
Berfê jî nema wek berê ji ber
xwe fedî kir.
ro li nîvroyê li ber çavên zarokan
dibare
û kuliyên xwe bi hostayî bi ser
zimanê êşê yî çetelî yê zivir de û
di şewtara stiranên qereçiyên
yogoslaviyayê ya berê de wer
dide.
wek niha berî çend salan
di nîv şeveke zivistanî de,
ji şevbestekê şiyar bûm.
di banê xênî de dilopan dirûtina
qenewîça xwe ya gêrok
didûmandin.
û li binî sênîk wek çavne tim
vekirî û xure, çavne hêsirguhêz…
hêsirxur ,diçurisîn.
kumek pûşîn ji mêrikê poz dirêj
re
du berx û beytikek mirî ji lawikê yeknig re
sêvek qehwerengî û hêwî ji
sawa min re
û girêka di beştê navîn de
wek çavê ku di extîrê muşterî
ziq li çavên min dinêrî.
dawî ji kilamên çirçirkan ên çiyayî re tune ye
û rêya ber bi avdestxanê de bi
gurê Manco û cinan riqufandiye.
ji bo zarokekî wekî min xew
cinet bû, cinet.
cinetek tê de zarokan tevda bi
birncî û heftokan dilîstin û kêngî
li serê wan xistibana di ava çem
de dimîztin.