Dîroka rastiya ziman û çanda Kurdî – Abdullah Ocalan

 

Wexta ku em Kurdan û komên din weke hindekayiyan bi nav dikin û Kurdistanê jî weke welat destnîşan dikin, bêguman bi vê yekê re hindek zehmetî derdikevin holê. Li erdnîgariya Rojhilata navîn têgeha welat bi gelek awayên ciyawaz tê destnîşankirin. Eger em ji serdema navîn dest pê bikin, pênaseyên welat ên li ser hîmê olî zêdetir in; weke Diyarê misilmanan, Diyarê Kafiran. Li gor qewm û etnîsîteyê jî cihêbûn hatine kirin, lê sînorên wê zêde zelal nînin. Dema sînorên komeke etnîk û qewm were pirsîn, bersivên werin dayîn  jî ne zelal in. Bi giştî cih û warên mayinê yên eşîr û qewman têne diyarkirin. Li gor pêkhatineke siyasî nînin. Pêkhatinên siyasî zêdetir bingehê wan bajar in. lewre erdnîgariya wan a lê bi bandor jî bajar in. Cih û warên eşîran jî zivistan û havînan diguherin. Sînorên Ereb, Tirk, Kurd, Fars û qewmên hîn di astên jêr de li gor çand û zimanên diaxivin, têne destnîşankirin.

Di bingehê têgeha Kurdistanê de peyva “Kur” radize û ev peyv bi koka xwe Sumerî ye. Di zimanê Sumerî de Kur tê wateya çiya yan jî koh. Daçeka “tî” jî aîdiyetê îfade dike. Bi vî awayî gotina Kurtî tê wateya qewmê çiyayî. Em ji BZ dikarin heta 3000 salan paş ve biçin. Em li wir dibînin ku hindek navên din jî hatine bikaranîn. BZ di salên 1000’an de cîranên wan ên Başûr Luwiyan ji herêma Kurdistanê re bi wateya “welatê gundan” peyva Gondwana bi kar anîne. Gond di zimanê Kurdî de hîna jî weke gund tê bikaranîn. Di dema serdestiya Asuriyan de peyva Naîrî bi wateya xelkê çem dihat xebitandin û heta em dizanin ku di navbera Dîcle-Zê de Federasyona Naîrî hatiye avakirin. Ji beşa wê ya dorfireh re peyva welatê Med, Madaîn, Maden hatiye bikaranîn. Di demên serdestiya Asuriyan de BZ di navbera salên 1300-1600’î de em dibînin ev peyv û nav bi awayekî berfireh hatine bikaranîn. Em peyva Urartu jî dikarin bi heman analîzê bibêjin ku Urartu tê wateya cihê bilind, welatê bilind û welatê zozanan. Ji ber ku Sumer li Mezopotamya Jêr diman timî navên bilindahiyê îfade dikin, li zozanên Kurdistanê kirine. Peyva Hûrî jî bi ihtimaleke mezin ji heman çavkaniyê tê. Tê wateya xelkê welatê bilind. Yanî dîsa bi wateya qewmê çiyê ye. Komagene bi koka xwe bi navkirineke Helenî ye. Qraliyeta Komagene BZ li derdora 250 û PZ sala 100’î li Semsûra îro jiyaye. Peyva kom hîn jî ji bo komên nîv-koçer û cih û warên wan bi wateya zom tê bikaranîn. Peyva “gen” jî bi wateya nîjad, qebîle û eşîre tê. Komagene tê wateya diyarê eşîrên nîv-koçer.

Di serdema navîn de, di dema seretayî ya Siltanên Ereb de peyva “beled- El Ekrad” bi wateya herêma Kurdan tê bikaranîn. Siltanên Selçuqiyan ku bi Farsî dipeyivîn, bi wateya îro bû diyarê Kurdan peyva Kurdistanê bi awayekî fermî yekem car weke xwediyê dewletê bi kar anîn. Piştre Siltanên Osmaniyan, nemaze bi dema Siltan Yawuz Selîm re peyva hikumetên Kurdistanê û eyaletên Kurdistanê pir tê bikaranîn. Bi zagonameya çolteran a di sala 1848 û 1867’an de eyaletên Kurdistanê fermî tên avakirin. Di serdema meşrutiyetê de mebûstiyên Kurdistanê têne damezirandin. Mistefa Kemal di salên 1920’an de gelek daxuyanî û fermanên naveroka wan Kurd û Kurdistan dane. Polîtîkaya înkarê bi awayekî fermî zêdetir, piştî tepisandina serhildana bi polîtîkayên asîmîlasyonê ve pêş ketiye. Bi nameya welatê Kurd û Kurdan, Kurdistan, belkî jî weke welat û xaka herî kevin ê dîrokê ye, xwedî cihekî ciyawaz e. Ji bo navê wê were hildan. Lê em wexta ber bi roja me ya îro ve tên, ji wateya siyasî wêdetir bi wateya jeo-çand tê bikaranîn. Bi biryandina ji bo damezrandina welatê federal ya Kurdistana Iraqê, êdî peyva Kurdistanê dê bi wateya siyasî jî pir caran derbikeve pêşberî me. Ya girîngtir, bi bûyerên siyasî yên PKK re rê li ber wan vekiriye, Kurdistan ji peyvekê wêdetir weke têgeheke siyasî û civakî di qada navnetewî û herêmî de bi awayekî berfireh hatiye naskirin.

Ravekirin û terîfeke civaka Kurd hîna hêsantir e. Gelê Kurd û xwedîkirin heywanan, cotkarî û çiya heman tişt in. bajarvanî weke têgeh ji Kurdan dûr e. Belkî jî gunditî di dîrokê de rastiyeke civakî ye ku pêşiyên Kurdan pêk anîne. Kurd çendî gundî û koçer bin, ew ewqasî jî ji bajarvaniyê dûr in. Komagene pir baş rave dike ku nîv-gundîtî nîv-koçertî nîzama tevgerê û cih û warê hezar salan a Kurdan e. Bajarên wan jî zêdetir, dagirkeran ava û tije kirine, lê ev yek nayê wê wateyê ku Kurdan bajar ava nekirine û nebûne xwediyên şaristaniyan. Di serî de dewletên Urartu, Med û Mîtan, tê zanîn ku bûne xwedî gelek bajar û şaristaniyan. Di serdema navîn de têra xwe bajar û hikumetên eyaletan avakirine. Lê ji ber ku dewlet û hikumdarên ku avakirine, temendirêj nebûne, bajar zêdetir bûne biryargehên hêzên dagirker û ji civakên hawirdorê pêk hatine. Di serdema seretayî de Sumer, Asûr, Aramî, Pers û Helen bandora muhra xwe li ser berhemên çandî û nivîskî dixînin. Lê di serdema navîn de ziman û çanda Farisî û Erebî şopên xwe hiştine. Gelek rewşenbîr, dewletdar û fermandarî bi vî ziman û çanda cîran ve rol lêyîstine. Tevî ku çand û zimanê Kurdî hîm û kokeke wî ya kevnare heye jî bi sedema ku kêm bûye zimanê nivîsê û nebûye zimanê dewletê, nekariye belgeyan li şûn xwe bihêle û bi pêş bikeve. Dîsa jî çanda Kurdî bi riyên cuda, bi hebûna xwe ya etnîk a dijî û berhemên dîrokî heta roja me ya îro tê. Çand û zimanê Kurdî, bi ihtimaleke xurt ku –gelek arkolog vê dîtinê rave dikin- weke çand û zimanê yekemîn şoreşa neolotîkê li quntara çiyayên Zagros-Toros daye destpêkirin. Bi demê re bingehê hemû çand û zimanên koka wan Hint-Ewrupayî ye, pêk aniye. Tê texmînkirin ku, BZ ji salên 9000’an pê ve ne bi fîzîkî, lê bi awayekî çandî li erdnîgariya Hint-Ewrûpayê belav bûye. Em pêkhatinên wê bi xwe jî BZ 15.000-10.000’an bi ihtimaleke mezin, bi derketina ji çaremîn serdema qeşayî (BZ 20.000-15.000) weke ziman û çanda herî otoktan –xwecih- pêk hatiye. Etnîsîteya Kurdî BZ bi salên 6.000’an de êdî pir cihewaz dike. Em li ser dika dîrokê yekem car wan bi navê Huriyan (BZ 3000-2000) dibînin. Sumerî li ser daristan û madenên xwe, nifşên Huriyan jî bi dewlemendiya xwe ya şaristaniyê bi hezarên salan bi têkoşîneke eşîr-parastinê li ber hev dane. Ev diyalektîka dîrokî bi Babîl, Asur, Hîtît, Îskît, Pers û Helenan re dewam dike. Belkî jî tu qewm û nifş bi qasî Kurdan di eşîrên beramber ên koçer û bicihbûyînê de cih negirtine. Ji bo şaristaniya Sumeran bigihê, Hîtît, Luwî, Îon û Persan rola Hurî û Medan diyarker e. Ji ber vê rastiyê, ku gelên behsa wan tê kirin, nêz-dûr ji koma zimanên Hint-Ewrûpî ne.

Di dîroka Heredot de pir eşkere tê dîtin ku ziman û çandan bandora xwe li Helenan kirine, çavkaniyên wî Medî ne. Helenî BZ hetanî salên 900-400’an pir zêde di bin bandora Medya de jiyane. Gelek hêmanên çandî yên madî û manewî di vê serdemê de ji çavkaniyên Urartu, Med, Persan wergirtine û bi senteza xwe ve dewlemend kirine. Tê texmînkirin ku pêşiyên Kurdan Hurî (BZ 2500-1500) dîsa Mîtaniyan bi koka xwe Hurî (1500-1250) Naîrî (BZ 1200-900) Urartuyî (BZ 900-600) Medî (BZ 700- 550) di van deman de bi konfederasyonên eşîr û qraliyetan ve jiyane. Civaka Kurdan a di van deman de hiyerarşîk e û derbasî dewletê dibe. Mirov çav didêre ku nîzamekî xurt ê bavikanî danîne. Ji ber ku di serdema neolotîk a cotkariyê de jin hîna çalak e. Di civaka Kurdan de jin xwedî giranî ye. İhtimaleke xurte ku jinê ev hêza xwe demeke dirêj bi kar aniye. Bingehê wê şoreşa cotkariyê ye. Hêmanên mêbûnê yên di ziman de û kulta xwedewendiyê de starê belge yên ku heqîqetê piştrast dikin.

Zerdûştî BZ bi salên 700-550’î de weke şoreşeke zîhniyeta Kurdan pêş ketiye. Zîhniyeta Zerdûşt xwe dispêre cotkariyê; ji heywanan pir hez dike, li ser hîmê wekheviya jin û mêr e, weke têgihiştineke exlaqî ya azad e. Ev çandek e, him bi cihoka Persan ve diherike Rojhilat him jî bi cihoka Heleniyan ve diherike şaristaniya Rojava û bandoreke xurt li wan dike. Li ser xeta çanda Rojava-Rojhilat ji hev dibe. Bandoreke xurt li ser herduyan jî dike û di teşegirtina şaristaniyê de herî kêm bi qasî Musevîtî û Îsevîtiyê rola civakbûnê lîstiye. Şaristaniya Persan, a rastîn şaristaneke ku Medan avakiriye û şaristaniyeke Med-Persan e û tevî nifşên Persan dewam kiriye. Di dîroka Heredot de ev rastî pir eşkere diyar dike. Ji serî hetanî dawiyê etnîka duyemîn e, hevparê împeratoriyê ye. Di dema Sasaniyan de jî heman rewş didome. Di heman şaristaniya Îranê de heke mirov rola Kurdan di rêza duyemîn de nebîne, wê helwesteke realîst be.

Pêşiyên Kurdan di serdema seretayî de nîzama baviktiyê pir xurt dijîn. Lê cihêbûna çînayetiyê kûrahî ne jiyane. Tevî ku hiyerarşiya wan xurt bû, cihebûna çînan qels bû, ev yek jî bandora eşîrî ya koçeriya li ser çiya ye. Komên eşîr –qebîleyên weke komên xizman di nava xwe de keys û firsendê nadin pêşketinên koletiyê. Jixwe koletî zêdetir berhemeke bajarvaniyê ye. Di civaka Kurdan de hêmanên folklorîk zêdetir destanwarî ne. Ji ber ku destan bi giranî qehremaniyan tîne ziman, bi ihtimaleke mezin ji serdema hiyerarşîk mane. Kokên awazên di destanên Mem û Zîn, Memê Alan û Dewreşê Evdî de hetanî bi muzîka Sumeran diçin. Dîsa ihtimaleke mezin e, bi cihoka Sumeran ji nifşên Huriyan BZ di salên 4000’an de digihê me û afirênêriyeke wan e. Nîzama Muzîk û lîstikên Kurdan, li Rojhilatanavîn çanda herî zêde gurr û xwedî nirxên hûnerî ye. Mirov hebûna dîrokî ya Kurdan herî zêde dikare di muzîk û govenda wan de bibîne. Dîsa mirov bi heman awayî dikare bi çavdêriya li sekna jinê, di kinc, lixwekirin û şêwazê wê de, di tenikiya rûnîştin û rabûna wê de bibîne. Esaleta nifşên Kurd çavkaniya wan serdema seretayî ye. Xwezaya tune de, çiya, berxwedana li dijî dagirkeriyê, domdar û bêrihm dîrokeke demdirêj di pêkhatina vê esaletê de xwedî roleke bingehîn e.

Em difikirin ku bi ketina serdema navîn re dema Helenê şop hiştine. BZ di salên 300’an de Abgara navenda wan Urfa, Komagene navenda xwe Semsûr, Samosat û milkiyeta Palmîra ya li Suriyê xwediyê heman taybetiyan e û di bin tesîrên xurt ê Helenan de ne. Ya rastîn, di dîrokê de yekemîn mînakên herî delal ên senteza Rojhilat – Rojava pêk anîne. Ev şaristaniyên ku heta fetha Romayê dewam kirin –herî dawî ketina Palmîra BZ di 269’an de ye- qonaxa herî girîng a pêşketina li herêmê temsîl dikin. Berhemên dîrokî yên li Palmîra, Nemrût û Urfayê ji wê demê ve mane. Ev şaristanî tekîliyeke wan a zêde bi Kurdan re heye. Di wê demê de em dibînin ku du ziman Aramî û Helenî weke hevrikên hev derbikevin pêş. Li hemberî van şaristaniyên serdest ên zêdetir bi bazirganiyê re mijûl dibin, Kurd jî zêdetir bi cotkarî, koçeriyê ve hawirdora xwe ava dikin. Berhemên vê yekê nîzama hetanî roja me ya îro dewam dikin heye. Xerîbtiya navendên bajar û Kurdîtiya gund û koçertiyê mîna dualîteyeke diyalektîkî ne.

PZ di serê sedsala 3. de împeratoriya Sasanî derket holê û di nava wê de jî giraniya Kurdan neguherî. Zerdûştî bingehê îdeolojîk bû. Xwe spartibûne, nûbûna wê ew e, PZ di salên 210-276’an de Manî dike pêxember, ji hemû dînan Manî dixwaze sentezekê biafrîne û pê zihniyeta bingehîn a împeratoriya Sasanî û Romayê bihûne. Her wiha pê re aştî û ronesansekê pêk bîne. Lê li xezeba rahîbên Zerdûştî yên mihafazakar diqelibe û tê kuştin. Dîsa weke xeteke xurt a zihniyetê heta roja me ya îro şopa xwe hiştiye. Belavbûna Xiristiyaniyê jî rastî vê demê tê. Nemaze di serî de Urfa û Nisêbînê re –Nizîbîs- weke navendên xurt ên Xiristaniyê bandorê li ser Kurdan dike. Hindek cih dibin Xiristiyan, lê hebûna Zerdûştiyê li cem Sasaniyan serkeftinek e. Tam a Xiristaniyê asteng dike.

Em dikarin texmîn bikin ku avahiyên feodalîzmê li cem Kurdan di dema Sasaniyan de (PZ 216-652) pêş ketine. Mirov dikare Manîtiyê weke Îslama zû hatiye, binirxîne. Manî bi xwe Hz. Muhemed zû hatiye dinyayê ye. Lê bandora şerên dijwar bi navbera împeratoriya Sasanî û Romayê de nemaze li ser xeta Amed, Nisêbînê bi salan dewam dike. Berovajî dema Helenîstîk civak rûyê pêşketina rihetiyê nabîne. Di navbera Xiristiyaniyê û Zerdûştiyê de hevriyek bûye. Nesturîtî ekolek e Xirîstiyaniyê ye, di bin bandora Sasaniyan de weke navrikek tevgeriyaye. Xirîstiyanî nasnameya Suryantiyê werdigre, bi vî awayî di vê demê de têra xwe bi liv û tebat dibin. Nexasim gelek xebatên qîmeta wan a arşîvê heye kirine. Di belavbûna Îsewiyetê de ji Grêkan zêdetir rol lîstine. Gelek psîkopos perwerde kirine û gihandine. Texmîn tê kirin ku, wêjeyeke xurt derxistine. Li Urfa, Nisêbîn û Sêrtê akedemiyên pêşketî avakirine. Di avakirina navenda zanistê ya gundî, Şahpûra Sasaniyan para wan li ber çav e. Zimanê Aramî weke zimanê hevpar bandora xwe dewam dike. Grêkî ber bi Rojava qada Bîzansan ve diçe. Aramî li Rojhilat dibe zimanê serdest ê bazirganî, wêje û olê.

Em dikarin texmîn bikin ku Kurd di vê demê de (PZ 250-650) kevneşopiyên xwe yên feodal pêş de birine û di vî warî de civakê xwe veguhertiye. Pêşketina feodalîzmê cihêbûna di avahiya etnîkî de jî nîşan dide. Di civaka Kurdan de tayên feodaliyê her ku diçe xurtir dibin. Di serdema pêşketina şaristaniya feodalîzmê de şoreşa îslamê dikeve rojevê. Ya esas, îslamiyet têkîliyên tûnd ên koletiyê û tayên etnîk ên li pêşiya pêşketinê kelem in. Li ser hîmê bajarbûnê vediguherîne û nîzameke hîna pêşketî, civaka feodal li ser bingehê şoreşa zîhniyetê û îdeolojîk ava dike. Ya li Ewrûpa, Hind û Çînê bi tekamuliyet û beridandinê pêk tê, li vir bi rêya şoreşan ve diqewime. Îslamiyet di şaristaniya Rojhilata navîn de şoreşa herî mezin e. Hema hetanî sedsala 12. di pêşketina civaka feodal de rola avakirina polîtîka û îdeolojîk dilîze.

Bi hilweşandina Sasaniyan re (PZ 650) îslamiyet di nava Kurdan de jî bi lez belav dibe. Arîstokrasiyeteke feodal diafrîne. Hêzên dewletparêz û hiyerarşîk ên Kurd di bin bandora Erebkirineke xurt de vediguherinîn û di vê demê de dibin yek û ji komên herî xurt ên siyasî û civakî ne. Bi xanedaniya Eyûbiyan a Kurd (PZ 1175- 1250) xanedaniya herî xurt a siyasî  ku li Rojhilata navîn pêk hatiye. Di nava Kurdan de jî têra xwe bi tesîr bûne. Li aliyê din, Siltaniya Selçûqiya ya ji Ebasiyan PZ di salên 1055’an de împeratorî wergirt, bi Kurdan re jiyaye. Hîna jî mîna Kerkûkê ev jiyana hevpar bêşer derbas bûye. Dewletên feodal ên bi koka xwe Kurd mîna Şedadî, Kurê Bubeyhan û Merwanî (PZ 990-1090) pêşketine. Her wiha gelek Begitî û hikûmetên Kurd hatine damezrandin. Kurên Şerefxan ên navenda Wan, Bêdlîs bû, begitiya herî demdirêj ava kirine. Vê begitiyê hetanî dema Siltan Qanunî Silêman hebûna xwe domandiye. Taybetiyên civaka feodal rê li ber veguhertineke girîng a zîhniyeta civaka Kurd vekirine. Şop û bermahiyên Zerduştiyê ji bilî li cem Zerduştiyan –Êzîdiyan- tune bûne. Bi ihtimaleke mezin ev guherîn bi pêşketina hevkarên Kurd de xwedî roleke dijşoreşê ye.

Li bajarên ku dibin Misilman, zimanê Erebî xwedî bandor e, lê dîsa jî di çand û zimanê Kurdî de paşketin nîne. Yekemîn tomarkirinên destanan bi awayekî nivîskî weke Ehmedê Xanî di vê demê de derketine rastê. Çanda bi islamê nuximandiye, mîna li cem her koma etnîk hatiye dîtin, li cem Kurdan jî pir kûr rehên xwe berdane. Tevî vê yekê li Başurê Kurdistanê bi eşîrên Ereban re –nemaze Şemaran re hetanî roja me ya îro- şer timî dewam kiriye. Destana Derwêşê Evdî, destana van şeran e. Ev destaneke şopên xurt ên çanda Kurdî nîşan dide û di koka xwe ya Zerduştiyê de israr dike. Tê texmînkirin ku ev bûyer di sedsala 18’an de qewimiye. Di nava îslamê de Zerduştiyetî mîna çandeke têkoşer û berxwedaniyê ye. Berxwedaniyeke resen a çanda Kurd e, li dijî biyanîbûn û xerîbketinê. Elewîtiya qels û xwe bi îslamiyetê nixumandiye û alîgiriya Hz. Elî dike. Piştî Zerduştiyê çanda Kurdan a herî têkoşer e, mîna Şîatiya Kurd be. Li beramberî vê yekê, nemaze Kurdên Başûr ên nêzî deştê bi baweriya îslamê ya Sunî dibin xwedî karektereke hevkar û paşverû. Ev derdorên xwedî zihniyeta bazirgan- feodal çanda nifşên xwe înkar dike. Nûnerên vê zîhniyetê ku li herêmên nêzî Urfa, Mêrdîn û bajarê Sêrtê di nava îxaneteke super de ne. Pir bi awayekî seyir û ecêb hevkar in û berjewendperestin. Kurdên di bin bandora Îranê de hîna kêmtir xirab bûne. Cewherê xwe yê netewî hîna bi awayekî otantîk diparêzin.

Yên Tirk- Kurd de ne. Ji şer dûr in. Bi bandor Bîzansan jî piştgiriya hev dikin û di nava têkîliyên dostane de ne. Xiristiyaniya Ermenî û Suryaniyan jî di vê yekê de roleke girîng lîstiye. Şerê Melazgirê yê 1071’ê, di cewherê xwe de şereke ku xwe dispêre îtîfaqa Kurd-Tirkan. Eger Siltan Alparslan xwe nespartibûya Kurdan pêkan nebû bibûya xwedî serkeftinê. Di vê demê de eşîrên Tirkmenan ên di nava nifş û çanda Kurdî ya bi cihbûyî de, li asîmîlasyoneke girîng rast hatiye. Vê pêvajoyê hetanî dawiya sedsala 19. dewam kir, bi komarê re berovajî dageriya.

Kurdên bi tevahî dikevin bin bandora çanda feodal a serdema navîn, çendîn çînîbûyîna feodal dijîn ew çendê di jiyana azad de paş ve dikevin. Koletiya feodal timî li dijî azadiya eşîrtiyê pêş ketiye û di xerîbketina zihnî de qonaxeke girîng pêk tîne. Tevî gelek rewşenbîrên îslamê yên Kurd gihiştine jî, ji ber meylên dewletê yên hevkar nekarîne bandoreke mayinde bikin. Di serê pesindar û hevkarên dewletê de Îdrîsê Bedlîsî tê. Li Çewlikê di hilbijartinên herêmî yên herî dawî sala 2004’an de komeke koka wan terîqeta Neqşîbendî –terîqeta Şêx Seîd- diruşmeke pir balkêş qêrîyane. “Îdrîsê Bedlîsî li vir e, Yawuz Selîm li ku ye!” mirov dikare li bendê be ku serokwezîr Erdogan rola Yawuzekî duyemîn bilîze. Eger xiyaneta Neqşîbendiyê bi tevahî li Kurdistanê neyê nirxandin şensê şoreşa ronîbûnê nîne.