Efrîn… A Dinî Rojê..!!! (Çîrokên vegerê) – Kemal Necim

 

Kemal Necim

 

 

1

Yekî şervan

Birînên xwe yên germ, li ser rûpelên lênûseke biçûk nivîsîn.

Birînên sar û nasnameya xwe, lênûsa birînên germ û bêhna xwêdana xwe, radestî dareke heftsalî kir.

Di guhê darê de got; navê min Salan e, Salanê xwînî, hin birînên  min germ in, hin jê sar in, lê ez ê vegerim….!!

2

yekî şêwekar

her sibe ku çavên xwe li salnameyê vedike

Tiliyên xwe dihijmêre, û zarokên xwe,

rengên mayî, berî ku reş bibin ezbere dike,

ev kesk e, ev sor e, ev jî zer e..

ez ê vegerim

3

Dayika Şehîd

Ne çûye ne jî hatiye

Gewdê wê mîna pûtê xwedawendekê li wir maye..

Dê sibê, yan rojeke ji sibê zûtir kulîklên binefşê li ber lingên wê bibişkivin,

Ji xwe ew ne çûye ne jî hatiye,

Lê sibê yan rojeke ji sibê zûtir ku hûn vegeriyan,

Dê li ber serê her şehîdekî xwedawendeke bi binefş bibişkive..

4

Kalikê zarokên min

Navê sê zarokên min li sê berxikan kirbibû

Ev serê çend hezar sal e, tebata wî nayê..

Temenê xwe yê mayî dipîve,

Ev rojek, dudu, sisê…

damarên min di wê axê de kevnar bûne..

min têra vegerê jî roj û şev berhev kirine..

ez  ê vegerim

5

Yên helbest van

Ji niha ta wê çaxê

Ji niha ta ku stêra gelawêjê rêyên vegerê nîşan bide

Dê her ji nava tiliyên min xwîn bibare…

Dê her ji te re binivîsim “bajarê min“

*****

Ji niha ta ku êş di destên min de kesk bibe..

Ez ê her ji xwedayan bipirsim;

We di kîjan ayînan, di kîjan ayet û sûretan de

“Zeytûn Sor e“ xwendiya !!???

6

Ez…

Xwîna sê zarokên min di damarên kal û pîrên çiyayê kurmênc de digere

Helbesteke min jî li wir ji derdê evîn û şoreşê bi çolan ket..

hemjiyana min jî ahîneke kûvî ya çiyayê kurmênc e

Ji wê rojê de bi nîv canî derdikeve pêşberî ronahiya xwedê..

Em ê rojekê ji sibê zûtir

Vegerin…….