Stranên kurdî – Pêşkevin

 

Pêşkevin

 

Pêşkevin em serfiraz in miletê Kurdî

Yan mirin em dê bibînin, yan jîna Kurdî

Wa miletê Kurdî

 

Ala rengîn bo te deynim, ger ser bi derd im

Ger nekim vê tu bizane ku ez ne Kurd im

Wa miletê Kurdî

 

Kurdistan êdî menale lawê te hatin

Xwendevan xwînfiroşê axa welat in

Wa miletê Kurdî

 

Xwendevan û xwendegeh im bê al û leşker

Dê bijîn paşî bizanin rêçê bibin ser

Wa miletê Kurdî

 

Mal û dil û can bi carek bo te fîda kim

Xwîna xwey paqij dirêjim bindestî nakim

Wa miletê Kurdî

 

Helbest: Ehmedê Namî

Muzîk: Mihemed Şêxo