ramanê gotin têrê nakin. Heger raman bi duristî nehête vegotin, karên ku divêt bihêne kirin bi duristî nahêne kirin. Heger spartek li dûv daxwazê nehêne bicihanîn, çand û gerdiş têk diçin. Heger çand û gerdiş têk biçin, dadwerî dê varî biçe. Heger dadwerî varî biçe, cemawerê ku şaş û şerpeze dibe, dê nizanibe çi bike û dê nikaribe rêya çareseriyê bidoze. Aha ji ber vê yekê ye ku hîç tiştek temet zimên girîng nabe.”
Piştî vê dazanîna Konfuçyûs ya derbarî girîngiya zimên de, vêca em bihêne ser girîngiya wêjeyê ya di jiyana takekesî û civakê de..
Wêje, şaxekî hinerê ciwan e ku navgîna wê ziman e û gorepana wê jî jiyane. Ji bo mirov xwe, derdora xwe, sruşt û cîhanê binase, ji bo hestyarbûna bi şêweyekî herî tenduristane ya li hember erênî û nerêniyên heyî yên di jiyana rojane a civakê de, bêguman perwerdeya wêjeyî gelekî girîng e.
Di amanca bingehîn ya perwerdeya ziman û wêjeyê de, ji barkirina agahiyan ya li ser pişta xwendevanan wêdetir, di dil û mêjiyê xwendevan de, niştandina evîna ziman û bikaranîna zimanî ya bi şêweyekî herî sererast û rewanbêjî ye.
Piştî vê darijtina derbarî wêjeyê de, vêca wekû Kurd, bi me ve girêdayî hindek pirs xweber derdikevin pêşberî me. Wekû;
- Gelo; di astekî baş de em li zimanê xwe xwedî derdikevin?
- Gelo; ji bo paraztin û pêşdebirina zimanê kurdî, wekû kes û deverên peywendîdar, li dûv daxwazê bi vî erkê xwe yê niştîmanî ve em radibin?
- Gelo; di alozî û neçareserkirina nakokiyên heyî de, rola neyekgirtina ziman heye an na?!
Pirsên bi vî rengî gelek in û ji her kurdekî bîrbir dihête xwestin ku li bersiva van pirsan bigere, bibîne û çareseriyekê jê re bidoze..
Durv û Taybetmendiyên Wêjevan
Helbet; ji ber pêkhatina wêjeyê ji gelek şaxan (Roman, Dastan, Pexşan, Gotarên Siyasî, yên Bîrdozî, Helbest û her wiha..), tiştekî sruştî ye ku durv û taybetmendiyên wêjevanan jî dê ji hev cuda bin. Ji bilî vê yekê jî, ji ber dabeşbûna civakê ya li ser bingeha çînatî, ji ber hebûna daxwaz û berjewendiyên ji hev cuda yên her çînekê, di nerîn û ramanên wêjevanan de, di evîna wan -çi niştîmanî, çi xwedayî, çi takekesî- de jî, ne wekheviyekê durist dike.
Derencama van egeran, ji bo her wêjevanekî durv û taybetmendiyeke cuda peyda dibe. Êdî her wêjavenek, li dûv helûmercên her serdemekê, bi armanca paraztina berjewendiyên çîna xwe -li ser astekî netewî jî be- tevdigere û bi vê armancê berhemên xwe amade dike.
Vêca; ji bo kesê wêjevan (Nivîskar, Bîrdoz, Helbestvan) bikare bi zimanekî xurt û rehwan, helûmercên serdema xwe, daxwaz û armancên civaka xwe bi duristî rave bike, şirove bike û bi armanca arşîvkirinê ji bo dahatûya gelê xwe veguhêze, pêdiviye xwedî hindek durv û taybetmendiyên gelekî taybet be!..
Hindek ji wan taybetmendiyan:
Kesê wêjevan (Nivîskar, Helbestvan), berî her tiştî:
- Pêdiviye; di serî de ziman, derbarî nirxên xwe yên niştîmanî de jîr, şareza, serwext û zengîn be.
- Xwedî çandeke xwecihî û niştîmanî ya berfireh be.
- Xwedî çanda giştî ya cîhanî be.
- Derbarî bûyer, rûdan û her tevgereke civakî, hestyar, hûrbîn, dûrbîn, bi kurtayî çavdêrekî bi rêkûpêk be..
- Dûr ji şovenîzmê -çi bîrdozî, çi nîjadî-, divêt realist be, rastgo be..
- Helûmercên heyî çi dibin, çawa dibin bila bibin, li hember her zordestiya çi navxweyî, çi jî dereke, divêt kesê wêjevan serhildêr be û layengîrê berjewendiya giştî ya niştîmanî be..
Ji ber ku her berhemeke wêjeyî dibe arşîv û berew dahatûyeke berfireh dihête veguheztin, pêdiviya kesê wêjevan bi van durvên ku li silal hatine darijtin, heye. Heger na; ji her darijtineke nivîskî ya bêyî naverok ku bersiva rûdan, helûmercên zeman û mekan nade û nabe destnîşankirina çareseriyê, ew darêja nivîskî di çarçoveya wêjeyê de cih nagire..
Bi kurtayî jî be, em dikarin hindek durv û taybetmendiyên kesê wêjevan bi vî rengî binirxînin.
Erkê Wêjevan
Wekû li silal me hindek durv û nîşanên wêjevaniyê dane xuyakirin, bi kurtayî jî be, ji me dihête xwestin ku hinekî li ser erkê wêjevan jî rawestin..
Di avadankirina welat û civakê de rola sereke ya kesê wêjevan e. Kesê wêjevan, kem û kurtî, arîşeyên heyî, narewatî û zordestiya desthilatê ya li hemberî civakê berî her kesî dibîne û bi nivîsên xwe, bi pexşan û helbestên xwe narewatiya heyî dihêne zimên û bi helwesteke niştîmanî, bi rexneyên xwe yên avaker, li rêkên çareseriyê digere, didoze û wekû pêşniyar pêşkeşî deverên peywendîdar dike.
Li dijî zordestiya fermî, bê dudilî, beravaniyê ji berjewendiya welat û welatiyan dike û heta bi dawî dakok e li ser xebat û tevgera xwe ya ji bo aştî, tenahiya navxweyî û bexteweriya civaka xwe.
Tekoşîna ji bo welatekî azad, ji bo civakek ava, aza, têr-evîn û bextewer, erka sereke ya kesê wêjevan e.
Ji ber van egeran, bi rastî jî barê kesê wêjevan giran e, pîroz e.