Şewta Dil – Ciwanê Dêrikê

 

Ciwanê Dêrikê

 

Guvişk têne dilê min. Sergerdan bûme. Dîwar li min têne hev. Nema dikarim bihizirim, bûme kesatiyek hejiyayî, di tenêtiya xwe de sergêjekî bûme..

Çi bû, çi nebû!

Çi bobelat e ez dîl û bende kirim!

Xewnên min di şev û rojekê de firîn û ji min bar kirin, û kelha min herifî..

Gulîstana dilê min pehîzeka nexêr bi ser de hat û.. ez mam bi tinê…

Lêvên min nema dizanin bikenin. Çavên min geravî bûne. Ewrekî jehrîn li ezmanê min sêwan vegirt..

Dilê min giran bûye, dixele, dikim vereşim…

Çi bûye, çi nebûye!

Çi qirdik û qeşmer dikarin min bikenînin êdî û ez xencerdayî!!

Bextewariyê ji banên min bar kir. Ne werz mane ne bênder, ne bax û ne miştax, war û warkoz bûne kavil..

Cergê birîndar, dilê şkestî û melûl, xemgînî serdest..

Her tişt tê ragirtin, her zorî û nexweşî tê jibîrkirin, lê bêbextî û xinizî nayên daqurtandin..

Ya pitir zora min dibe, ku hêza tolhilanînê têra min neke, destê min negihe bêbextan û talan bimîne revandî..

Guvişk têne min. Kînek min digre, yek min berdide. Çawe biteqim û çi şape û lehiyê rakim!! Çawe vê tevna pîrhevokan biqetînim û henasekî zelal bikişînim..

Kutkuta dilê min, berê min dide vî alî, wî alî, dîsa bi tinê me.               Dîsa ez û bêdengiya şevê, ez û jana giran, ez û kovan û keser û ez canê binakok..

Gumênî ji guhê min naçe. Bêhna barûd û xwînê, kolanên hêjî toz û dûman jê radibin, şewta dil.. dilê min, dilê pîrejinan, dilê ciwaniya peritî..

Pêlên oxirkeran ku bi dîtina wan hest ditevize, xatirxwestina bişewt û hêstir, nalîna bêdeng a siwarekî û sonda mezin..

Di xewnerojê de winda dibim, sirûşek li min dide:” jiyan diherike, sebir, sebir, bibe Eyob, bibe derya, bibe çiya, bibe birûsk û ji dîrokê hîn bibe.. zindana xwe hilweşîne, tevna xem û hejariyê biçirîne, berê xwe bide rojê û tîna xwe berde.. ”

Qolinc min bernade. derûnek westayî. jan û kovanan hêlîn di damaran de kolane, zû bar nakin, dermandar û bijîşkek dilmezin divê..

Dengê nihênî bang dike: Guvişk bes in. Vereşe sanc û qolincan, vereşe tenêtî, vereşe bêdengî, vereşe hêvîkuştin… dûrbîna xwe zelal bike, guleya te dibe gul û zeviya te geş dimîne..