Têkoşerek – Mihemed Seyîd Alrîhanî – Wergera ji Erebî: Ibrahîm Xelîl

 

 

Ji bo ku bihêlin ew navên hevalên xwe bide û wî bi tiştên ku nekirî mukir bidin, rê lê teng kirin û zarokên wî birin. Milê xwe hejand û got:

-Bila, ma ne ew ê wisa fêrî tolhildanê bibin.

Mala wî wêran kirin, rabû got:

-Bila, ma ne gora dinyayê ye… gor e!

Trimpêla wî ji dest birin, dîsa got:

-Bila, ma ne qalikek e, lîstikek e…

Wan ew daleqand û bi qamçiyan lê da heta ku iyarê wî diriya. Ji nişka ve, Gandî ji nava gewriya wî qîr da:

-Çermê me ji we re lê hûn tu car nikarin bigihêjin giyanê me.