Gazin Nema Ji Kesî Dıbe – Fîxan Hîmo

Fîxan Hîmo

 

 

Xwezî êşêm bi reng biba

Her dem li ber çavên te ba

Mîna gulîstana te ba

Wê çaxê tê bawer bibe

Destek li ser pora te ba

Destek ji helbestan re ba

Ji bêriya te wê dil kul neba

Ji koran re wê rengek heba

Li buharê wê bersiv heba

Wê ne li zivistana te ba

Mîna şima wê zer neba

Hişk bû ye dar hew şîn dibe

Wê çav li rê hêvî heba

Ne li nav tarîstana te ba

Ew xak ji peşkan şil biba

Ma wê peyal tînê bibe

Ji mestan re wê çolek heba

Wê hiş li warê xwe bima

Wê mey li ser masê neba

Ji niv re wê çi koçber biba

Dermanê êşê wê çiba

Bi ser wan riman de wer neba

Fîxan wê ne li benda te ba

Gazin nema ji kesî dibe