Bêguman pirsgirêka ziman, pirsgirêkeke giran a nîqaşê ye. Kesên ku dibêjin, “divê wêje bi tevahî bi zimanê Kurdî be” hene; hin jî dibêjin, “girîng nîne, bi her zimanî dibe” hene. Ya min hindekî rêya navîn esas digre. Li gor min dê wêjeya Kurdî demeke dirêj bi zimanê serdestan ve were meşandin. Bi qandî ku rizgarî pêk were, dê hêdî hêdî zimanê Kurdî bikeve dewrê û çalak pêk were. Em çiqas vê yekê nexwazin jî, êdî ev yek rasteqîneke pêkhatina avedanîya mêtîngerîya heyî ye. Ev rasteqîneke objektîf e. Ger em bixwazin jî em nikarin bi tu awayên din tevbigerin. Hînî nivîsandina bi zimanê Tirkî, Erebî û Farisî bûne. Weke din tu mijarên wan nînin. Lê ne pêkane ku mirov hema li ser wan “nivîsandina Kurdî” bisepîne. Ji ber ku di asta karîna nivîsandinê de nînin. Lewra, zimanê Kurdî jî hîna negihiştîye zimanê wejêyeke bihêz.
Ez eşkere bibêjim; nivîskarekî herî jîr ê di zimanê Kurdî de şareza, çiqas li xwe bide zorê jî, çiqas bikaribe binivisîne jî, nikare zêde xwendevanan peyda bike. Ji ber ku zimanê Kurdî bi xwe tevkujiyekê dijî. Zimanê Kurdî bi xwe negihandine zimanê wêjeyeke bihêz, zemîneke wî ya netewî nehatîye pêşxistin, nehatîye pejirandin. Ji sedî pêncî zêdetir bi zimanê netewa serdest diaxivin. Ev rasteqîniyeke. Kurdî bi xwe hîna negihiştîye rewşa zimanekî netewî, ev jî rasteqînek e. Ger em bi lehceya kurmancî binivisînin, ên soran û zaza tênagihên, ger em bi soranî binivisînin, ên kurmanc tê nagihên. Lewra divê mirov li ser zimanê netewî biponije. Avakirina zimanê netewî jî xebateke pêvajoyê ye.
Mînak, zimanê Tirkî jî di nava tevahîya dîroka komarê de encax nû digihê asta zimanekî wêjeyî. Zimanê Tirkekî Anatoliyî, yekî Tirkmen û Ozbek qet tênagihên. Belkî Zazayek dikare di Soranî de nêzbûnekê peyda bike, lê di wan de ev yek jî nîne. Bi wê wateyêye ku di nava netewên din de jî heman pirsgirêk mijara gotinê ye. Di Farsan de, di Ereban de ev pirsgirêk heye. Bi qandî ku Erebekî ji Suriyê nikaribe ji Erebekî Fasî fêm bike, pir cewaz diaxive. Divê mirov vê yekê pir sosret pêşwazî neke. Di me de mêtîngerîyê ev yek xirabtir kirîye. Ez ji xebatên zimanê netewî re dibêjim erê, divê di zanîngehan de ev beş werin vekirin.
Bêguman divê di televîzyonan de bi giranî li ser vê mijarê were rawestîn. Dîsa divê mirov hêdî hêdî di dibistanên seretayî de derbasî perwerdeya bi zimanê Kurdî bibe. Lê wexta ku ev yek pêk neyê jî divê em xwe perîşan raber nekin. Dîroka me wisa bû. Îro Hindistan jî, pir zêde nikare bi zimanê Hindî biaxive, zêdetirî wan bi İngîlizî xeber didin. Cezayirî herî zêde karê xwe bi zimanê Fransî pêk tînin. Lê ji bo zimanê Kurdî bibe zimanekî netewî û ji bo ku em bikaribin ji zarokan hetanî mezinan di nava herkesî de bidin rûniştin, bikin zimanê rojane, em ê bi sebr û rik xebatên xwe bidomînin. Lewra divê mirov di vê çerçoveyê de nêzî pirsgirêka ziman a demê bibe.
Ger pêkan be, divê mirov hêdî hêdî bi zimanê Kurdî berheman biafrîne. Ya mijara gotinê, ne tenê karên nivîskarîyê ye. Mesela mirov dikare bi zimanekî Kurdî yê pak û zelal filmên sînema û rêze filman bikişîne, amade bike, dîsa belgewar dikarin werin amadekirin. Lê ji bo zimanê netewî û wêjeya netewî hîna gelek kar li pêşîya me hene. Ji ber ku ev yek wisa pêk nayê jî, divê em bi xwe, xwe vê pirsgirêkê pir mezin nekin û nekevin nava nîqaşên pir çors û sexte. Divê nîqaş di vê çerçoveyê de bin.
Divê xebatên zimanê netewî çawa çêbibin? Ger di vê mijarê de Kurdên şareza hebin, bila hetanî dawîyê pê re mijûl bibin. Divê em bigihînin sazîbûnê, divê em dibistanên Kurdî veikin, pêwîste nîqaş bi van alîyan de bin. Lê divê em nekevin nîqaşên seranser ên weke ka em ê bi Tirkî binivisînin an jî bi Kurdî. Li hember hev pêşxistina hindek tawanbarîyan jî ez xeter dibînim û ev nêzîkatî ne di cih de ne. Niha ez bi zimanê Tirkî bi navê Kurdan çalakîya herî mezin didim meşandin. Vê çalakîyê zimanê Kurdî jî bihêztir kir, gîyana Kurdî jî gelekî mezintir kir. Ji bo gelekî bikaranîna zimanekî din, bi qandî qonaxeke girîng ber bi şoreşê ve jî birîye. Ez dikarim gelek mînakan jî bidim.
Lewra pêşnexistina nîqaşên rûser pir girîng e. Em dikarin tirkî jî weke çekekê li dij şêwaza tunekirinê a dijmin bi kar bînin. Perwerdeyên ku îro em bi Tirkî dikin, pir erjeng milîtanên me didin şerkirin. Lê ev yek têr nake, bedewî û xwezatîya Kurdîya me jî heye. Ez bawer im ku, dê di dema pêş de bibe ziman û wêjeyeke xurt a Rojhilatanavîn. Wêjeya bi zimanê Kurdî, dîsa xwendina helbest û stranan a bi zimanê Kurdî gelekî rewneq e, peroş e û xweş e. Esas hewceyî bi demê û hewlên mezin heye.
Divê ji bo zimanê Kurdî cihên azad werin afrandin
Ya ez dixwazim bikim him ji bo zimanê Kurdî, him jî ji bo lehceyên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê Kurdî weke zimanê fermî îlan bikim, dê ziman bi xwe zerarê bibîne. Sedema yekem pir kes jê fêm nakin. Ya duyem ziman hîna xwe ava nekirîye. Gelek lehce têkilhev bûne. Ev yek dê bibe sedema parçebûn û cahilîyê. Ger mirov a rast bibêje, her kes dikare di zemîna me afirandî de biaxive, heta dikare zimanê eşîreta xwe jî biaxive. Divê mirov ne li dijî vê yekê be.
Ji bo zimanê bijartî jî divê hêdî hêdî komîteyek li ser kar bike û bixebite. Niha dema vê ya rast e û derfetên vê yekê jî hatine afirandin. Divê ji bo Kurdiya bilind komîteyek were damezrandin. Kî ji ziman fêm dike, dikare çawaniya pêşvehatina ziman a hetanî roja îro lêkolîn bike, wan zanînan berhev bike û bi rêya xebateke demdirêj a vê komîteyê ve dikare zimanekî bilind a kurdî ava bike. Yanî mirov dikare Soranî, Dimilkî, Kurmancî û Goranî ava bike. Piştre jî gel dikare vê yekê weke zimanê xwe bi kar bîne. Divê sîstema ziman wisa were meşandin. Hetanî ev yek pêk were jî divê her lehçe di qada xwe de xebatê bimeşîne, bi wî zimanî klaman bistrê, axaftinan bike û çawa dixwaze dikare wisa bi kar bîne. Azadîyeke bêsînor. Em li vê derê nikarin zagonên vê yekê ava bikin. Ev tiştekî xwezayî ye. Ji bo tiştên xwezayî him dem û him jî cih hewce ye.
Mînak berê jî digotin ku “ger tu dixwazî ji bo Kurdewarîyê hindek tiştan bikî, divê tu destpêkê rê bidî zimanê Kurdî”. Min tu caran li pêşîya xwe nekirin asteng. Hindek ev sed salin dixwazin ji bo ziman hindek tiştan bikin, lê nikarine ji bo Kurdîyatiyê hindek tiştan bikin. Min bi Kurdîyeke bihêz dest bi şoreşê nekir. Min bi zimanê Tirkî dest bi şoreşê kir, niha jî xizmeta herî mezin ez didim. Kurditîyê wisa ez bi kûrahî û dirêjahîyê ve dimeşînim. Ji gelek lehceyên cehêwaz pir pirtûk jî çap dibin. Min bi xwe ev nekirin, lê min rê li ber van vekir. Min derfetên siyasal û îdeolojîk afirandin. Tu yê çend salên din bi şûn ve jî bibînî ku di Kurdîtî jî cihê xwe yê herî mezin bigre. Ya tê meşandin û ya rast jî ev e. Yên din pir baş nakin, pirsgirêkê gelekî teng bi dest digrin, ger wisa bidomînin dê bidin wendakirin.
Di nava me de tu caran pirsgirêka zimanan dê dernekeve. Dibe ku di demên pêş de li dibistanên me zimanên Tirkî û yên Erebî jî werin bikaranîn, divê mirov misoger ji vê yekê netirse. Lê divê mirov hêdî hêdî dibistanên Kurdî bide avakirinê. Ev hetanî demekê jî dê bi hev re werin birêvebirin. Ger Kurdî qels be, dê zimanên gelên cîran hetanî demekê serdest be, piştre dê hêdî hêdî bigihên heman astê û di nava hevsengekê de werin meşandin. Bi demekê şûn ve jî êdî dê zimanê Kurdî yê bilind serdest be. Ji berya her tiştî ger em bikaribin di sîyaseta xwe de serxwebûnê bi dest bixin, dê çand jî bi yekê re bi pêş bikeve û serdest be. Divê mirov ji bo vê yekê dijminahîya zimanan neke. Ger mirov dijminahîya zimanan bike, nikare tu tiştî jî bi dest bixe.
Lê divê mirov bi hêz û kûr jî li ser zimanê xwe raweste. Bi qandî ku mirov ne xwedî nêzîkatîyeke weke “min bi zimanê dijmin dest pê kir hetanî dawîyê jî ez ê wisa bidomînim” be, her wiha divê mirov di vê mijarê de nêzîkatîyeke pir teng jî raber neke. Nêzîkatîyeke weke “ez ji zimanê xwe pê ve hînî tu zimanan nabim” jî nêzîkatîyeke pir di cihê xwe de nîne. Esas her du nêzîkatî jî yek in. Her du jî zererê didin. Divê mirov di vê derê de hevsengîyê bi dest bixe. Ez dibêjim ku lehce jî pê re, her kî çi dixwaze bila wisa bike, lê zimanekî xwedî hêz jî hewce ye. Divê mirov çend zarokan ji dibistana seretayî hetanî bi zanîngehê rêxistin bike. Eger bi vî şêwazê bi rê ve biçe ez bawer nakim ku dê tu pirsgirêk derbikevin holê. Derfet tên afirandin, her ku diçe qadên xebatê jî zêde dibin. Mirov dikare mamosteyan li hev bicivîne û li ser hindek plan û bernameyan bixebite. Mirov dikare xebatên ziman bi şêweyeke wergirî bi vê azîneyê bi rê ve bibe.
Di cîhanê de hatîye peyitandin ku nêzîkatîya nîjadî nêzîkatîyeke herî paşverû ye. Nîjadperestî temsîlîya paşverûtîyê dike. Tu nirxekî çand û zimanê nîjadeke paşverû nabe, tune ye, ev yek şaş e û dê hêdî hêdî ji holê rabe. Ev nêzîkatî li dij mirovahîyê ye. Rast e, dijmin te ji zimanê te qut dike, jîyana xwe û zimanê xwe li ser te serdest dike, wê bi te dide hezkirin û dihêle ku ji zimanê xwe nefret bikî. Di vê derê de texrîbateke mezin heye. Lê tiştekî dîtirê jî heye. Ez bêhtir hînî tirkîyê dibim, heta ji Serokomarê dewletê zêdetir ez hez ji taybetmendiyên tirkiyê dikim. Lê ev li pêşîya hezkarîya min a kurdiîtîyê ne asteng in. Berovajiyê vê Kurdîtîya herî mezin jî min kir û dikim. Vaye ev meseleya enternasyonalîzm, hûmanîzm û biratîyê ye. Ger van bi hev re nemeşînî tu yê bikevî nava xeletîyeke pir mezin. Nîjadperestîyeke teng sedema mirina gelên weke Ermenî û Sûryanîyan e.
Ji alîyê din xwe nedana helandin jî xaleke gelekî girîng e. Min xwe neda helandin. Ma hun dizanin şertê min ê yekem çi bû? Min ji zaroktîya xwe û vir ve helandin da rawestandin. Ez bûm fermanberekî (memur) mezin jî, min zanîngeh jî qedand, lê ji bo ku ez xwe nedim helandinê min tenezilê jiyana serdest jî nekir. Ez naxwazim we rexne bikim, hînbûna ziman jî gelekî girîng e. Lê niha hun serê min jî jêbikin, ez nikarim hînî zimanê kesekî bibim. Gelek ziman hene; hun tevahîya Ewrûpa jî bidin min, ez hînî zimanê wan û jîyana wan nabim. Ez nîjadperestekî teng nîn im, gelekî mirovhez im, lê bi zimanên din nikarim biaxivim, hez nakim. Çi xizmetî biratîyê û yekitîyê bike ez ji wê hez dikim. Di vê mijarê de min xwe terbîye kirîye.
Bingehê biratîyê mezinkirina Kurdînîyê ye. Ev yek ji bo gelê Kurd a herî baş e. Mînak hindek rêberên Kurdan cilên Kurdî li ber xwe dikin, lê koleyên herî mezin ê dijmin in. Her dem bi Kurdî diaxivin, lê xizmeta ku ew ji nîjada Tirkan û faşîzma Tirk re dikin, Tirk bi xwe jî ji xwe re nakin. Vaye di vê derê de mesele tenê li ber kirina cilên Kurdî û axaftina peyvên Kurdî nîne. Pirsgirêk rêzdarîya ji biratîyê û mezinahîyê re ye. Rêzdarîya ku me hetanî niha ji biratîyê re raber kirîye hetanî niha tu rêberan raber nekirîye û em dixwazin vê yekê bi vî awayî jî bidomînin. Li hember Tirkan misoger ez xwe biçûk nabînim. Li hember paşe û serokên wan xwedî rêzdarîyeke mezin im. Ez şivanek im, gundîyekî ji rêzê me. Lê zanîna netewî ya ku min bi dirustî wergirtîye difermîne ku, Kurd jî miletek in, Kurd jî miletekî xwedî şeref in û misoger divê werin pejirandin.
Hindek serokeşîran şêwazek afirandin. Cil û bergên Kurdî li ber xwe kirin, bi zimanê Kurdî axivîn, lê mala Kurdan wêran kirin. Ev waneyeke (ders) mezin e. Divê rewşenbîrên me bi giranî li ser van mijaran rawestin. Bila tiştekî xelet nekin. Dibistanên Kurdî çêdibin, mirov dikare hetanî bi zanîngehan jî ava bike, lê ji bo vê yekê hewceyî bi demê heye, bi amadekarîyan heye. Ev meseleyeke zanistî ye, lêkolîneke zanistî hewce ye, derfet hewce ne. Bi qedexe yan jî bi cilan ve nabe, tenê bi çend peyvên sivik ên Kurdî nabe. Ev yek hatîye peyitandin. Hindek ji bo min dibêjin “çima bi Kurdî naxive?” Naxêr! Ez dikarim xebatên bi Kurdî bidim meşandin. Min di serî de jî anî ser ziman, min ji bo klameke Kurdî dest bi şoreşê nekir. Ev nêzîkatîyên şaş in. Bila tu kes xwe nexapîne, bila tu kes li ser me bi erzanî neaxive. Nirxa xebatên ku min li ser çand û zimanê Kurdî kirine gelekî mezin in. Ez van ji hev cuda dikim. Mirov çawa dikare bi çanda gel û dilê gel re be, dîsa mirov çawa dikare bi dijminên gel re be? Van her du xalan ez baş ji hev nasdikim û pêk tînim.
Tenê nivîskarîya bi zimanê Kurdî têr nake
Ez dixwazim li vir bala we bikşînim ser xaleke girîng. Ev yek bi qandî ku girîng e, her wiha xwedî nirxeke mezin e jî. Rabûna kesekî ya bi xebata nivîsandina romaneke wêjeyî û berhemeke din a bi zimanê Kurdî, tenê xebateke bidestgirtina karekî wêjeyî nîne. Ji ber ku kesayeta Kurd di nava zîhnîyeta serdestîyê de helîya ye. Lewra zû bi zû nakeve ser çanda Kurdî. Divê mirov misoger li hember vê bûyerê şîyar û agahdar be. Ev yek dê rê li pêşîya bêgîyanîya wêjeyê vebike. Ji lewra wê demê her xebata nivîskî ya wêjeya Kurdî ji şikil wêdetir tu tiştekî îfade nake û di hundirê xwe de jî tu wateyekê naderbirîne.
Li hember vê rastîyê tenê nivîskarîya bi zimanê Kurdî têr nake, gelek alîyên ku hewceyê dest girtinê peydane, ji derunîya civakê bigre hetanî bi rastîya rojane ya civakê hemû di hundirê vê rastîyê de peyda ne.
Roja ronesansa Kurd hatîye
Li gor min Vebêja (mit) Kurdî, çîrokên Kurdî, serpêhatîyên Kurdî mijarên herî girîng ên wêjeyê ne û zindîbûna xwe jî hîna diparêzin. Ez qanehim ku, ji serdemên herî kevin ên dîrokê ve xwedî naverokeke wêjeyî ya bihêz in. Di roja me de jî, rexmî mêtîngerîya tirsnak, xweparastina wan û xwe domandina wan gelekî girîng e. Bi taybet klambêj, dengbêj û çîrokbêj dikevin mijara wêjeyê. Pirsgirêka wan a nûjenkirinê heye. Yek jî pirsgirêka wan teşekirina bi teknîkê heye. Mesela niha televîzyon gelekî girîng e. Divê em cih bidin, çîrokbêjan, helbestvanan, dengbêjan û klambêjan. Di Kurdan de ev yek pir bihêz e. Divê em ji bo van sazîyên lêkolînê damezrînin. Ev di wergirîya xebatên wêjeyê yên rastîn de ne. Divê em misoger nirx bidin van şêweyên klasîk.
Esas divê mirov bi nepixîna şoreşgerîya Kurd û serûbinbûna wê re girêdana vê yekê çêbike. Misoger evîna bi şêwazên kevin nabe, bi şêwazên kevin strîna klaman û vebêjîya çîrokan jî nabe. Divê êdî ev îfadeyên xwe yên rojane, bi îfadeyên klasîk ve bikin yek. Hemû netewan ev yek pêk anîye, divê êdî em jî wêrekîya pêkanîna vê raber bikin. Divê em naveroka wê jî nû bikin. Naveroka wê veguherîneke hewlnak dijî. Divê em şêweyê kevin ê berê jî bi vê naverokê ve bikin yek. Ev peywireke pir girîng e û li pêşîya wêjevanan ji bo serxistinê rawestîyaye. Qet hewce nake xwe ji ber bidin alî.
Divê misoger em şêweyên klasîk berdin, lê divê em naveroka nû jî tu caran li paş çavan nehêlin. Ger naveroka nû dil e, şêweyê kevin zimanê vebêjê ye. Ger mirov herduyan neke yek, yekgirtin nabe. Ger em bikaribin vebêjê bi naveroka nû re bikin yek, ez bawer im dê ev bibe ronesanseke wêjeyê jî. Hemû van tiştên me vegotin, esas tên wateya Ronesanseke Kurd a dereng ketî. Tevahîya Ewrûpayiyan vê yekê jîyîn. Mînak Kemalîstî jî dibêjin, “li Tirkîyê Ronesansa Anatoliyê.” Dereng be jî, em ji salên 1970’an şûn ve ev ronesans û vejîna Kurd dest pê kir. Li gor min bi şêweyeke semyan jî didome. Ji bo vê Ronesansê jî barên giran dikevin ser milên rewşenbîran. Çawa ku ev yek di rewşênbîrên Ewrupayî de gihiştîye îfadeyeke semyan, êdî di Kurdan de jî ev roj hatîye. Divê em vê yekê him weke şenseke mezin bibînin û him jî weke peywireke ku divê misoger were biserxistin li ser rawestin.
Banga min ew e ku, rewşênbîrên me tiştên vê gavê diqewimin bikaribin bi feraseteke rast binirxînin. Ez ê di bin xizmeta wan de bim. Kesê ku herî zêde ji me re dide xeberan jî di nav de, ez ê li hember hemûyan zimanekî medenî esas bigrim. Bila werin televîzyonê bi kar bînin, bila rojnameyan bi kar bînin. Herêmên ku ji alîyê gerîla ve rizgar kirine hene, bila werin wan deran. Bila werin gel me xweşikîyan bibînin, bila werin semyanîya gerîla bibînin. Herêmên rizgarkirî gelekî semyan û rewneq in, bila hêdî hêdî vê yekê bipejrînin. Bila herî kêm bi qandî rewşenbîrên ji neteweyên din bi kar bînin.