Barek kul
Li ser mil
Arek hil
Bû di dil
Hêstir bûn
Xul bi xul
Herder bûn
Şil û pil
Di dil de
Min yek gul
Heye bes
Ya esil
Dil li ser
Geh zingil
Dixwîne
Geh bilbil
*****
Tev riste
Û helbest
Û evîn
Hemû hest
Amûr in
Ew di dest
Ji bo min
Tek mebest
Şev û roj
Dikim qest
Çi li herk
Weke best
Dixwazim
Bi serbest
Vexwim jê
Bibim mest
*****
Qafiye
Redîf û
Movik hem
Terazû
Kilasîst
Rabirdû
Modernîst
Dahatû
Ekol tev
De hemû
Hêncet in
Û xem û
Kula min
A xwerû
Gula min
A mehrû
*****
Bare jî
Bahane
Barê min
Ziman e
Pirsgirêk
Xuya ne
Man e an
Neman e
Yê ku pê
Dikane
Nake ew
Maxane
Lê meyzê
Ji can e
Yê dibên
Nezan e
*****
Hema ew
Ne hîç in
Hestên wan
Ne pîç in
Weke we
Ne xîç in
Ne gêj û
Devqîç in
Dilgemar
Û lîç in
Ew karker
Beşîş in
Bo zimên
Di pîş in
Nefer in
Çawîş in
*****
Qaşo hin
Xwende ne
Azad in
Qure ne
Mixabin
Bende ne
Nizanin
Ehsen e
Gula min
Rûken e
Dewlemend
Maden e
Kurdî hem
Beden e
Ruh û can
Û ten e