Babelîskeke xeydok
Li tenişta sînorê paytexta min hilat
Û xwe li biskên porê min gerand
Ez bi xwe re zîvirandim
Bê hay û lewaz kirim
Birim dûr li esîman gerandim
Û her ez zîvirandim berve jor
Ji bo xweda min siza bike bi pêlava xwe ya dirêj
Û ya bêtixûb
Ji bo ez bêjim min kiriye bêdadî
Min kiriye karesat
Ez dikujim
Ez goştê însan dixwim bêwijdan
Û zileta xwe dixe berîka min
Destên min di xwînê de nimandin
Ku ne ew e
Ew ez im ez dikim
Çendî bêzilete
Dê dostaniyê bi xweda re jî bike bi heq
Ji bo xweda jî min di bin lingê xwe de biçewisîne
Ew jî dikene lingan davêje ser hev
Dest û lingên min jî bi xenceran dike kilîl
Qey tu bêjî ew şalyarê xweda ye
Dê min dad bike bisûc
Û qirêjbûna xwe di paş çavên min yên bêguneh de veşêre
Û mohra xwe li ser rûpela sexte binivîs
Ji bo bi şadî bigere bêxem
Çendî lewaz e polîtîkaya wî
Çendî xwe di ferhengoka xweda de dibîne ê heq
Lê nizane ku axê ji bo xwe dikole û dike serê xwe
Babelîskê radike û qirêjbûna cîhanê dipêçîne li xwe