Xêzkeke sor
li ser spîbûna berfê ye,
nêçîreke birîndar
dikule.
*****
Li paş her pêleke bilind
sê pêlên kin in,
li paş her sê pêlên kin
pêleke bilind e.
*****
Di yekem êrîşa bahozên
payizê de
komin ji pelê daran
xwe avêtin odeya min.
*****
Di xew de dibînim
ku di bin pelên payizê de
binaxkirî me,
ku laşê min
bi xunçeyan dipişkive.
*****
Di piyê gumlekê min de,
yê bi têla cilan ve
daleqandî
du pelên payizê xwe veşartin.
*****
Zuxurê
ku ji quntara çiya gindirî,
li ser morîstanê bixwe
bi cih bû.
*****
Ji salan ve, dehên kilîtan
berdayî ne,
tevî ku bê feraş in jî
ez newêrim wan bavêjim.
*****
Ji dilopek mey
serxweş ketim,
bawer nekin.
*****
Ji dilopa xunavê
min têr vexwar,
bawer nekin.
*****
Di odeyeke nîvtarî de,
dawiya xwe
di lênûsa xwe ya rojaneyan de
dinivîsim.
*****
Matmayî me,
çawa evqas bîranînên belawela
di hişê min de
civiyan.