Rewşenbîrê Kurd Cemal Nebez (1933 – 2018)Z

 

Pirofesor Cemal Nebez di 1/12/1933’an de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayîk bû. Digel xwendina xwe li dibistanên fermî de, wî derfet dît ku yasaya Îslamî jî ( zanista şerî’etê), felsefeyê û zanistên olî (Lahot) bixwîne.

Di heyama sala 1950 de Fîzîk û Bîrkarî li fakulteya Zanistan a amadekirina mamosteyan li zanîngeha Bexdayê xwend. Ji meha Kewçêrê 1955’an ta sala 1961’an herdu madeyên Fîzîk û Bîrkarî li dibistanên amadehî dida xwendin. Wî sê salan li Başûrê Kurdistanê karê perwerdeyê kir ((li Kerkûk û Hewlêrê)) û sê salan jî li herdu bajarên Besra û Bexdayê kir. Di havîna 1956’an Cemal Nebez berê xwe da Sûriyê û Libnanê, li wir rastî hinek ramyar, helbestvan, wêjevan û nivîskarên Kurd hat, digel kedên wan, berhemin bi zimanê Kurdî (Kurmancî) derxistin. Di havîna 1957’an de serdana Rojhilatê Kurdistanê kir, û her wiha serdana Tehranê jî kir. Li Kermanşahê digel nivîskarine din civiya ji wan; nivîskarê Kurd Fatih Elî Heyderî, û li Sine (Senendec) digel wêjevan û nivîskarê Kurd ê navdar Ayet Ellah Mihemed Merdoxî Kurdistanî (1885 – 1975) û herduyan soza xizmetkirina ziman û wêjeya Kurdî dan.

Di sala 1962’an de koçî Ewrupa bû ji bo temamkirina xwendin û lêkolînên xwe di zanista rêbazên perwerde û fêrkirinê de, bi zanîngehên Miyonîx û Werzbêrg re di salên 1963 – 1966’an têkildar bû, û di salên 1967 – 1970’an de jî li zanîngeha Hamburgê. Her wiha Zanistên Siyasetê, Çapemenî û Qanûn li zanîngeha Berlîn a Azad di sala 1970’ê de ta 1979’an xwend.

Di sala 1965’an de dema ew hîna xwendekar bû li zanîngeha Miyûnîx, beşdarî avakirina ((Yekîtiya Netewî ya Xwendekarên Kurd)) li Ewrupa digel herdu hevalên xwe yên rojnamevan : Birûsk Îbrahîm û Letîf Elî bû. Di sala 1985’an de digel hinek koçberên Bakurê Kurdistanê ji akademisyen, wêjevan, zanyar û hunermendan beşdarî danîna bingehên Akademiya Zanist û Huneran li Swêdê (Stokholm) bû.

Di salên heftê de û destpêka 1980’ê , Cemal Nebez ev erk û poste hilgirt ser milê xwe:

  • Semînervan di salên (1971 – 1972) li zanîngeha Berlîn a Azad, fakulteya Zanista Nijadan û Irfên Mirovî.
  • Semînervanê zimanên Îranî de li zanîngeha Berlîn a Azad beşê Zimanên Îranî de.
  • Di salên (1971 – 1976) xwedî erkeke zanistîn di warê (rojhilatnasiyê) de li ((Saziya Almanî ya Lêkolînan)).
  • Di salên (1978 – 1982) posta (Mamosteyê Alîkar) di perwerdekirina zimanên Farisî û Îranî de.
  • Di salên (1978 – 1983) posta çavdêrê wergêrên zimanê Farisî li peymangeha Berlînê (Staatliches Institut für Dolmetscher und Übersetzer) û çavdêr û tekûzkerê wergêrên ji zimanê Kurdî li Berlînê (Saziya Bafriya ya Zanist, Çand û Wêjeyê).

Pirofesorê Kurd û zimanzanê navnetewî ê bi navûdeng Cemal Nebez di 8/12/2018’an de çû ser dilovaniya Xweda.

 

Cemal Nebez

 

Berhemên wî :

Cemal Nebez gelek gotar di rojnameyên Erebî de li Bexdayê nivîsand ên di derbarê karûbarên siyasî, civakî, yasayî û mirovî yên gelê Kurd de.

Di heyama herdu salên ku li perwerdeya li dibistanên Kerkokê derbas kiribû, bingehek ji yekemîn pirtuka fîzîk û bîrkarî bi zimanê Kurdî afirand. Di sala 1956’an de pirtukek cebir amade kir, di sala 1960 de karibû yekemîn pirtaka Fîzîkê bi zimanê Kurdî di bin navê ((Pêşgotinek di mîkanîk û taybetiyên madeyê de)) weşand, tê de xişteyek ji peyvên Kurdî di fîzîk û bîrkarî de hatine şîrovekirin. Di heyama mayîna xwe li Dîmeşq karibû pirtukek bi zimanê Erebî li ser tevgera rizgariya Kurd û armancên wê di sala 1957’a de biweşîne, û heman salê de pirtukeke di bin navê ((Kurdî bi tîpên Latînî)) deli Bexdayê weşand. Gelek pirtuk li ser zimanê Kurdî weşand, û gelek berhemên wejêyî wergerand zimanê Kurdî, jê berhemên Şekispîr û Gogol.

Pirtûkên ku hûnandine :

  • Wergerandina pirtuka ((The Tempest)) Bager ya helbestvan Şekispîr ta zimanê Kurdî li Bexdayê sala 1955’an.
  • Romana ((Lalo Kerîm)) bi zimanê Kurdî , sala 1956’an li Hewlêrê hat weşandin.
  • Pirtuka ((Xwêndewarî be zimanî Kurdî)) di derbarê perwerdeyê û dibistanê û şêwazên çareseriyê, di sala 1957’an de li Bexdayê hat weşandin, û di sala 1987’an de careke din hat çapkirin.
  • Pirtuka ((Nusînî Kurdî be Latînî)) ji çapxaneya El-Me’arêf li Bexdayê 1957’an.
  • Pirtuka ((Wergêran Huner e)) di sala 1958’an de li Silêmaniyê hat weşandin, ji weşanên çapxaneya Jîn e.
  • Romana ((Palto)) ya nivîskarê Sovyêtî Nîkolay Gogol, ji zimanê Erebî û Ingilîzî hat wergerandin. Li Bexdayê sala 1958’an hat weşandin.
  • Pirtuka ((Seretay Mîkanîk û Xomalekanî Made)) – Beda 1960.
  • Pirtuka ((Kurdische Schriftsprache. Eine chrestomathie moderner Texte, Hamburg, Buske Verlag,1969)) , komeke ji nivîsên nûjen e, ji weşanên (Buske) li Hamburg 1969’an.
  • Pirtuka ((Sprichwörter und Redensarten aus Kurdistan)) Bend û Pend ji Kurdistanê , ji weşanên Yekîtiya Netewî ya Xwendekarên Kurd li Ewrupa. Sala 1970 li Miyûnîx.
  • Pirtuka ((Der Kurdische Fürst Mir-i Kora (Rawandizi) im Spiegel der Morgenländischen und Abendländischen Quellen)) Mîrê Kurd Rewandozî, nivîsin di dîroka Kurd de – Hamburg 1970, ji weşanên Akademiya Zanist û Hunerê li Stokholm 1972, piştre li Hewlêrê sala 1994’an hat weşandin.
  • ((Kurdische Märchen und Volkserzählungen,)) Çirokine Kurdî di derbarê periyan de û çîrokine gelêrî – ji weşanên Yekîtiya Netewî ya Xwendekarên Kurd li Ewrupa 1972’an.
  • Pirtuka ((Zimanî Yekgirtûy Kurdî)) ji weşanên Yekîtiya Xwendekarên Kurd li Ewrupa 1976án li Almaniya. Carike din li Mehabadê 1979’an ji weşanxaneya Sîdiyan hat çapkirin.
  • Pirtuka ((Hendêk le Kêşe Binretêkanî Qutabxaney Kurdî Sosyalîzm)) li Stokholmê 1984’an hat weşandin, piştre sala 2001 li Hewlêrê hat çapkirin.
  • Pirtuka ((Govarî Komonistawey ‘Yekêtîy Têkoşîn’ (1944-1945) û Îdyolojîy Xurdeborjuway Marksistî Kurd)) ji weşana Akademiya Kurdî ya Zanist û Hunerê li Stokholmê 1988’an.
  • Pirtuka ((Rojanî Awareyîm le Swêsre)), tê de nivîskar li ser rojên ku li Cinêv sala 1962’an dipeyive, li Silêmaniyê 1999’an ji aliyê saziya Gelawêj a Ramanû Wêje ve hat weşandin.