Di Berbanga Mirovatiyê De Zayîna Wêje û Hunerê-Abdullah Ocelan

Çiqas ku raman û organên deng pêşve biçin jî, heta ku neyên rewşa heyîna civakî, yê bêkêr bimînin û ji prîmateke pêşveçûyî zêdetir, derbasî wî alî nabin. Derbasbûyina zimên ya ji raman û dengan, bi mîsogerî bi jiyana civakî pêşvediçe û qevastinên wesifdar pêktîne. Di vî warî de, tişta ku bûye nesîbê bavikên (klan) ku şêweya civakê yên herî teng in, Çend nîgaş (îmge) yên bisînor û anîna van ya zimên bi şêweya jest, mîmîk û işaretan e. Şêweya ziman ya pêşî bi işaretan e. Hê gelekî dûr e ku jest û mîmîk derbasî sazûmaniya deng ya di rewşa peyvan de bibe. Ev tê zanîn, çiqas ku hêz û jênegeriya jiyana civakî xwe dide çespandin û çiqas ku pratîkbûn di mejî de vedide, Ji ramanê ber bi zimên ve pêşveçûnek bilez dibe. Ev pêşveçûn di dîroka mirovatiyê de, şoreşa herî mezin û ya yekemîn e. “Heyîna çandî” ya berhema pêşveçûnên civakî ku em dikarin bibêjin hemû tişt e, piştî çêbûnên fîzîk, rîwek û cîhana ajalan, weke çêbûneke çaremîn çiqas ku mîsogerî bi dest xist, ji bo raman û ziman mîna zemîneke daringî, dibe bingeh.

Dema berxwedana eşîran û şaristanîbûnê, dikare were nirxandin ku hişmendiya eşîrtî gelekî pêşvediçe, şertek ji yê jiyanê ew e ku her kes xwe ji eşîrê dihesibîne û “serdema destanî helbestkî” ye. Ravekirina “destan û çîrok” yên bi zimanê helbestî ku hê jî di nava hinek civakan de bihêz in, esasê wê vê demê tîne ziman. Lihevdanên eşîran yên bê dawî, qehremantiya li hember hêrîşên ji derve tên, berxwedan û hêrîşên li hember, di dîroka her gelî de, cîhekî girîng digirin. Ji nirxên bingeha şaristaniyê, mûzîk û helbest jî, dîsa bingeha vê sepandina di dema me de ne. Çespandina (îspatkirin) van mijaran ne zor e. Weke ku awaz, stran û dîlok gihane miqam û amûrên xwe, ev hezaran sal in ku bandorê li pêvajoyên vê dawiyê dike.

Dema helbesta di BZ salên 1000an de, temsîl dike. Di vê dema dîrokê de, li Hindistanê “Vedayan”, li ëran û Medya “Aveste”, li Mezopotamya destana afirandinê ya Babîl “Enûma Elîş” li Kenan “Yahova, Elohîm” bi gotineke din “Tewrat” bi vegotinên nivîskî û devkî, demxeya xwe li van salan dixin. Zimanê hemûyan zimanê helbestê ye. Ev destanên damezrandina konfederasyonên qebîle, eşîran û yên xanedanan tînin holê. Em dikarin bibêjin ev destanên qehremaniyê ne. Ev vîn û daxwazên çînên bilind û kesan ku xwe nîv xweda dibînin diyar dikin.

HUNER Û WÊJE, PÊWÎSTİYÊN GİYANÎ YÊN MİROV İN!

Şoreşa ku di sergehê ((polîtîka, exlaq, kultûr) de dest pê dike, dibe bingeha guherandinan, geş dibe, bi pêş ve diçe û li ser her hêlan dibe xwedî bandor. Li vir pirsa girîng a ku pêwîst e em bersivekê jê re bibînin, ev e: fonksiyona wêjeyê çi ye? An jî bi tomerî fonksiyona huner û wêjeyê, bi taybetî jî ya romanê wek beşa wêjeyê ya herî girîng di warê şoreşê de çi ye? Pêwîst e ku em bersiva vê pirsê bidin. Bêyî hebûna huner, mirov nikare behsa hebûna civakê bike. Carna mirov bi taybetî bi nêzîkbûnên zanistî û polîtîk li hember xweristê nikaribûye tam bigihîje çareserkirinekê. Her wisa bi riya xwe têrkirina madî jî, dema ku wî nikaribûye giyana xwe têr bike, ji bo xwe bi awayekî din realîze bike an jî têr bike berê xwe daye aliyê hunerê. Jixwe huner di vê maneyê de, pêkanîna pêwîstiyên giyanî bingeh digire. Pêwendiya vê yekê bêguman bi hesîn û bîra mirov re heye. Lê mirov bi hêsanî dikare bibêje ku, huner aliyekî taybetî tîne ziman.

Daxwazên giyanî ku bi rengên curbecure xwe didin xuyandin, wek berhemên hunerî derdikevin holê û razîbûneke manewî pêk tînin. Berhemên sîstema heyî jî carna bandora xwe li ser berheman dihêlin. Her wisa jî pêwendiyên nêzîk di navbera pêşveçûna siyasî û hunerê de hene. Lê ji van hemû berheman re jî huner nayê gotin. Ji aliyekî din ve mirov dikare behsa rola hunerê li ser aboriyê û siyasetê jî bike. Ji xwe di derbarê hunerê de, nêzîkbûna her îdeolojiyê heye. Huner bi xwe pêwîstiyek e, çalak e, ku dest jê nayê berdan û bi vî awayî jî tê hezkirin û vejandin.

Mirov dikare bibêje ku jiyan, li gorî pêwîstiyên mirovan formê distîne, dengekî xweş, dîmeneke ku rind tê ber çavan, çîrokek, an jî helbestek, ku li hisên mirov xweş tên, wek huner têne nirxandin. Dibe ku jiyan bêyî wan jî bimeşe, lê ew ê jiyaneke bêrengîn be. Di her nêrînan de eseh ji hev cudakirina bedewî û kirêtiyê heye. Di hêla giyanî de jî hinek tişt bi mirov xweş tên, hinek jî ne xweş.

Tewrên rast û nerast hene. Civakek û bi wê ve girêdayî, kesek, çiqas bilind bibe û bi pêş ve here (bi taybetî dema behsa çalakiyên hunerî tê kirin), ew ê ewqasî jî di wê hêle de bibe berjewendiya pêşveçûnê. Heger yekî xwediyê giyaneke nedewlemend, di bin bandora muzîkekê, dîmenekê, an jî çalakiyên hunerî yên cur be cur de nemîne û jê fêm neke, wê demê “damarên jiyana wî mirovî hişk bûne” ji ber wê li ser fonksiyona hunerê ya civakî gotûbêj nayê kirin.

Di qonaxa pêşveçûnên civakî de, an jî di dema ku civak ji hêla naverok û ciwaniyê de, ji qonaxekê derbasî yeka din dibe, ev riya pêşveçûnê ku hatiye rûniştandin, ji bo pêşveçûnên civakî yên girîng jî di çalakiyên hunerî de têne dîtin. Qonaxên wisa berî her tiştî di hêla hunerî de bi pêş ve diçin. Û çawa ku pêşveçûnên civakî bandora xwe li ser hunerê dihêlin, huner jî rola xwe di pêşveçûnên civakî de dilîze. Bi taybetî qonaxên şoreşî ku bi hunerê têne amadekirin, ji bo ku bigihîjin naverokeke xurt û formên bihêz, bandoreke girîng li ser wê dihêlin. Di vê wateyê de, huner li dijî zehmetiyên jiyanê bêhnkişandinekê pêk tîne. Ango huner rayê hestkirinê dide wî mirovî yê ku giyan lê teng bûye, wî ber bi pêşveçûnê ve dibe û ew bi tiştên heyî û kevn qayil nabe. Qayîlnebûn jî mirov xurtir dike. Mirov bi vî awayî dikare şoreşa hunerî –hunera şoreşî- nas bike.

Dema mirov behsa civak û welatê Kurdistanê dike, di derbarê hunerê de dikare bibêje ku ew jî mîna civakê bi tevayî di bin mercên mêtingerî û feodal de gihîştiye rewşeke ku nikare bêhna xwe bikişîne û xwe pêş ve bibe. Vê rewşê ji xwe bandorek pir nedîtbar (negatîf) li ser hunerê jî hiştiye. Beşa tiştê girîngtirîn li vir ew e: Her çiqas demekê gel di avakirina saziyên sergehî de, di têkiliyan û di xwe hêzkirinê de zor û cefa didît û hatibû ber tunekirinê, tenê bi hunerê –bisînor be jî- karibû xwe bidana jiyandin. Nasnameya xwe jî tenê bi hunerê berdewam kiriye. Ev yek jî, hêza hunerê radike ber çavan. Dibe ku huner taybetiyeke civakî ya wisa ye ku, heya dawiyê li ber xwe bide û di dawiyê de jî wenda dibe.

ZİMANÊ ŞOREŞÊ: WÊJE YE

Tiştê li vir dixwazim bibêjim, tiştê ez dikim karekî wêjeyî ye, lê belê bê zimanekî wêjeyî ye. Ji bo fêmkirina wêjeya Kurdî, pêwîst e mirov di destpêkê de, avahiya civaka Kurdî fêm bike, lêkolîn bike û têbigihîje. Berî em têkevin cîhana ziman, pêwîstiya me bi fêmkirina rewşa derûnî û civakî ya vî gelî heye. Ku em vê yekê nekin jî, em nikarin wêjeyeke Kurdî biafirînin. Ev yek jî, yekser bi şoreşê ve girêdayî ye, bi kiryara hilweşandin û avakirinê ve girêdayî ye û ev jî xaleke pir girîng û bingehîn e. Pişt re jî ziman di pîleya duyemîn de tê. Wê pir baş bêt ku em bi zimanê Kurdî rewşa derûniya civaka Kurdî binivîsînin, ku ev yek pêk neyê jî, tu dikarî bi kîjan zimanî din bixwazî binivîsînî. Mînak; tu dikarî bi zimanê Rûsî jî derbirîna wê bikî, dema tu derbirîna realîte û civaka xwe bi vî zimanî dikî, ew dibe bûyera wergerandina realîta rewşa Kurd û ev zimanê Rusî jî, tenê dibe amêrê veguhastina zimanî. Lê niha tiştê herî bo me pêwîst, ew şiyarkirina giyana Kurd ji xewa kûr û tevizî ye…

MÊTÎNGERÎ DİJMİNÊ HUNERÊ YE JÎ!

Mêtîngerî di dema serdariya –hakimiyeta- xwe de, ji bo pêkanîna tunekirina hunerê jî, hewlek mezin dide xwe. Bi hemû qirkirinên pêkhatî li Kurdistan’ê heya radeyeke girîng di qirkirina hunerî de jî pêk aniye. Lê ji ber ku têkiliyên hunerê bi giyanê re hene, ew di nav kategoriya ku di jiyanê de cih digire û her wisa, ji ber ku aliyên wê yên giran û manewî hene, bi qasî mercên dîtbarî nayên qirkirin-tunekirin. Ev jî taybetiyeke hunerê ye.

Loma mirov dikare fêm bike ku çawa civaka Kurdî û rastiya gelê Kurd bi hunerê hebûna xwe parastine û domandine. Formên folklor û muzîka Kurdî bingeha li serpiya hiştina nasmameya gelê Kurd a netewî ye. Lê gelek çalakiyên hunerê hatine guherandin, asîmîlekirin û bi vî awayî bûye amrazek bikarbirî ji bo hunera netewa serdest.

Desthilatdariya mêtîngerî wisa jî li ser hunerê serdariya xwe pêk tîne. Ev yek jî wisa xwe diyar dike ku berî her tiştî pêşiya vejiyandina hunera gel digirin, diguherînin, ji xwe re dikin mal, dixin rewşeke wisa ku neyê naskirin. Û di pey vê re, hunera netewa xwe ya dagirker, bi hunera gelê bindest didin naskirin, qebûlkirin. Her wisa mêtînger, di hemû saziyên fermî de û bi taybetî bi alîkariya hêza dewletê hewl dide ku, desthilatdariya xwe ya hunerî bixe nav hest û giyana gelê bindest, da pê bide pejirandin ku “ew bi xwe ji netewa serdest e, wek wê ye û nasnameyek wê ya cuda tune!” Ji bo ku dagirkerî vê ramanê di serê wî de hişyar bike û zindî bihêle, serdestî û hakimiyeteke bêsînor daye meşandin. Di vê hêlê de netewa serdest çiqas pêşveçûnan çêbike û hunera xwe bi netewa bindest bide qebûlkirin, ewqas di tunekirina wê de bi ser dikeve. Bi vî awayî nasnameya netewî tê rakirin û nasnameya netewa serdest cihê wê netewê digire. Jixwe ev babet di realîteya gelê Kurd de ya herî pêşveçûna mêtîngeriyê di nav civakê de dide xuyakirin.

Di rewşeke wiha de û di xebata li dijî mêtîngeriyê de huner biçûk nayê dîtin. Her wisa çiqas bisînor be jî, ji bo ku ji hêla hunerî ve nasnameya netewî di hinek aliyan de hebûna xwe bidomîne, ew dikare di tevgerên rizgarî -netewî de jî bibe bingehek ji bo hinek raperîn û serhildanên girîng. Di destpêkê de bi taybetî di warê xebata çand û hunerî de, alîkariyek berbiçav dide proses û têkoşîna netewî û polîtîkî-leşkerî jî, xebata çand û hunerê bi serê xwe zêde nikare maneyekê bide tevgerê.

Li vir mirov dikare behsa nêzîkbûnên rewşenbîran an jî neteweperestên Kurd ên prîmîtîv bike ku, huner bi vî awayî rast nenirxandine. Xebateke lawaz a çandê, huner û wêjeyê li gel tevgera rizgariye netewî, bi taybetî jî li gel erkên polîtîkî-leşkerî tevlîhev kirine, heya nexwestine erkên xwe di vê hêlê de bibînin û bi xwe ji bo pêşveçûna hunerê jî hewleke wisa nedane xwe, tenê bûne sebebê tevlîheviyekê ku em wê jî dibînin.

Bi pêşveçûna têkoşîna me ya şoreşgerî him fonksîyona hunerê di nav şoreşê de hatiye vekirin û him jî çewtî û nedîtbariya nerînên şaş li ser şoreşê ji gel re hatiye pêşkêşkirin (deşîfrekirin). Çawa ku me giranî û pêdiviyek daye rola hunerê, rexneyên di cih de û bikaranîna hunerê bi awayek oportunîstî jî hatine kirin. Em çiqas rast nêzîkî hunerê bûne, îro di nav şoreşê de tête dîtin û bi wê re jî derketiye holê. Û hunerê çiqasî bandora xwe li ser xebata polîtîkî-leşkerî hiştibe, ewqas jî huner bi xwe li ser ketiye bin bandora têkoşîna polîtîkî-leşkerî. Di vê wateyê de bandora hunerê û fonksiyona şoreşgeriya wê, li ser bingeheke rast hatiye danîn. Ji destpêka vê sedsalê û vir ve heya berî wê jî, pêşveçûna nasnameya netewî ku ji hêla hunerî ve dihate xwestin, tenê bi têkoşîneke polîtîkî-leşkerî hatiye pêkanîn. Lê di kêleka têkoşîna polîtîkî-leşkerî de fonksiyona hunerê ne tenê kêm bûye, beravîjiyê vê îro ev yek hîn zêdetir bûye. Şoreşa Kurdîstan’ê îro di qonaxeke herî girîng a firehbûnê re derbas dibe û hemû gel di nava vî şerî de cih digirin û ew jî bi vê şoreşê kûr dibe, hemû çîn û qadên civakê hildigire nava xwe û pêş ve diçe. Komên gel bi muzîk, govend û wêneyan xwe bêtir divejînin û hewl didin ku formek baştir ji bo jiyanê pêk bînin. Ango di vê wateyê de, şoreşeke hunerî jî di pratîkê de tête vejandin. Lê ev yek jî pir diyar e ku, bi wan pêşveçûnan jî em nahêlin huner bi serê xwe bimîne-pêş ve here û bi xeteke rêbaz û hunerî ya kûr pêwîstî heye. Loma ji bo ku ev kêmasiyên heyî ji holê rabikin divê eniyeke hunerê bê pêkanîn, ev yek him pêwîstiyek e, him jî dê bikaribe alîkariyek xurt bide pêşveçûna têkoşîna şoreşgerî.